Weke tê gotin; R.Erdogan di navbera Xelîl û Celîl de maye! Xwedê zane her du jî lê hatiye xezebê û temenê desthilatiya wî her roj kêmtir dibe.
Jixwe weke tê zanîn, Amerîka peymana di navbera xwe û Tirkiyeyê ya F 35’a de daye rawestandin. Her wiha bi rêya NATO’yê jî, dengê tehdîdên xwe yên li ser desthilatdariya Receb û Bahçelî bilintir dike.
Her wiha pêla dengê nerazîbûna Rûsyayê jî ya li ser Tirkiyeyê, roj bi roj xurtir dibe. Ji ber ku zanin dewleta Tirkiyeyê, bi hezar ben û zincîran bi Amerîkayê ve girêdayî ye, lewma baweriya wan bi Tirkiyeyê nayê û zanin ew ê ji neçarî rojeke ne dûr dîsa vegere ber lingê Amerîkayê.
Di van rojên dawî de hinek ‚rojnamevanên‘ xulamokên R.Erdogan ên weke Çetîner Çetîn nivîsandine, dibêjin ; jixwe di peymana navbera Tirkiye û Rûsyayê de, hatiye gotin ku ‘ger ev sîstema S-400 û sîstemên li Tirkiyeyê niha hene, li hev neyên/ne goncin, wê wextê Tirkiye dikare yekalî vê peymanê xera bike’ û hwd.
Ev dide nîşandan ku êdî ji aliyê Amerîkayê ve gelek tengav bûne, ji bo li ber raya giştî xwe hinekî karibin veşêrin, zemînê xweş dikin da ku karibin xwe ji peymana Rûsyayê ya S-400’an vekişînin.
Bêgûman Rusya, van tektîkên beravêtî, ji her kesî bêhtir dizane. Lewma ew jî ji aliyê xwe ve dixwaze Tirkiyeyê tengavtir bike da ku bi vî awayî temenê peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê hinek dirêjtir bike. Jixwe têkiliyên wan ne li ser tu prensîban e, heta naşibe têkilî û peywendiyên dewletwarî, belê bêhtir dişibe yên mafyawarî. Ger hinekî din tengav bike, hêvî dike ku karibe hinek pereyên din jî ji R.Erdogan bigire!
Lê li aliyê din, nakokî û nexweşiyên navbera wan dijwartir dibin. Her çendîn, car caran dibêjin “em ê li hev bikin”, lê weke diyar e li Idlibê û wê herêmê, bi giranî şer û pevçûn dewam dike. Tu nîşanên lihevhatinek rasteqîn û mayînde xuya nake û nabe jî!
Ji ber ku nakokiyên navbera DYA û Îranê ketiye qonaxek metirsiyar, xeter û bêveger. Û van nakokiyên mijara gotinê ne hemû bi hev ve girêdayîne. Hema hema tifaqa Astana û Soçiyê hate jibîrkirin. Êdî behsa tifaq û tevgerên cudatir û mezintir tên kirin. Mijara Çînê bi xurtî ketiye rojevê.
Niha Japonyayê jî daketiye ser dika nakokiyên dijwar. Serokwezîrê japon Şinzo Abe, li Tehranê ye û tê gotin, dibe ku ji bo ambargoya li ser Îranê hinekî sivik bike, bibe navbênkarê nava nexweşiyên DYA û Îranê. Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê jî li Tehranê ye.
Wezîrê karûbarê derve yê Fransayê Drian jî diçe Tirkiyeyê. Tê zanîn navbera wan û Tirkiyeyê hinek lîmonî ye. Berovajî vê, navbera wan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê jî xweş e!
Lê yê ku halê wan herî xerab û dinale û ditirse Receb û Bahçelî ye. Ji ber ku yên herî tengav û rê li ber xwe şaş kirine û fehş bûne ew in!
Li der dora xwe jî tu welat û dewletên dost ne hiştine. Bi tenê maye di destê Receb de Reveberiya Başûr û bi taybetî jî malbata Berzanî. Maşallah trafîka navbera wan ranaweste. Ew û Çavuşoglu gelek ji hev hez dikin, mervantiyek germ ketiye navbera wan!
Di rêûresma seroktiya Nêçirva de, li kêleka Mesûd û Neçîrvan, ji aliyê kamerayan ve kêfxweşiya wan a ji hev re, bi şox û şeng dihat in tomarkirin. Dewleta Çavuşoglu, welat û gelên wan(ger ji wî gelî werin hesibandin?) dabû ber top û bombebaranê û qetliam pêkdanî, li Rojava jî genim û ceh û nok û nîskên gelên me dişewitand, wan jî bi hev re bi kêfxweşî hev du pîroz dikirin!
Çi dibe bila bibe, desthilatdariya Receb-Bahçelî û destbrakên wan, ne bi tenê di nava Rûsya û Amerîkayê de tengav bûye, belê tengaviya herî mezin û hilweşandina wan bi bingehîn ew e, bi saya berxwedana gelên Kurdistanê be!