Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Faşîzm bi hilbijartinê naçe

Em ketin sala 2023’an û ev sal wê gelek guhertinan bi xwe re bîne. Mesela di vê salê de peymana Lozanê sed salên xwe tijî dike. Bi vê peymanê re Kurdistan kirin parçe û Kurd jî bê statu hiştin. Ew dewletên ku ev peyman çêkirin jî niha dîsa hewl didin lurdan bi heman rengî bihêlin. Bi taybetî dewleta tirk hewl dide çiqas destketiyên Kurdan hebe têk bibe.

Îro em vê yekê li Rojava, Başûr û gelek deverên din dibînin. Çiqas destketiyên kurdan hebin di hedefa dewleta tirk de ne û hêzên navnetewî jî destûra vê yekê didin.

Di sedsaliya peymana Lozanê de hedef û projeyên dewleta tirk gelek in. Lewma divê ew çend proje û hedefên kurdan jî hebin. Kurd dixwazin di vê sedsalê de çi pêk bînin divê eşkere bikin. Bi vî rengî dikarin kurdan motîve û plan bikin.

Li aliyê din îsal wê li Tirkiyeyê hilbijartin jî pêk were. Erdoganê ku bi çete û mafyayan re tifaq kiriye çend sal in çavê wî li vê hilbijartinê ye. Dixwaze bi vê hilbijartinê re dîktatoriya xwe mayînde bike. Ev çend sal in her tim qala 2023’yan dike. Lewma dixwaze di sedsaliya peymana Lozanê de tinebûna kurdan mîsoger bike. Li dijî van plan û projeyên Erdogan jî kurd li ber xwe didin. Çi li bajar û çi li çiyayan ev berxwedan dewam dike. Di nava sed salî de bi dehan serhildan çêbûn û kurdan serî netewand. Bedelên giran dan, lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernedan.

Çiqas komkujî, talan, îşkence û zilm hebe li kurdan kirin û hê jî dikin. Niha jî radibin wekî ku her tişt asayî ye diçin hilbijartinê. Erdogan dixwaze ku tenê hilbijartin rojeva Tirkiyeyê be û yên li pey diçin jî di esasê xwe de xizmeta wî dikin. Ji bo kurdan rojeva sereke têkoşîna li dijî faşîzma Erdogan û çeteyên wî ne. Hilbijartin jî yek ji wan riyên têkoşînê ye. Lê ya esasî berxwedana li dijî qirkirin û dagirkeriyê ye. Hinek hene tenê di hilbijartinê de Erdogan tê bîra wan. Lê bila zanibin ku tenê bi hilbijartinê Erdogan têk naçe. Hilbijartina li Tirkiyeyê xapandineke dewletê ye. Kî çi dike bila bike wê Erdogan dîsa derkeve. Partiyên qala hilbijartinê dikin jî xizmeta Erdogan dikin, ango hilbijartina wî rewa dikin.

Erdogan bi hilbijartinê naçe. Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku faşîzm û dîktatorî bi hilbijartinê têk çûye. Ji bo têkbirina faşîzmê pêdivî bi têkoşîneke piralî heye. Yên ku tenê bi hilbijartinê xwe sînor dikin xapandineke. Rojeva esasî ji bo Kurdan tecrîd, dagirkerî û qirkirin e. Bi hilbijartineke ku ji çend salan carekê pêk tê ev mesele çareser nabe. Bila şaş neyê fêmkirin; ez ji kesî re nabêjim tevlî xebatên hilbijartinê nebin an jî hilbijartin vala ye. Meqseda min ewe ku dema hun xewn û xeyalên xwe li ser hilbijartinê bihunin û dema hilbijartin jî li gorî dilê we neçe wê demê hunê bişkin. Lewma jî ji bo me hilbijartin tenê riyek têkoşînê ye. Em dizanin ku bi hilbijartinekê faşîzm naqede. Di nava 20 salên desthilatdariya Erdogan de gelek caran hilbijartin çêbûn. Bi van hilbijartinan re Erdogan hat qelskirin.

Di sedsaliya peymana Lozanê de em di pêvajoyeke qirkirinê re derbas dibin. Pêvajoyeke talûke û xeter e. Yanî pêvajoya man û nemanê ye. Îro hebûna kurdan di xeterê de ye. Dewleta tirk ji bo ku di vê sedsaliya peymana Lozanê de kurdan ji binî ve tine bike wê hewl bide. Armanc û hedefên dewleta tirk mezin e. Ew dixwaze sînorên xwe berfireh bike. Gelek deverên başûr û rojava daxilî xwe bike. Lewma jî di vê salê de wê nesekine. Dibe ku êrişî Rojava bike û bi vê aloziyê biçe hilbijartinê. Divê em îsal gelekî hişyar bin. 2023 ne saleke asayî ye, saleke awarte ye. Hilbijartina îsal jî qadeke têkoşînê ye. Li her derê û bi hevre em dikarin li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Her kes ji aliyê xwe ve kevirekî bavêje wê ew dîwarê faşîzmê hilweşe…

Nûçeyên Têkildar