Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Faîlên windayan hatin pirsîn

ÎHD û xizmên windayan faîlên Abdullah Duşkun ê di sala 1994’an de li Cizîrê, Mehmet Zekî Yilmaz ê li Colemergê hatiye qetilkirin û aqûbeta Îsa Soysal ê di sala 1988’an li Silopyayê hatiye windakirin, pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan wekî her hefteyê îro jî li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” domandin. Di daxuyaniyên li her sê bajaran de hatine li dar xistin de bangewaziya dîtina faîlên Abdullah Duşkun û Mehmet Zekî Yilmaz ên hatine qetilkirin û Îsa Soysal ê hatiye windakirin, kirin.

Amed

Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 778’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin cem hev. Malbatên bi wêneyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Da çalakiya vê hefteyê de faîlên Abdullah Duşkun ê di sala 1994’an li navçeya Cizîra Şirnexê de hatiye binçavkirin û 3 roj şûnde cenazeyê wî hatiye hate dîtin pirsîn.

Çîroka Duşkun Rêveberê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz xwend. Çalakî piştî xwendina daxuyaniyê, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

ÎHD û xizmên windayan di heftaya 614’emîn de li pêşiya Bîradariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê hatin cemhev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” hate vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Xizmên windayan, parastvanên mafên mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Baroya Êlihê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li çalakiyê bûn.

Di vê hefteyê de çîroka Îsa Soysal ê di 1’ê Çileya 1988’an de li mezreya Karok a gundê Bozalana navçeya Silopiyaya Şirnexê piştî binçavkirinê hatibû qetilkirin hate xwendin. Çîroka Soysal rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî xwend.

Colemêrg

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎHD’a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo çalakiya “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin”  ku her hefteyê li dar dixin, hatin li Kûçeya Hûnerê ya li navenda Geverê.

Dayikên Aştiyê, OHD û rêveberên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” hate vekirin. Malbatan di daxuyaniyê de wêneyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin.

Sekrereta Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê ku di 2’yê sibata 1994’an de ji hêla 5 kesên bimaske hatiye revandin û cenazeye wî 4 roj şûnde li gundê Manîsê hate dîtin. Piştî xwendina çîrokê, peyamên xizmên Mehmet Zekî Yilmaz şandin, hatin xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar