Muewênê otobusê Şirîn Tosun li Adapazari ya Sakaryayê ji ber ku bi kurdî axivîbû hatibû linçkirin. Tosun ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da
Muewênê otobusa fîrmaya Oz Diyarbakirê Şirîn Tosun li Adazapari ya Sakaryayê ji ber ku bi kurdî axivî, ji hêla komeke faşîst a tirk ve hate lînçkirin. Tosun ku bi giranî birîndar bibû, rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan, Tosun piştî ku 40 rojan di nexweşxaneyê de hate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Tosun li goristana malbatê ya gundê Avdelo ya Pîran a Amedê hate definkirin. AMED