Divê ev sernivîs me najo xemsariyê. Lewma ka em gotina dawî pêşî bêjin; yê ku ber bi şikestinê û têkçûnê ve diçin, hîn pirtir dîhn û har dibin. Ev jî tê wateya ku ji berê bêhtir xerabkariya dikin, weke bêjîn “ma her em diçin, em ê bi xwere her tiştî xerab bikin” û hwd.
Rewşa vê rejîma faşîst li ber çava ye. Him li hundir, hum li derve zemîna/binaxa li bin lingê wê, nema wê radigre. Bi taybetî li hundur, li ber lehiya nerazîbûna gel, ew xaka li bin wê êdî dihelize, diqelişe, diherife, dişemite. Derew û durûtî, rûreşî, gendelî û bi her awayî xerabkariyên wan, êdî nema tên pîne kirin û vaşartin.
Hilbet têkçûn an hilweşandina wan, hema jiber xwe ve pêknayê û xemsariyek biçûk jî nayê lêborîn. Belê bi dijberiyek rêxistinî û zanistî dikare pêkbê û wisa diyare, êdî di vê derbarê de gavên hêja û mezin tên avêtin.
Jixwe mijara hilbijartinan a serokkomarî û parlementerî, bi hemû germaya xwe ketiye rojevê.
Faşîzma AKP-MHPê, ji bo ku di hilbijartinan de bi serkeve û hilneweşe, dest davêje her cûre amûrên sixtekarî û zordariyê.
Bêgûman, weke mijarên giştî di vê mijarê de jî siyaset û stratejî û hilwestên aliyên dijberî vê faşîzmê giringtir e. Jiber ku ev faşîzma desthilat, hêsanî û xwezayî têknaçe, belê siyaset û stratejî û helwestên hêzên dijber, wê têkdibe, hildiweşîne.
Li goreyî diyar dibe, ji bilî hinek serxweşî û serêşiyên tevgêrên aliyên dijber, bi giştî mirov dikarê bêjê, di qonaxa yekê de, têkbîrina vê rejîma faşist, dê ne gelek zahmet be. Di vî aliyê dijber de; ji hêla rastgir İPê ve, ji hêla çepgir jî TİPê ve, hinek serêşî derketin.
Di qada derve de jî, zemîna ku faşîzma AKP-MHPê li ser dimeşe, ne sererast e; mîna hundur li vir jî erd diheje, dilerize û dihizhize. Ji berê zêdetir zelal dibe ku, êdî serwerê projeya wan jî piştgriyê nede wan. Berovajî, piştgriya bi CHPê re pirtir derdikeve berçavan û di çapemeniyê de ev pêşbînî bêhtir tê xwuya kirin.
Ne bi tenê di enîya ku DYEyê pêşengiyê dike de bê destek dimîne, belê di eniya din a ku Rûsya pêşengiyê dike de jî, rewşa wan ber bi jêr ve diçe. Ew têkilî/peywendî û peymanên wan ên bi giranî bazîrganî bûn jî, berê xwe dane hilweşandinê.
Li dijî xweşbûna diplomasiya navbera Azerbaycanê û Israilê, têkiliyên navbera Ermenistanê û Îranê xweştir dibin. Jixwe formata ASTANA hema hema têkçûyî.
Biden, Turkiye venexwend civîna bilind a Demokrasiyê! Mijara Riza Sarraf dîsa xistin rojevê. Her wiha di çapemeniya nêzî Pentagonê de, nûçeyên li dijî Tirkiyeyê derdikevin pêş. Bi navê “Pelgeyên Dizî” ku têde dibêje “Koma WAGNER a paramiliter a Rûsyayê, hewldide ku çekan ji Tirkiyeyê bikire” û hwd.
Di çepemeniya Elmanya de jî, dijberiya Tirkiyeyê zêdetir dibe. Mînak, Michael Brand ê pallementerê CDUya Elmanya; Erdogan, şibandiye Putin û xwestiye di dadegehek navneteweyî de ew jî were darizandin!
Erebistana Siûdî, diçe dibe endamê Rêxistina Hevkariyê Ya Şenghayê! Her wiha têkiliyên navbera Îranê û Siûdiyê û Welatên Kendavê tên xweşkirin.
Macron û Von Der Leyen, di demek nêz de bi serokdewletê Çînê Şi re rûdinên!
Berî çend hefteyan Macron, li Urdinê dewama Civîna Bilind a Bexdayê kom kir. Him di vê civînê de him jî di gelek hewldanên wî yên cuda de, dixwaze serkêşiyek hegemoniya cîhanê bike. Bi girinî jî li Rojhilata Navîn û Efriqayê, di vê çarçovê de gavan davêje.
Vê hatinçûyîna germ a dîplomasiyê, li gel hinek guhertinên nuh ên peywendî û peymanên bazirganîyê, li ser faşîzma AKP-MHPê bandora giran a neyînî dike.
Hilbet hilwest û biryara bingehîn li ser vê desthilatiya faşîst, a xwediyê projeyî DYEyê ye. Jiber ku nîşanên neyînî ewqas zêde bûne, êdî bi piranî pêşbînî ew e ku; faşîzma AKP-MHPê, êdî li ser rêya hilweşandinê ye, li ser rêya çûyînê ya nevegerê ye.