Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Faşîstê girtî Ozdemîr gefa kuştinê Ekrem Gun dixwe

Girtiyê bi navê Ekrem Gun li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bandirmayê di hucreyê de tê ragirtin ragihand ku faşîst û tetîkkêşê bi navê Îsmet Ozdemîr gefa kuştinê lê dixwe û wiha got: ““Heke tiştek bi serê min bê, baş bizanin ku ev întîhar nîne.”

Rayedarên Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bandirmayê di nava hewldana provokatîf de ne. Hat zanîn ku kesê bi navê Îsmet Ozdemîr ku li heman beşê û di hucreya li rex hucreya Gun de dimîne, gefa kuştinê dixwe. Cezayê muebbeta giran li Gun hate birîn û 8 sal in di girtîgehê de ye. Gun, têkildarî gefên li wî hatine xwarin bi parêzerê xwe re axivî. Gun, di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 2 meh berê kesekê bi navê Îsmet Ozdemîr anîn hucreya li rex hucreya wî. Gun, da zanîn ku Ozdemîr gefa kuştinê li wî xwariye. Gun, ji parêzerê xwe re got ku Îsmet Ozdemîr ev gef lê xwarine: “Ji bo kuştina te ez anîm vê derê. Ez ê te bikujim. Lewma te naşînin girtîgeheke din. Ez ji bo te anîm vê derê.” Her wiha Gun destnîşan kir ku di seranserî rojê de gef li wî tên xwarin.

Gun, da zanîn ku Ozdemîr di 23’yê çileyê de gefên xwe li kaxizekê nivîsandine û şandiye û ew metn hêj li gel wî ye. Gun, got ku Ozdemîr xwe weke tetîkkêş daye naskirin û gotiye: “Min gelek kesên mîna te kuştine.” Gun, bi rêya parêzerê xwe rayedar hişyar kir.

‘Tişt bi serê min de bê ne întîhar e’

Ji ber gefên hatine xwarin, Gun giliyê Ozdemîr kir û ji ber vê yekê dozgeriyê îfadeyê Ozdemîr girt. Gun, diyar kir ku tevî serlêdana sûc jî tu tevdîr nehatine girtin û bi rêya parêzerê xwe ev peyam da: “Heke tiştek bi serê min bê, baş bizanin ku ev întîhar nîne. Ji ber ku ez ne kesekî wisa me ku întîhar bikim. Ev demeke ez van tiştan dijîm.” Parêzeran jî gotin ku her çend ku cihê hewadariyê yê Gun û Ozdemîr heman cih û di heman saetê de nebin jî, îxtîmala heye ku li korîdorê rastî hev bên. Parêzerên Gun amadekariyan dikin ku hem serî li Wezareta Dadê bidin hem jî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar