Navenda Nûçeyan
Dema jin bixwaz e hemû sînorên li dora xwe dikare hilweşîne. Her tişt bi daxwez û hewldanan pêk tê. Yek jî wan jinan helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç e. Fatêxan, di sala 1967 de li Amedê hatiye dinê. Dema 16 salî bûye bi zorê hatiye zewicandin. Bi zarokên xwe re mezin bûye. Ligel feraset û nêzikayita malbat, hejîn û derdorê piştî 20 saliya xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Heta niha helbest û çîrokên wê di gelek malper, pirtûk û rojnameyên de hatine weşandin.
‘Jiyana min bi êş û dert bû’
Fatêxan, anî ziman ku ew di jiyana xwe de gelek êş û jan kişandiye û wiha bilêv kir: “Gundê me dema ku zarokên keç dibûn 16 salî , dihatin zewicandin. Ez jî di temenê biçûk de zewicîm. Ez gelek xemgîn bibûm. Bi vî awayî min keziyên xwe yên dirêj jê kirin. Min ew keziyên xwe veşart û hêj jî wedişêrim. Min wî nas nedikir. Me hez hevnedikir. Ev tişt ji bo me herduyan gelek zehmet bû. Ez bi tundiyê re jî rûbirû mam. Jiyana min gelek bi êş û derdan derbas bû.”
‘Ez bi derfetên xwe fêrî xwendin û nivisandinê bûm’
Fatêxan, bi derfetên xwe hînî xwendin û nivisandinê bûye û wiha got: “Mixabin ez qet neçûm dibistanê. Min gelek dixwest ku ez biçim dibistnê. Bi wî awayî çawa ku zarokek di dibistanê de fêrî xwendin û nivîsandinê dibû, min jî bi hewildanek mezin xwe hîne xwendin û nivîsandinê kir. Hema min wextek biçûk jî bidîta, dixwend û dinivisand. Lê wextê min pir kêm bû, zarokên min wê çaxê biçûk bûn. Lê min zêde hewil dida ku ez fêr bibim. Hema min li erdê çi nivîs bidîta min dixwend. Niha jî ez bêtir bi wêjeyê re mijûl dibim. Di destpêkê de min bi zimanê tirkî dinivîsî lê piştre bi Rojnameya Azadiya Welatê fêrî nivîsandin û xwendina bi kurdî bûm. Ew çaxê bavê min aboneyê rojnameyê bû û her tim jê re dihat. Piştre ez jî bûm abone û min hewil dida ku ez Azadiya Welatê bixwînim. Bi vî awayî min dest bi nivîsandin û xwendina zimanê kurdî jî kir. Piştre jî min dest bi nivisandina helbestan kir.”
‘Min tu caran dev ji nivisandinê berneda’
Fatêxan, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya zewacê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku min xwe hîne xwendin û nivîsandinê kir li malê di navbera min û hevjînê min de şer derdiket. Li hemberî min her tim asteng bû. Tinazê xwe bi min dikir, lê min jî guh nedida. Her tim li hemberî min şîdeta fizîkî bikardianî lê rojek ez li dijî wî derketim. Piştî wê rojê şûnde şîdet jî qediya. Niha ez bi wêjeyê re mijûl dibim. Niha alavê têkoşîna min pênûsa min e.” AMED