Hilbijartinên şaredariyan li herêma bakurê û rojhilatê Sûriyeyê di 11’ê hezîranê de li gorî dema hatiye diyarkirinê pêk tên. Ev hilbijartin li gorî qanûna hilbijartinên şaredariyan ku 29 madeyên wê hene tên pêkanîn. Ev herêma ku zêdetirî 10 sal in bêdesthilateke ji derve tê birêvebirin, îro bi van hilbijartinan jî gaveke nû tê avêtin ku hîn zêde şert û mercên xizmetê baştir bibin.
Ev hilbijartin mijarên navxwayî yên herêmê ne lê yên herê zêde li dij derdikevin û her tiştî dikin ku pêk neyên, dewleta tirk û aliyên ser bi wê ve ne. Serokê MHP ê Dewlet Bahçelî di sêrî de û li pişt wî wezareta parastinê ya tirk û Erdogan daxuyanî dan û gef li Rojava û kurdan xwarin. Dîsa benîştê xwe yê her carê cûtin û gotin ku Amerîka dixwaze dewletekê ava bike û di vê meselê de destê derve heye. Li aliyê din, li bakurê Kurdistanê şaredayên ku di hilbijartinên 31’ê adara 2024’an de ketin destê kurdan desteser dike û qeyûman datîne ser şaredariyan ku 3’yê hizêranê dest danî li ser şaredariya Colemêrgê. Ma li Colemêrgê jî Amerîka heye û dewletekê ava dike?
Dewleta tirk li kê derê kurd gavekê bavêjin, wê li dij derkeve û kîjan siyasetmedarê kurd ku tê naskirin û dengê kurdan digihîne cîhanê, bi hinceta wê ya hazir, bi terorê tewanbar dike û wan dike hedef û dixe zindanê. Hevserokên HDP’ê Selehedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bi sedan şaredar, parlementer û siyasetmedar çima girtîne? Dibêjin çi, çima di sala 2014’an de li dijî DAIŞ derketine? Derketina li dij hovîtiya DAIŞ’ê sûc bi nav kirin û ceza li kurdan birîn.
Li aliyê din, ên ku li dijî hilbijartinên bakurê Sûriyeyê derdikevin ew in ku serkirdeyên ENKS’ê ne ku didin xuyakirin ew tevlê nabin û ger dewleta tirk qebûl neke, hilbijartin bi ser nakevin. Ger mirov nizanibe, wê bibêje hebûna miletê kurd û bakurê Sûriyeyê bi erêkirina dewleta tirk heye û çi bikin divê razîbûna wan bixwazin. Her wiha wekî din jî Îxwan El Mislimîn a Sûriyeyê û opozisyona ser bi dewleta tirk ve li hember hilbijartinan daxuyanî dan ku ew jî xuyane bi devê kê diaxivin.
Me dît li ser navê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî daxuyanî hat dayîn û got ku divê ji hilbijartinan re şert û mercên guncaw hebin da ku karibin pêk werin. Li ser vê daxuyaniya Amerîka, Hevserokê PYD’ê Salih Mislim daxuyanî da û got ku ev daxuyaniya Amerîka siyasî ye û bersive ji dewleta tirk re ku Amerîka bi organîzekirina van hilbijartinan tewanbar kiribû.
Pirs di vir de ew e; Ma wê xelkê Sûriyeyê li benda hêzên derve be heta werin ji wan re şert û mercên jiyaneke xweş ava bikin?
Gelo ji xema van hêzan e ku xelkê hêrêmê di nava aştiyê de be? Ma ne dewleta tirk e ku Sûriyeya dagir kiriye û demografiya herêmê dugherand. Îro çi tîne serê Efrînê û Serêkaniyê? Ma wê hikûmeta Şamê xweşiyê bîne ku 40 salî xwîna xelkê Sûriyeyê mişt. Yan jî wê Amerîka yan Îran an jî Rûsiya be ku şert û mercên guncaw ên jiyanê peyda bike? Îro ev hêz li hêrêmê ne û ev rastiya li ser erdê ye lê çarenûsa xelkê ji wan re ne girîng e.
Dixwazim bêjim ku barê vî miletî rêveberiya xweser daye ser milê xwe û divê her kes li dora wê xwe bide hev. Çiqas kêmaniyên navxweyî hebin, dikarin navxwe de werin çareserkirin lê dema destwerdanên hêzên derve bin, divê hemû bibin yek dest. Ev hilbijartinên 11’ê hezîranê ezmûneke li pêş bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Li aliyê din, divê xwe ji her şert û mercan re di nava wê de jî êrîşên dewleta tirk heye amade bikin. Ev hilbijartin ger ku pêk werin, di aliyê siyasî de jî destê hêrêmê bi hêztir dike.