Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Faîl diyar in’

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyan de diyar kirin ku faîlên windayan diyar in û gotin ku dê ji bo hemû windayan lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 625’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist û ji ber pandemiyê bi rêya vîdeoyê di hesabên medyaya civakî de hat parvekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Salîm Taşdemîr ê di kanûna 1994’an de li Edeneyê dema diçû kar hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Rêvebera ÎHD’ê Derya Yildirim çîroka windakirina Taşdemîr xwend.

Yildirim da zanîn ku Taşdemîr di kanûna 1994’an hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. Yildirim anî ziman ku li gel hemû hewldanên malbatê jî heta niha negihîştine tu şopa Taşdemîr û sê meh piştî bûyerê kesek li malbatê digere dibêje Taşdemîr li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de ye û bi îşkenceyê re rûbirû maye.

Her wiha Yildirim destnîşan kir ku tevî ku malbatê serî li cendirmeyan daye jî nehatiye piştrastkirin ku Taşdemîr li wir tê ragirtin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin û got ku dê li aqûbeta Taşdemîr û windayan hemû bipirsin û lêgerîna xwe ya edaletê jî bênavber bidomînin.

Kujerên Taniş û Denîz diyar in

Dayikên Şemiyê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 827’an de çalakiya xwe ya hefteyî ji ber pandemînê li ser medyaya civakî pêk anîn. Mirovên şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser windakirina Serokê HADEP’ê yê Navçeya Sîlopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP’ê Ebubekîr Denîz û aqûbeta wan pirsî.

Ewil bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş, anî ziman ku dema kurê wî hat revandin, Serokê HADEP’ê yê Sîlopiyayê bû û wiha got: “Me li dadgehan doz vekir. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo aqûbeta kurê xwe têbikoşin. Em dozdarê vê yekê ne em dest jê bernadin. Faîl diyar in. Yekemîn kesê berpirsiyar Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz e.”

20 sal in li kurê xwe digere

Dayika Serdar Taniş Rabia Taniş jî diyar kir ku 20  sal in li kurê xwe digere û wiha got: “20 sal berê kurê min binçav kirin û wihda kirin. Em 20 sal in agahî jê nagirin. Em dest ji lêgerîn û doza kurê xwe bernadin.”

Kurê Serdar Taniş Diyar Taniş jî da zanîn ku dema bavê wî windakirin, ew 1 salî bû û wiha got: “20 sal in ez li bav û xalê xwe digerim. 20 sal di ser windakirinê re derbas bû. Lê heta niha me tu agahî der barê wan de negirtiye. 20 sal in ji bo aqûbeta bav û xalê min bê ronîkirin û kujer bên darizandin em têdikoşin. 100 sal jî bihure em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Hem bira û hem jî parêzerê Serdar Taniş Hakim Taniş jî destnîşan kir ku DMME’ê der barê dosyayê de biryar da û ev tişt anî ziman: “DMME’ê Tirkiye mahkûm kir. Lê Tirkiyeyê taliyê der barê dosyayê de biryara neşopandinê da. Her çend ji bo Serdar Taniş û Ebubekir Deniz bêjin faîl nediyar in jî, di rastiya xwe de faîl diyar in.”

‘Bi şev û roj li hêviya bavê xwe me’

Keça Ebubekîr Denîz Ceylan Denîz jî anî ziman ku dema bavê wê hat windakirin 5 salî bûye û wiha got: “20 sal in em li bavê xwe digerin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Dema bavê min binçav kirin ez 5 salî bûm. Her roj bi xeyala bavê xwe dê rojekê vegere dijîm. Ez bi hesreta bavê xwe mezin bûm. 20 sal in şev û roj li hêviya bavê xwe me. Em dest ji lêgerîna bavê xwe bernadin.”

Her wiha piştre mirova şemiyê Hulya Demîr Duru jî daxuyanî xwend û anî ziman ku her çend li gor Destûra Bingehîn Tirkiye dewleta hiqûqê be jî lê tu carî Tirkiye nebûye dewleta hiqûqê û wiha got: “Çend sal derbas bibe jî em ê ji bo Serdar Taniş, Ebubekir Denîz û hemû windayan lêgerîna xwe her dem berdewam bikin.” AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar