Di serdama desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de girtîgeh bûne navendên tecrîd, zext, êşkence û faşîzmê. Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sûlûca ya Edeneyê ji roja ku hatiye vekirin heya niha bi binpêkirina mafan a li dijî girtiyan di rojevê de ye. Girtî Metîn Serhat di hevdîtina vekirî ya vê hefteyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên ji malbata xwe re vegot û banga hestiyariyê li gel kir.
Girtiyê bi navê Metîn Serhat di sala 2006’an de li Wanê hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Serhat di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 13’an a Wanê hat vekirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “peydakirina madeyên teqîner” 38 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Serhat di vê heyamê de sirgûnî gelek girtîgehên dûrî malbata xwe hat kirin.
Kekê Serhat Bûrhan Kartal wiha got: “Birayê min 18 sal in sirgûnî cihên dûrî bajarên em lê dijîn kirin. Ji ber ku ew li bajarên ji me dûr bû, me di warê hevdîtinê de zehmetî kişandin. Birayê min li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Xarpêtê bû. Nêzî 6 salan li wir ma. Nêzî du meh berê em pê hesiyan ku hatiye sirgûnkirin.”
Kartal bilêv kir ku roja sêşemê ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û got ku heta ew çûye salona hevdîtinê 4-5 caran ser wî hatiye sehîkirin û ji bo her lêgerînê bi pêkanînên taybet re rû bi rû maye. Kartal anî ziman ku beriya girtiyan çûne cihê hevdîtinê û got: “Gardiyanan got, ‘Ji bilî girtiyên xwe silavê nedin girtiyên din û sohbet nekin. Bi qedexeya serdanê gef li me xwarin û gotin ‘Eger hûn vê bikin em ê der barê we de raporê amade bikin’. Li cihê hevdîtinê 6-7 qabîn çêkirine. Li vir her girtiyan dixin qabînekê. Hevdîtin li van qabînan tê kirin. Gardiyan, di dest wan de zabıtname wekî gefê bixwin diğerin. Mafê me yê hevdîtinê 45 deqe bû, lê em 30 deqeyî li wir man.”
Kartal gotinên birayê xwe yên der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de wiha parve kir: “Girtî di hucreyên yekkesî de dimînin û ji ber ku tu aktîvîteyên civakî nîn in em nikarin pêwendiyê bi hev re deynin. Pir kêm me derdixin hewadariyê. Tevî ku ev pêkanîn li girtiyên ku cezayên giran distînin tê kirin jî, em rastî heman pêkanînan tên. Li girtiyên siyasî poşmaniyê ferz dikin. Ji ber vê yekê hevalên me yên infaza xwe temam kirine lê berdana wan tê astengkirin hene. Kiryarên li girtîgehê hema bêje wekî yên serdema darbeya 12’ê Îlonê ne. Bi vî awayî hewl tê dayîn vîna girtiyan bişikînin. Bi taybetî jî hewldana rêveberiyê zextê li malbatan dike û dixwazin girtî poşman bibin. Bi polîtîkayên xwe yên dijmirovahî hewl didin me bêrûmet bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin.”
Kartal anî ziman ku li dijî zextên li dijî mirovahiyê yên li ser girtiyan divê raya giştî hestiyar be û wiha got: “Pêwîst e rêxistinên sivîl û her mirovek xwedî wijdan binpêkirina mafan a li girtîgehê bilêv bike. Ger îro em li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên kirin dernekevin, wê sibe rewşeke xirab derkeve holê. Belê, belkî wehşeta fizîkî ya wekî 12’ê Îlonê tune be, lê tundiya derûnî li girtiyan tê kirin. Wekî malbatên girtiyan, îro ji destê kê çi tê bila bike û bila li girtiyan xwedî derkevin.”