Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Fedayiyên serdemê

Dewleta tirk a dagirker di 26’ê îlonê de derbeke mezin û giran li bajarê Mersînê xwar. Bûyer li Mersînê qewimî, lê encama wê li Enqerê xuya kir. Du gerîlayên fedayî bi ser qereqola polîsan de girtin û çalakî kirin. Bi vê çalakiya fedayî re nîşan dan ku gerîla têk neçûne û kengî bixwazin dikarin li bajarên Tirkiyeyê çalakiyan bikin. Hem peyamek bû ji dagirkeran re, hem jî çavê wan tirsandin. Dewlet tu carî ne li bende çalakiyek bi vî rengî bû. Wan digot êdî gerîla têk çûye û hêza ku karibe çalakiyan bike nemaye. Tam di wextekî wiha de gerîla li bajarê wan ketin qereqola wan û derb li wan xistin.

Yên çalakî kirin jî gerîlayên jin bûn. Vê yekê hê bêtir bal kişand ser xwe. Çawa dibe ku du gerîlayên jin biçin heta ber qereqolê û li dijî wan polîsan hem şer bikin, hem jî xwe feda bikin. Wan fedayiyan rihê berxwedanê yê şoreşa Rojava nîşan dan. Ew rihê berxwedanê bû ku bi pêşengiya jinan dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê anîn. Ew rihê berxwedanê bû ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bilind dibe. Jina kurd bi vê çalakiya xwe careke din xeta Zîlan a serhildêr nîşan dan. Wezîrê şerê taybet Suleyman Soylû jî bi derewan hewl da ser bûyerê bigre. Derewek nema nekir, lê dîsa jî nekarî encama çalakiyê veşêre. Encama wê bi heybet bû. Di dîmenan de tê dîtin ku bê çawa ew gerîla bêtirs bi ser qereqolê de digrin û şer dikin. Ew dîmen bi serê xwe heybeta çalakiyê nîşan didin.

Ma ne dîsa Suleyman Soylû bû ku digot ma gerîla qedandiye û nema karin serê xwe rakin. Ma ne ew gerîla ne ku niha li Mersînê derb li wan xistin. Rayedarên dewletê şaş û mat bûn, lewma jî karê berevajîkirina çalakiyê dan Suleyman Soylû. Wî jî geh digot ji hewayê hatine, geh digot ji Minbicê hatine. Ji ku derê hatibin ne girîng e. Ya girîng encama çalakiyê û bandora wê ye. Her wiha ji bo çi ev çalakî kirin û dengvedana wê çawa bû. Lê Suleyman Soylû û çapemeniya şerê taybet ji bo nixumandina wê dest bi derewan kirin. Li gorî Soylû ew gerîla ji Minbicê bi paramotoran daketine Mersînê. Û ew daketin jî bi 12 saetan diyar kir. Lê çawa dibe ku ew paramotor 12 saetan li hewayê bisekine. Eger ev rast be jî ma 12 saetan çawa îstîxbarata tirk pê nahese. Li vê derê têkçûna îstîxbaratê jî xuya dibe. Ma ne Suleyman Soylû bû ku digot êdî çûkek jî bifire wê haya wan jê hebe. Lê ew gerîlayên fedayî 12 saetan li hewayê mane û ew pê nehesiyane.

Xuyaye ku çalakiya li Mersînê wê dawiya Soylû û hevkarên wî bîne. Ji ber ku ji serî heta dawî ji ber çalakiyê bi ser xwe ve nehatine. Ev derba giran wê bihêle ku careke din nikaribin pişta xwe rast bikin. Eger hûn biçin welatê xelkê û dagir bikin wê bedela wê hebe. Eger hûn çekên kîmyewî bi kar bînin wê bedela wê hebe. Eger hûn li zindanan komkujiyan bikin wê bedela wê hebe. Ji ber ku ev gel û zarokên vî gelî ne bêxwedî ne. Dibe ku dinya xwe ker, kor û lal bike, lê gerîlayên Kurdistanê wê destûra qirkirin û komkujiyan nedin.

Sara û Rûken careke din nîşan dan ku gerîla li ser şopa Zîlan dimeşin. Ew fedayiyên gelê xwe ne û serê xwe li ber faşîzmê natewînin. Rêber Apo di axaftineke xwe de digot “Me tirsa mirinê çirand.” Ev gotin perspektîfa kurdê serhildêr nîşan dide. Kurdan bi çalakiyên fedayî dawî li tirsa mirinê anîn. Vê fedayîtiyê bi Egîd û Zîlanan dest pê kir û îro jî bi Rûken û Sarayan dewam dike. Gerîlayên serdemê bi rihê fedayî şer dikin û li ber xwe didin. Ev rihê fedayî bûye tirsa dilê dagirkeran. Êdî nema dizanin bê ji ku derê wê derbê bixwin. Ji ber ku gerîla li her derê ye û kîjan demê bixwaze dikare çalakiyê bike. Ji lehengên Kurdistanê re mirin tuneye. Ew şehîdên xeta fedayî ya Zîlan in. Lewma jî heta ku Sara û Rûken hebin wê rehetî ji dagirkeran re tunebe.

Nûçeyên Têkildar