KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Faşîstên tirk êrîşî Nobeta Azadiyê ya li Strasbûrgê kirin

Komek faşîstên tirk êrîşî Nobeta Azadiyê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Strasbûrgê tê lidarxistin, kirin. KCDK-E û Komîteya Amadekar a Çalakiyan banga xwedîdrketina li çalakiyê kirin.

Çeteyên faşîst ên tirk êrîşî “Nobeta Azadiyê” kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda Îmraliyê ji 25’ê hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, kirin. Hate hînbûn ku êrîşkar dema çalakvan ne amade bûn tabelayên li cihê çalakiyê şikandine û piştre reviyane.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkîldarî êrîşê wiha got: “Di 27’ê gulanê de ji aliyê komên faşîstên tirk ve êrîşê Nobeta Azadiyê hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî komploya navneteweyî girîng e. Helwesta êrîşkar û polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên hikûmeta Fransayê ku li dijî Têkoşîna Azadiya Kurd didomîne, cesaretê da komên faşîst. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku li dijî provakasyonan helwest bigire, her wiha bang li gelê xwe dikin ku bi girseyî xwedî li Nobeta Azadiyê derkevin ku 12 sal in didome û provakasyonan vala derxin.”

Bîngol: Êrîş nikare me ji daxwaza azadiyê dûr bixe

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfû Bîngol, têkildarî êrîşa faşîst got, “Em dibêjin ku rêya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd di Îmraliyê de derbas dibe, Rêberê me îradeya me ye û bêyî misogerkirina azadiyê çareseriya demokratîk ne pêkan e. Ev êrîş nikare me ne ji Rêberê me û ne jî ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk, aştiyane dûr bixîne. Em bang li gelê xwe yê welatparêz ên li Ewropayê û dostên gelê Kurd dikin ku hîn xurtir xwedî çalakiya me derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar