Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye

Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got: “Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye.”

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan ku di 12’yê çileyê de bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî vê hevdîtinê tecrîd dewam dike.

Farisogûllari bi bîr xist ku çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di asteke krîtîk de ye û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. Farisogûllari, bi lêv kir ku bi tecrîda li Îmraliyê rê li ber fikrên Ocalan tê girtin û bi vî awayî nayê hiştin ku ew fikirên xwe bigihîne civakê. Farisogûllari, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku têkiliya Ocalan û civakê ji hev bê qutkirin û dewlet ji ber vê tecrîdê girantir dike.

Her wiha Farisogûllari bal kişand ser bêdengiya civakê ya ji bo grevên birçîbûnê û got, ev bêdengî nayê qebûlkirin. Farisogûllari, destnîşan kir ku ji ber civak li ber tecrîdê bêdeng maye Guven û girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi vê çalakiyê civak hişyar kirine.

Rêbaza şerê taybet

Farisogûllari ji bo hevdîtina Mehmet Ocalan a bi birayê xwe Abdullah Ocalan re jî got: “Ji bo grevên birçîbûnê yên li çar perçeyan belav dibin bên astengkirin ev hevdîtin hat çêkirin. Divê ev wekî rêbazeke şerê taybet bê nirxandin. Ji bo vê jî zûzûka Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê şandin. Ev hevdîtin jî nîşan dide ku ne ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Armanca sereke ew e ku berxwedana her diçe berbelav dibe asteng bikin.”

Farisogûllari, destnîşan kir ku Leyla Guven bi biryardarî çalakiya xwe li dijî tecrîdê didomîne. Her wiha Farisogûllari bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya 2016’an û destnîşan kir ku wê çaxê jî Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê û piştî hevdîtinê dîsa tecrîdeke girankirî ketiye dewrê. Farisogûllari got: “Hevala me Guven dibêje ‘di vî warî de tecrûbeyên me hene.’ Mafdar e. Çimkî, di vî warî de sabiqaya dewletê heye. Çalakiyên tên kirin ji bo tecrîd bi temamî ji holê bê rakirin tên kirin.”

Dewlet kerr û lal e

Farisogûllari bang li raya demokratîk kir û wiha got: “Dewlet çi qasî xwe li ker û laltiyê deyne jî, dîsa berpirsiyar ew e. Ger di çalakiyên greva birçîbûnê de mirin çêbibin kes nikare ji bin vê berpirsiyariyê rabe. Kesên dewletê bi rê ve dibin, divê bêyî serî li rêbazên şerê taybet bidin vê yekê bikin. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Û parêzerên birêz Ocalan û malbat karibin hevdîtinê pêk bînin.”

Bang li gel û saziyên navneteweyî kir

Farisogûllari, destnîşan kir ku bi domandina tecrîdê re çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn jî tê astengkirin û ger tecrîd dewam bike wê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyeke dijwar ve biçe. Farisogûllari got: “Ne civaka kurd ne jî ya Tirkiyeyê wê nikaribe ji bin vê yekê derkeve. Loma jî em bang li hemû sazî, dezgeh û rewşenbîran dikin. Divê di vî warî de xwedî rol bin û têkevin dewrê. Em bang li gelê xwe jî dikin ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê û bibin dengê çalakgeran. Divê herkes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. An jî wê sibê pir dereng be. Wê çaxê wê piştgirî û deng bi kêr neyên.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar