Dayika Bedriye Yaşli ya 71 salî û hevjînê wê Ekrem Yaşli yê 74 salî li Çanakkaleyê dema li nexweşxaneyê derman dibûn ji ber ku bi kurdî axivîn rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de serê kalê Ekrem hate şikandin
Welatiyên bi navên Bedriye Yaşli (71) û hevjînê wê Ekrem Yaşli (74) dema ku li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Martê ya Çanakkaleyê derman dibûn, bi hinceta ku bi kurdî di axivin rastî êrîşê hatin.
Hat zanîn ku kalê Ekrem Yaşli dema ku bi hevjîna xwe re bi kurdî axivî, kesekî din ê li odeya nexweşxaneyê nerazîbûn nîşanî wî da û got, ‘Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye’ û ji odeyê derket. Piştî ku ji odeyê derket vê carê jî bi şûşeyeke sodayê êrîşî Ekrem Yaşli kir.
Di êrîşa nîjadperestî de serê kalê Ekrem Yaşli hate şikandin. Li ser vê yekê jî Yaşli serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çanakkaleyê da. ÇANAKKALE