Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Faşîzm li hember berxwedanê têkçû’

Komîteya Azadiya Ocalan a başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku faşîzma AKP û MHP’ê li hemberî berxwedan û îradeya gel têkçû û got ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzmê bidomînin

Di 26’ê gulanê de parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama Ocalan ji bo raya giştî belav kirin. Ocalan di banga xwe de got ku êdî çalakiyên greva birçîbûnê gihiştine armanca xwe, ji bo wê ji çalakgeran daxwaz kir ku dawî li çalakiya xwe bînin. Piştî banga Ocalan çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê dawî li çalakiya xwe anîn.

Di derbarê şikandina tecrîd û gihiştina armanca çalakgerên di greva birçîbûnê de, Komîteya Azadiya ji bo Ocalan a li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku faşîzma AKP û MHP’ê bi hevre dixwestin bi tecrîda li ser Ocalan derbeyê li bizava aştîxwaz ya gel bide neçarî teslîmbûnê bikin û wiha hat gotin: “Dixwestin carek din gelê kurd û tevgera wê ya mezin bi ceribînin û bi rêya tecrîda li ser Rêber Ocalan, gel, welat û tevgera azadiyê bixin bin çarenûsek nediyar. Dixwestin bi vê yekê rolê pêşeng yê Rêber Apo bidin sekinandin. Lê hemû hewldanên wan weke carên din jî vala çûn. Faşîzma AKP û MHP’ê li ber dîwarê berxwedanê bê desthilat mane. Xwedî derketina gel a ji bo Ocalan carek din îspat kir ku fikrê Rêber Apo sînorên zindan, tecîd û îşkenceyê nas nake. Rêber Ocalan di nava çar dîwarên zindanê de jî dikare li hemberî wan serkeftinê bidest bixe.”

Her wiha komîteyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rêbaz, xebat û berxwedana li dijî faşîzmê berdewam bike û wiha bi dawî kir: “Heya azadbûna Rêber Apo û vegera aştî ya ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar