Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Faşîzma tirk dahata welat tev li dijminatiya kurdan xerc kir

Hevseroke KCD'ê Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî astengkirina xebatên alîkariyê da û got, "Van pere hemû li dijminatiya li kurdan xerc kirin. Li xizmên derdora xwe li dizîtiyê xerc kirin. Îro nikarin dest lê werdin."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk têkildarî astengkirina xebatên alîkariyê û tayînkirina qeyûm, li Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ya li Peyas a Amedê daxuyanî da.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku heval û xebatkarên wan ji roja ewil ve bi fedekariyeke mezin xebatên xwe dimeşînin. Ozturk, destnîşan kir ku gelek kes bi dilxwazî tev li van xebatan bûne û wiha got: “Hemû hevalên me karekî baş kirin. Xwestin hindik jî be birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. Qeymeqamtiya Bazarcixê xwest ku vê keda hevalên me yên fedekar xesp bike. Dixwazin alîkariyên hevalên me li ser navê xwe belav bikin. Em weke KCD’ê vî tiştî qebûl nakin. Me di daxuyaniya xwe ya ewil da jî gotibû ku em ê destûrê nedin ku desthilatdarî van kiryaran ji bo xwe weke amûra siyasetê bi kar bîne.”

Bi domdarî Ozturk bal kişand ser nêzikatiya îktîdarê ya li hemberî gelê kurd û wiha domand: “Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst biryarek dabû. Di 5’ê nîsana 2015’yan de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran kirin û biryara şer dan. Pereyê xwe ji bo şerê li dijî kurdan xerc kirin û yên din jî dizîn. Lewma nekarîn mudaxaleyî erdhejê bikin. Heta sê rojên ewil jî neketibûn herêmên erdhejê. Piştre jî bi 3-4 kesan mudaxale kirin. Dewletê îflas kiriye û derfetên wê nemane ku mudaxaleyê bike. Dewlet jî, hikûmet jî, pergal jî tune ye. Dixwaze vê tunebûniya xwe jî li lser keda hevalên me yên kedkar û fedekar veşêre. Xwedî hişmendiya mêtingerî û xespkirinê ne. Em van sepanên wan şermezar dikin.”

Di berdewamê de Ozturk got ku hewcehî bi domandina alîkairyan heye û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo, pêvajoyeke demdirêj e. Çi ji destê me were em ê bikin. Sedema mirina mirovên me ne erdhej lê ev pergal û hişmendiye ye. Heke pereyê ji bo şerê li dijî kurdan xerc dikin ji bo tevdîrên erdhejê xerc bikirana, dê ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna. Weke KCD’ê em dibêjin ku fikir û baweriya kê çi dibe bila bibe, em ê li cem gelê xwe cih bigirin. Ji destê me çi alîkarî bê, em ê bikin. Em spasiya tevahiya hevalên ku li 10 navendên koordînasyonê dixebitin dikin. Berpirsyarê vê karesatê serokkomar û hikûmet e. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Li hêla din em ê xebatê xwe bidomînin. Ev rewşekî însanî ye û divê hemû kes bertekan nîşanî astengkirina alîkariyan bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar