Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Faîk Bûlût: Ocalan, hem şîretê li HSD’ê hem jî li Tirkiyeyê dike

Nivîskar Faîk Bûlût, peyama Ocalan a bi rêya parêzerên xwe şand û geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand û wiha got: “Ocalan ji hêla kurd re dibêje ‘karê xwe bi dîplomasiyeke baş bikin.’ Ji bo Tirkiyeyê jî xwestiye bêje ‘Biaqil be. Ger tu bi dîplomasiyeke rasyonel nezî çareserkirina pirsgirêkê bibî, wê ji Rojava tu zirar negihê te.'”

Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, geşedanên li Rojhilata Navîn û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi rêya parêzerên xwe şandin ji Ajanda Mezopotamyayê re nirxandin.  Bûlût destnîşan kir ku piştî qedandina DAIŞ’ê Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD), li qada navnetewî bêtir karên dîplomatîk dike û bi vê dîplomasiyê êdî HSD bi awayekî fermî tê naskirin. Bûlût, bi bîr xist ku li Sûriyeyê li gelek herêm ji komên wek El Nûsra DAIŞ’ê hatine safîkirin lê belê tenê herêma Îdlibê maye û wiha got: “Êdî Rûsya û rejîma Sûriye evan deran bombeberan dike. Sedema bombeberanê jî ew e ku Tirkiye berê hin soz dabûn lê belê sozên xwe bi cih neaniye. Diviya Tirkiye par di meha îlon an jî cotmehê de ev yek hel bikirana. Lê belê Rûsya dît Tirkiye nake, ji bo Tirkiyeyê bitengijîne serî li Tiştekî wisa da. Her wiha Tirkiye dixwaze li wir korîdorekê çêbike. Hîn dest pê nekiriye lê plansaziya wê ew e ku ji Efrînê heta Minbic û Tel Rifatê dîwarekî çêbike. Ev jî tê wateya ku dixwaze li wir mayînde be. Lê hem Sûriye hem jî Îran ji vê rewşê ne dilrihet in. Rûsya jî hay ji vê neyta Tirkiyeyê heye û naxwaze destê Tirkiyeyê berde.”

‘DYA li rêyeke navîn digere’

Bûlût destnîşan kir ku di demên dawî de komên OSO’yê êrîşî Tel Rifatê dikin û wiha got: “Ger Til Rifetê bi dest bixin, wê ji nû ve rê li ber êrîşên li ser Helebê bê vekirin. Sûriye û Îran ji vê yekê ditirsin. Loma tev geriyan. Di vî warî de Îran, Sûriye û Rûsya li hev rûdinên. Dixwazin Tirkiyeyê ji vira derxînin. Lê Rûsya li pêyî fihêla ye. Her wiha di demên dawî de DYA jî tev geriya. Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê hem bi Tirkiyeyê re hem jî bi HSD’ê re hevdîtin çêkirin. Ji hevdîtinan dixuyê ku bazariya ji bo herêmeke tampon ku bidin Tirkiyeyê heye. Kurd ji Tirkiyeyê re dibêjin ‘Pêşî divê em neyta we ya ji bo Efrînê bibînin. Ji Efrînê derkevin, paşê em ê li rewşê binerin.’ Teza Tirkiyeyê jî hin eşîretên li Rojava ne ên girêdayî wê. Dixwazin kurd bi qasî 30-40 kîlometreyî dûrî wan bikevin. Derdê DYA’yê jî ‘di destek min de Tirkiye di destek min de jî herêma Rojava’ ye. Lê ev tişt ne tiştne teqezbûyîne. Jixwe HSD’ê daxuyanî da. Yanî dixuyE ku hevdîtin didomin.”

Bûlût, destnîşan kir ku heta niha Tirkiye li Sûriyeyê bi tu awayî negihaştiya armanca xwe û niha jî tenê ji bo hebûna xwe bidomîne tev digere. Bûlût, bilêv kir ku Tirkiye tengijiye, geh diçe ber deriyê Rûsyayê geh jî diçe ber deriyê DYA’yê.

‘Tirkiye ji saziyên selefxur pereyan digire’

Bûlût, mijara S-400 û F-35’an jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Ev demeke dirêj e rewşa aboriya Tirkiyeyê nebaş e. Zava Albayrak ji bo aboriyê çû DYA’yê. Lê kesên li wir ji ber gotinên kesên welat bi rê ve dibin dikenin. Ew jî dizanin wê aborî bi vî awayî çareser nebe. Her wiha bi qasî dizanim Tirkiye ji saziyên selefxur ên navnetewî pereyan digire. DYA jî hay ji vê yekê heye. Trump wê çaxê gotibû ‘ez ê aboriya we mahf bikim.’ Ji bo vê gotibû. Yanî wek bêje IMF, Bankeya Cîhanê heye, tu bi kude diçî. Her wiha meseleya S-400’an jî heye. Belê, her welat dikare di hêla parastinê de parastina welatê xwe xurt bike. Lê wexta vê yekê tenê ji bo eksê bike, nexwe wê DYA bi ser vê de biçe û ji bo aboriyê tarûmar bike wê her tiştî bike. Wisa jî bû. Tirkiye ji bo S-400’an li formuleke orteyî geriya. Lê Senatoya DYA’yê ev formul qebûl nekir. Her wiha muafiyeta Tirkiyeyê ya li hemberî Îranê jî rakirin. Rakirina muafiyetê tê wateya darbeyeke aboriyî. Ger Tirkiye li cem DYA’yê cih bigire, wê Îran li hemberî Tirkiyeyê hin kozên din têxe dewrê. Li vira koza Sûriyeyê, koza hîzbullahê heye. Koza kurdan heye. Yanî asoya Tirkiyeyê nebaş e.”

‘Peyamê dide her du aliyan jî’

Bûlût, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi rêya parêzerên xwe şandin jî nirxandin û bal kişand ser peyama Ocalan a der barê Sûriyeyê de. Bûlût wiha got: “Bi ya min Ocalan şîretê hem li HSD’ê hem jî li Tirkiyeyê dike. Ocalan, xwest ji hêla kurd re bêje ‘gavên xwe pir pêş ve navêjin. Di nav sînorên heyî de ji bo mafên xwe israr bikin. Mubalaxayê nekin û hewl bidin hevsengiya navbera hêzan zevt bikin.’ Yanî dixwaze ev bi dîplomasiyeke baş bê hel kirin. Dibêje, çek tenê ne alternatîf e. A rast bi awayekî neyekser ji Tirkiyeyê re jî dibêje ‘Biaqil be. Li vira çavê kesî ne li axa te ye. Ji rojavayê tu zirar nagihê te. Ger tu bi dîplomasiyeke rasyonel nêzî çareserkirina pirsgirêkê bibî, wê ji Rojava tu zirar negihê te.'” STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar