Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

FEDA’yê qurbaniyên Komkujiya Gurgumê bi bîr anî

FEDA’yê bi boneya 41’emîn salvegera Komkujiya Gurgumê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hemû qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hat gotin ku Komkujiya Gurgumê hê jî didome

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Komkujiya Gurgumê ku di 19’ê kanûna sala 1978’an de dest pê kir û hefteyekê dom kir de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de FEDA’yê hemû qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de FEDA’yê bi bîr xist ku Komkujiya Gurgumê piştî Komkujiya Dêrsimê yek ji hovîtiya mezin a li dijî kurdên elewî ye û da zanîn ku komkujî li dijî gel û baweriyan veguherî polîtîkayeke dewletê ya bi rêk û pêk.

‘Komar veguheriye propagandakarê komkujiyan’

FEDA’yê bi domdarî jî ev tişt parve kirin: “Komar li Tirkiyeyê veguheriye propagandakarê komkujiyan. Ev rastî niha jî di dema desthilatdariya AKP’ê de bi rengekî berbiçav tê dîtin. Di dema AKP’ê de gef û înkara dewletê li dijî hemû elewiyan dewam dike. Di vê serdemê de jî ger komkujiyek rû bide dê metirsiya herî mezin li dijî elewiyan be.”

Armanca komkujiyê

Di berdewamê de jî FEDA’yê destnîşan kir ku tevî ku 41 sal di ser Komkujiya Gurgumê re derbas bûn jî, yên komkujî kirin û yên plan kirin nehatin cezakirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev komkujî belgeyeke dîroka rûyê bi xwîn a komarê ye. Ev komkujî plana koçberkirina kurdên elewî û guhertina demografyayê bû. Hewl tê dayîn ku heman komkujî bi bi planên cuda bê kirin. Kampa ku li gundê Teroyan hate avakirin, madeya kanserê ya li deşta Gurgumê , febrîqeyên çîmento hemû parçeyên van planan bûn. Bi polîtîkayên tirsandin û koçberkirinê dixwazin bi destê dewletê kurdên elewî neçar bên hiştin ku koç bikin. Em hemû qurbaniyên Komkujiya Gurgumê bi bîr tînin û destnîşan dikin ku li dijî zilmê dê tu carî dest ji rêya xwe ya rast bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar