Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ezmûna dîrokî ya li pêşiya hemû hêzên kurdî!

Dema mirov li terz û şêwazên êrîşa dewleta tirk taybet piştî 23’ê Nîsana 2021’ê ya li Zap, Metîn û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa bi vê ve girêdayî dagirkeriya xaka başûrê Kurdistanê binêre, em ê bibînin ku li pişt vê êrîşên dagirkeriyê di serî de NATO û gelek welatên hegemon ên çawa li pişt Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn, niha jî bi rengek din komployek ku Tevgera Azadiya Kurd li çiyan bê tunekirin, hatiye destpêkirin.

Tirkiye ya ku yek ji hêzên herî esasî ku bûye labratuwara bikaranîna çekên NATO û welatên Ewropayê. Di her êrîş û talana li Kurdistanê û dijî gerîla em dibînin pişta xwe daye teknîka nû ya NATO, li ser ferman û daxwazên wan dixwaze Tevgera Azadiya Kurd tune bike.

Li vir xala herî esasî ku herkes vê bizane ew e ku Tevgera Azadiya Kurd a bi pêşengtiya PKK’ê şerê ku dike, ne tenê li dijî dewleta tirk heman demê, di serî de li dijî NATO û hêzên hegemon ên naxwazin sîstema Modernîteya Demokratîk ku Serok Apo ji bo çareseriya pirsa kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn danî, pêk were ye.

Li aliyê din li qadên Metîna, Zap û Avaşînê ku artêşa tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê kiriye, ji gelek çavkanî û agahiyên ji qadê tên û taybet jî Fermandariya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku ne leşker, çeteyên ku ji Lîbya, Sûriye gelek deverên din berhev kirine, li dijî gerîla didin şerkirin. Ji xwe ji mikurhatinên Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar û dîsa Wezîrê Karê Hundir Sûleyman Soylû yê ku nekarî biçin qadên gerîla ku digotin; ‘Em nikarin helîkopteran danin. Çekên xurt ên gerîla hene’ diyar dibe ku ketine çi hal û çiravê. Dîsa ji veguhestina leşker û hêzên li hember gerîla ku her diçe winda dikin, derb dixwin û tên guhertin jî diyar dibe ku derûniya wan têk çûye, xewa şevê li wan bûye hesret û hemû gêj û mêj bûne.

Ji bo ji vê jî derkeve û bikare hinek din hêzên xwe li herêmê bide sekinandin pêwîst bû ku PDK jî êdî tevî vî karî bike. Ji sala borî ve dorpêçkirina PDK’ê ya bi Zînî Wertê destpê kir û dîsa her çû heta qadên Metînayê ku 5 kîlometre dûrî qadên gerîla yên şer dike, dixwaze Tirkiye bi vê yekê nefesek hilde û pêşiya xwe bibîne. PDK çi bi xwestek û çi jî bê xwestek ji ber şexsên hatin kirîn û xwe firotî roleke mezin di vê yekê de dilîze. Ev şexs li van qadan liv û tevger gerîla, hatina lojîstîk û dîsa gelek mijarên din ên gerîla, bûne kûçikên dewleta tirk û dixwazin qadên gerîla teng bikin û gerîla derb bixwe. Nimûneya vê li Avaşînê dema ku Fermandarên Hêzên Sînor ê Iraqê û fermandarê Gerîla Egîd Xerzan di civînê de bûn, li ser agahiyên wan şexsan hatin bombekirin û şehîdkirin. Li Qendîl, Silêmanî, Şengal û dîsa gelek deverên din li ser agahiyên Îstixbarata PDK’ê (Parastinê) pêşengên PKK’ê tên hedefkirin û şehîdkirin.

Bi vê yekê jî namînin, ji bo dagiker pêş bên, erka rê çêkirin, paqijkirina mayîn û dîsa taybet di warê îstixbaratê de hema bêje hemû derfet pêşwazî dike. Jixwe Sefîn Dizeyî bi vekirî got ku ‘Agahiya wan ji birîna dar û talana wê herêmê heye’ û gotina sefîrê tirk ê Hewlêrê jî ya ‘Me ew der kirîne’ asta hevkarî û talan wê qadê nîşan dide. Hinek şexsên di nava Parastinê de bûne guh û çavên MÎT’a tirk a li herêmên navborî. Ev yek em ji ku dizanin? Dema ku operasyonek an jî êrîşeke esmanî li ser gerîla tê kirin, rayedarên tirk dibêjin ku ‘Spasiya hêzên xwe yên îstixbarata herêmî dikin’ hêzên van ên herêmî kî ne? Gelo Parastin nebe yan jî bi destûra hinek şesxên di nava Parastinê de nebe wê kî bikare van agahiyan bide. Eger ku ne Parastin be, Parastin divê daxuyanî bide û vê yekê piştrast bike. Yan jî divê van sîxûran li nav xwe tesbît bike û hesab jê bixwaze. Nexwe wê tim ji vê yekê bê sûcdarkirin.

Dîsa li gel vê saziya îstixbaratê ya YNK’ê Zanyarî heye. Ew jî divê li aliyê herêmên lê serwer rê nede xebatên sîxûrî û êrîşên dewleta tirk a dagirker. Taybet di demê dawî de li herêma Silêmanî pêşeng û gerîlayên ji xebatên xwe vedigeriyan û dîsa ji bo tenduristiyê li herêmê bûn, bûne hedefa SÎHA’yên tirk û şehîd bûne. Ev agahî çawa tê dayîn? Kî dide? Agahiya Zanyarî ji vê heye yan na? hemû pirsên girîng in di serê mirovan de.

Li gel ku evqas rewşek aloz û cidî ya dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê û ji destçûna hemû destkeftiyên Kurdistanê heye. Partî û saziyên Başûr di serî de YNK, Komele, Goran, Yekgirtû Îslamî, Hîzbî Şûî û gelek saziyên civaka sivîl hene, bi deng dibêjin em ne alîgirên vê yekê ne, lê tenê gotin dimîne. Gelo ji bo ku bikevin tevgerê pêwîstî bi çi heye? Ji bo bikevin ferqa rewşa cidî ya li qadê rû didin, divê çi bê kirin? Rol û mîsyona van sazî û partiyan divê zêdetir be. Divê pêşengtî ji civakê re bikin. Bi emel nebe, gotin bi kêrî tiştekî nayê. Jixwe ji ber vê yekê dijmin zêdetir êrîş dike. Ji bo ev êrîş bide sekinîn, ji ya tê kirin, zêdetir tevger divê. Tevî ku dengek hevpar ê ‘em hemû li dijî şerê kurd bi kurd in’ heye jî lê ev hêzên navborî ji bo bikarin dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê bidin sekinandin, mil bi milê gerîla şer nake. Gelo çima şer nakin? Gelo Tirkiye ji bo Başûr dagirker nabînin? Ji çi ditirsin!? Gerîla şer dike û xurt dijmin li erdê dide û felç kiriye.

Erê baş e ku li gel gerîla şerê dij dagirkeriyê nakin, çima tev li komxebat û kongreyên yekitiya neteweyî nabin? Bi taybet ji derveyî PDK’ê YNK, Goran, Komele, Hîzbî Şûî û saziyên civaka sivîl ku bandora wê li ser civakê hene, dikarin bi tevger û helwesta xwe bikarin PDK’ê jî neçarî gelek kar û xebatên yekitiya neteweyî bikin, ger neyê yekitiyê jî bi vî rengî cih li gel dijmin û dagirkeriyê negirin.

Li vir dixwazim balê bikişînim ser noqteyeke din jî, civak û gelê me yê Başûr dikarin ji ber mûçe, elektirî û nebûna xizmetên şaredariyê dakevin qadan lê ji bo li dijî dagirkeriyê û pêşîgirtina talanê bi awayekî xurt danakevin qadan. Dikarin ji ber mûçe xwe bidin kuştin lê ji bo azadiya ax û niştiman weke tê xwestin nakevin tevgerê. Ji bo me rûmet û dayika mezin welat e. Ji bo wê ye ku em ji bo welat nekin, ji bo mûçe em çi bikin wê vala be. Helwesta rast a îro ya li hember pêvajoyê tê xwestin ciwanên Başûr nîşan didin. A tê xwestin divê hemû qadên civakê mîna ciwanan li ber dagirkeriyê bibin xwedî helwestên cidî û biherikin qadan.

Bi heman rengî welatiyên Iraqê jî, ev bi mehan in li qadan û taybet vê dema dawî ji ber elektirîk û nebûna avê li qadan in, lê ji bo serweriya xaka Iraqê û gefên Tirkiyeyê nikarin rojekê dakevin qadan. Gelo ev yek çiqas rast û welatperwerî ye? Gelo dagirkeriya li welat girîngtire yan av û elektirîk? Hinek tişt hene aqilê mirov dide sekinandin.

Li aliyekê welat tê dagirkirin, serweriya xak û rûmeta welat tê binpêkirin, mirov bêdeng bimîne. Di rewşeke wiha de wê welat çiqas parastî û bi ewle be. Mirov wê li welatek wiha çiqasî bi ewle bijî? Divê mirov hinek din cuda bifikire.

Ne pêkan e ku PKK bê tesfiyekirin lê ku em bêjin ev yek bû, gelo wê Başûr û dîsa Iraq çiqas bi ewle be. Em dibînin nîva xaka Başûr di bin dagirkeriyê de ye û dîsa Tirkiye daxwaza Kerkûk û Mûsilê dike. Eger ku Tirkiye li vir bi hêz bibe, wê teqez gavên din jî bavêjin. Ji bo wê ye ku îro PKK li ber vê hemû bûye asteng. PKK hem Başûr û hem jî Iraqê diparêze. Divê ev yek wiha bê zanîn. Yê dagirker dewleta tirk a mêtinger e.

Nûçeyên Têkildar