Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Faşîstên tirk bazara Lenge ya Hewlêrê şewitandin

Li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatê derketibû û zêdetirî 60 dikan şewitîn. Şevê din di saetên dereng de komeke faşîst ên tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî berpirsyartiya şewata li bazara Lengê girt ser xwe.

Duh di saetên sibehê de li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatek mezin derketibû û zêdetirî 60 dikan şewitîbûn. Piştî sê saetan şewat hatibû vemirandin. Şeva borî di saetên dereng de komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî  daxuyaniyek belav kir û berpirsyartiya şewata li Lengê girt ser xwe.

Di daxuyaniya koma tûndrew û nijadperestên Tirk de tê gotin: “Me agir bi dilê Kurdên tirsonek xist, me li 16 cihên cûda yên bazarê agir pêxist û tine kir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî li bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê, bazara Lenge ya Hewlêrê û bazara Çelê ya Dihokê şewat derketibûn û ziyanek mezin bi dikanên welatiyan gihiştibû. Piştî van her sê bûyeran jî heman koma tûndrew û faşîst ya Tirk berpirsyartiya bûyerê girtibû ser xwe û gotibû: “Evane herêmên me ne, emê vegerin û ala Tirkiyê li wan herêman bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar