Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Faşîzmê derb xwar û rewşa Erdogan berkendal e’

Hevberdevka SODAP’ê Kezban Konukçu anî ziman ku bi stratejiya HDP’ê re di hilbijartinê de şeqamekî mezin li faşîzmê hatiye xistin û rewşa Erdogan berkendal e. Konukcu diyar kir ku di grevên birçîbûnê de jî îradeyeke pir mezin derketiye holê û îktîdar neçar e ku paşve gav biavêje

Di 31’ê adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 55 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan. Di hilbijartinê de li hêlekê tifaqa Cumhur ku ji AKP, MHP û çend partiyên din ên nijadperest pêk dihat, li hêlekê tifaqa Mîllet ku ji CHP û Partiya ÎYÎ pêk dihat û li hêlekî jî tifaqa HDP, partiyên Kurdistanî û hêzên demokrat hebû. HDP li gelemperiya bakurê Kurdistanê namzetên hevşaredariyê nîşan dan û li Tirkiyeyê jî stratejiya ‘bi faşîzmê bide windakirin’ meşand. Têkildarî encamên hilbijartinê û stratejiya HDP’ê ji hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu ji MA’yê bi Necla Demîr re axivî.

Kezban Konukçu di serî de anî ziman ku kampanyaya ‘pirsgirêka bekayê’ ya tifaqa AKP-MHP’ê negihaştiye armanca xwe û ev nirxandin kir: “HDP di vê hilbijartinê de bi ser ket. Şirnex ji mirovan xalî kirin û dibêjin ‘em bi ser ketin.’ Dema ku em zext û zoriyên piştî 7’ê hezîranê tînin bîra xwe, dibînin ku gelê kurd berxwedaneke bêhempa nîşan daye. Qeyûm hatin şandin û stratejiya HDP’ê ya li rojavayê welat bi ser ket. Ev pir girîng e. Şaredariyên bajarên mezin ku weke kelehên xwe di dîtin, winda kirin. Di vê hilbijartinê de derbekî mezin li faşîzmê hat xistin. Lê ev nayê wateya ‘tunebûna wan.’ Ger têkoşîn mezin bibe dê demokrasî jî pêş bikeve. Hilbijartin jî ji bo vê firsendin.”

‘Çavkaniya pereyan hate qutkirin’

Di berdewamê de jî Konukcu destnîşan kir ku hema hema hemû çapemeniyê piştgirî di da îktîdarê û wiha dom kir: “Lê nekarîn gel bixapînin. Pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê ne beka, aborî ye. Êdî bila ew bifikirin. Gelo dê êdî çawa bikarin xwe li ser pêya bigirin? Çavkaniya wan a pereyan hat qutkirin. Li Rojhilata Navîn jî qad lê hatiye tengkirin. Bi vê hilbijartinê re şeqamekî baş li îktîdarê hat xistin. Li herêmê jî gelê kurd şeqamekî baş li rejîma AKP-MHP’ê da. Gel li vîna xwe xwedî derket.”

‘Moralê gel pir xweş e’

Di dawiya axaftina xwe de jî Kezban Konukçu ev tişt destnîşan kir: “Rewşa Erdogan berkendal e. Ji bo pirsgirêka kurd jî xwedî tu siyasetekî nîne. Erdogan, ji 7’ê hezîranê ve hewl dida pêvajoyê bi paş ve bide. Dît ku xeyaletê 7’ê hezîranê li ber wî ye. Moralê me baş bû. Ev pir girîng e. Ji bo me moral û hêvî çêbû. Ev pêvajo dê bandorekî baş li siyaseta Tirkiyeyê bike. Naxwazin grevên birçîbûnê bibînin. Lê êdî dê nekarin wisa bikin. Vîneke mezin derket holê. Dê bi saya vê têkoşînê neçar bimînin ku paşve gav bi avêjin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar