Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

FEDA û DAKB li ber fetwaya ‘xurafe’ rabûn

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ji bo gotinên "Di navbera yên li zarokekê/î bûye xwedî û zaroka/ê bûye xwedî astengiya zewacê nîne" ya Serokatiya Karên Diyanetê got, "fetwa xurafe."

FEDA û DAKB’ê daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê erdheja 6’ê sibatê ji bi xwe kiriye firsend û her tiştên ku di hiqûqa gerdûnî de weke qirkirinê tê pênasekirin tîne serê kurdan û kurd-ereb yên elewî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Herî dawî Serokatiya Karên Diyanetê fetwayeke xurafe da û got, “Di navbera yên li zarokekî/ê bûye xwedî û zaroka/ê bûye xwedî de astengiya zewacê nîne.

Her bûyera ku diqewime nîşanî me dide ku desthilatdarî dixwaze afeta erdhejê bike qirkirin. Li gorî agahiyên li nava raya giştî belav bûn, bi destûr û piştgiriya dewletê, mafyaya organan a mîna tarîqatan, dest datînin ser zarokên mexdûrên erdhejê, wan direvînin.

Bila kes van agahiyan weke çîrokê nebînin. Gelên me bi gotina ‘ji cihê agir lê nebe dû jê bilind nabe” rewşên bi vî rengî vegotiye.

Em van armancên qirêj ên dewlet û xwediyên desthilatdariyê ji dîrokê ve zanin. Dewletê ma di qirkirina ermenan de dest dananî ser zarokên ermen? Vê dewletê di qirkirina Dersimê de ma dest dananî ser ewladên gelê Dersimê? Vê dewletê di qirkirina Mereşê de dest dananî ser zarokên elewî? Vî mejî li Şengalê dest dananî ser zarok û jinên êzidî? Her wiha hemû dewletên ku qirkirin xistin meriyetê dest dananî ser zarokan? Bi kurtasî desteserkirina zarokan yek ji taybetmendiyên bingehîn ên qirkirinê ye.

Dewlet û tarîqatên ku nûnerên dawî yên vî mejî ne, bi desteserkirina zarokên ku malbatên xwe ji dest dane, felaketê vediguherînin qirkirinê. Ji fetwaya dawî ya Serokatiya Karên Diyanetê tê fêhmkirin ku agahiyên li ser desteserkirina zarokên me ji aliyê dewletê ve rast e. Em vî mejî şermezar dikin ku dibêje zarokên li wan bûne xwedî ji aliyê olî ve zewaca bi wan re pêkane.”

Di daxuyaniyê de bi navê FEDA’yê bang hat kirin ku li hemberî vê êrîşa nemerdane ya li ser zarokên gelan, her kes baldar be, hişyar be, wezîfe û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê mijara zarokên xwe yên winda yên gelên me bişopînin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirni ku bi hemû hêz û derfetên xwe ew ê li dijî vê êrîşa qirkirinê têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar