Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Faîk Bûlût: Armanca Erdogan ne Rojava Tirkiye ye!

Nivîskar Faîk Bûlût diyar kir ku sedema ku desthilat hêzên ewlehiyê li deverên sînor bi cih kir û xwest şaredariyên li wir bi dest bixe girêdayî polîtîkaya desthilatê ya der barî Sûriyeyê de ye û wiha got: “Desthilat di hilbijartinê de bi ser neket. Loma dê pêşî nikaribe berê xwe bide Rojava an jî Sûriyeyê. Wê berê xwe bide nava xwe. Nikare du şerî bi hev re bimeşîne.”

Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, encama hilbijartina 31’ê Adarê û bandora wê ya li ser Sûriyeyê nirxand. Bûlût destnîşan kir ku di hilbijartinê de HDP’ê roleke girîng lîstiye û ev ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê di warê stratejîk de pir girîng e. Bûlût bi bîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de HDP tim bûye mijara nîqaşan û ev tişt anî ziman: “Carinan ji bo hevsengiya mêzînê xiramek hewce ye. Wexta em bi awayekî razber lê binerin tu qîmeta xiramekê tune ye. Lê wexta em bi awayekî şênber lê binerin, ger ew xiram hevsengiya tasa mêzînê biguherîne nexwe encam hatiye girtin. Tişta HDP’ê kir ku hem di warê jiyanê de pir girîng e hem jî encam diyar kiriye. Di pêvajoya hilbijartinê de partiyên muxalîf jî di nav de her kesî bi çavekî dera han li HDP’ê nerî. Lê dîsa jî HDP’ê negot ‘ev partî wisa kiriye, ev partî wiha kiriye, hemû partî li Mûş û Îdirê li dijî HDP’ê bûn yek.’ Hem HDP’ê hem jî gel got ‘Doza me ne li hemberî helwesta we û têkiliya di navbera we de ye. Derdê me demokrasî ye. Wê têkoşîna ji bo demokrasiyê qedera Tirkiyeyê diyar bike. Yanî em ji bo rewşeke ku wê pêşeroja hemû gelên Tirkiyeyê diyar bike têdikoşin. Em ji bo çar pênc şaredarî an jî endamên emclisê tev nagerin. Tevî hemû çewtiyên we jî di vî warî de em ê kevir bidin ber dilê xwe. HDP’ê û gelê kurd di pêvajoya hilbijartinê de bi vî rengî tev geriya.”

‘Kurd 3 gavên din jî nêzî HDP’ê bûn’

Bûlût destnîşan kir ku ji 2015’an ve bi rûxandina bajarên kurdan, di nav kurdan de şikestinek çêbû û wiha lê zêde kir: “Lê bi vê hilbijartinê ev şikandin jî şikiya. Kurdan ji HDP’ê re got, em ên heman dozê ne, em mirovên heman meseleyê ne û sê gavên din jî nêzî HDP’ê bûn. Negotin, we li vira şaşî kiriye, negotin mala min hatiye rûxandin. Loma tevî hemû astengiyan jî li dor HDP’ê û hêzên demokrasiyê yên din kom bûn. Ji berê de HDP’î kengî biçin qehwexaneyekê panzêrek jî dide dû wan û welatî didan ber lêpirsînê. Êdî ev ast jî hat derbaskirin.”

‘Şirnexê tu carî serî netewandiye’

Bûlût diyar kir ku sedema ku desthilat hêzên ewlehiyê li deverên sînor ên weke Şirnex û Colemêrgê bi cih kir û xwest şaredariyên li wir bi dest bixe girêdayî polîtîkaya desthilatê ya der barî Sûriyeyê de ye û wiha got: “Lê ji bo niha planeke wan a amadekirî tune ye. Ew herêm hîn jî sembola tiştekî kevn in. Gotin di cih de be, ew herêm herêmên muqawematê ne. AKP’ê pêşî qeyûm tayînî van deran kir. Piştî rûxandina van deran, niha jî dixwaze bi rêya rêveberiyên herêmî ya xwe perçîn bike û dixwazin peyamekê bidin gelên li wir û bêjin; lê binerin em mafê jiyanê nadin we. A rast ev tiştekî sembolîk e. Çimkî Şirnexê tu carî serî netewandiye. AKP, dixwaze bi vî awayî bibêje ‘Em ê êdî we bi mîlîtarîzmê bi rê ve bibin. Yanî em ê tu carî şûr, çek û namlûyê ji ser serê we ranekin.'”

‘Dê pêşî berê xwe nede Rojava, dê bide Tirkiyeyê’

Bûlût destnîşan kir ku AKP dixwaze di ser van noqteyên sînor re hin tiştan bike û ev tişt anî ziman: “AKP’ê heta niha di ser Sûriyeyê de gelek polîtîka pêk anîn lê polîtîkayên wê yên li ser kurdan negihaştin armanca xwe. Bi ya min dê piştî vê hilbijartinê pêşî bi hundur re eleqedar bibe. Dê polîtîkaya hundurîn esas bigire. Çimkî hîn jî têkçûna xwe hezm nekiriye. Mesela Bînalî Yildirim, derket got, me aciz nekin em dikarin bibin kulmek. A rast ev îşaret bi kuçeyê dike. Niha hîn jî dixwazin encamên hilbijartinê li gorî xwe biguherînin. Dixwazin bibêjin ger wisa bibe em ê bi şerê navxweyî bersivê bidin we an jî em ê milîsên ku ji wan re dibên neviyên Osmaniyan bera kuçe û kolanan bidin. Yanî armanca wan pêşî ne Rojava an jî Sûriye ye, dê armanca wan pêşî ev der be. Ger vira têxe rewşeke wisa, îjar dê berê xwe bide derve. Lê nikare du şerî bi hev re bibe. Dê heta demekê bisekine. Ger li gor xwe karibin hundur hal bikin, dê bi awayekî xurtir berê xwe bidin derve.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar