Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Cuma - 6 Eylül 2024

FED-MED: Li dijî xiyanetê helwestek neteweyî divê

FED-MED’ê diyar kir ku PDK hewl dide li qada neteweyî û navneteweyî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rewa nîşan bide û got: “PDK ne amûreke ji rêzê ya êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk e. Ew jî rolek krîtîk dilîze. Ev rol hewl dide ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li qada neteweyî û navneteweyî rewa nîşan bide.”

Federasyona Civakên Azad ên Mezopotamya li NRW (FED-MED) bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk a dagirker re, da.

Di daxuyaniya nivîskî ya FED-MED ê da wiha hat gotin:

“Dewleta tirk a faşîst a dagirker li ser esasê konsepta şer a nû êrîşên berfireh li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Armanca herî girîng a vê êrîşê, bi pêkanîna plana hilweşîna êrîşên tunekirinê yên li dijî gerîla ye. Di rastiyê de hedef ne tenê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Dewleta tirk ji bo ku xeyalên xwe yên Peymana Netewî pêk bîne, hewl dide ku xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê. Di rastiyê de armanca dewleta tirk a sereke ew e ku bi van êrîşan hemû destkeftiyên Kurdan tune bike. Ew dixwaze bi van êrîşan planên xwe bike pratîkê. Ji ber vê yekê jî artêşa tirk bêyî ku tu rêgezên şer nas bike, bi teknîkeke bêsînor êrîşên xwe yên sûcên şer didomîne. Bi berxwedana hêzên gerîla êrîşên dewleta tirk tên pûçkirin. Bi têkçûna dewleta tirk a kolonyal re wê destkeftiyên kurdan mezin bibin. Hevkarên wan jî, yên mîna Elî Ewnî ji bo parastina kolonyalîzmê bi aşkeretî xiyanetê dikin. PDK ne amûreke ji rêzê ya êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk e. Ew jî rolek krîtîk dilîze. Ev rol hewl dide ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li qada neteweyî û navneteweyî rewa nîşan bide. Ev xeta xayîn, xeteke xeter e ku xizmeta kolonyalîstan dike û zirarê dide berjewendiyên gelê kurd. Li aliyê din jî ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd, divê em li her derê, li dijî kolonyalîzm û xiyanetê bi ruhê yekîtiya netewî berxwedanê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar