Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Federasyona Yekitiyên Elewiyan: Em ê bêdeng nemînin

Endamên Federasyona Yekitiyên Elewiyan ên Fransayê çûn serdanan çalakgerên li Strasboûrgê û diyar kirin ku ew piştgirî didin çalakgeran û dê li hemberî pêvajoya heyî bêdeng nemînin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li bajarê Strasboûrg Fransayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 36’an de ye. Piştgirî û serdana ji bo çalakgeran jî didome.

Endamên Federasyona Yekitiyên Elewiyan a Fransayê jî çûn serdana çalakgeran û piştgiriya xwe anîn ziman. Li ser navê endaman hevserokê federasyonê Hakan Akça axivî.

Akça diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyê, lewma hatine serdana wan û hemû kesên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê silav kirin.

Di axaftina xwe de Akça bal kişand ser komkujî û asîmîlasyona heta niha li kurdan û elewiyan hatiye kirin û wiha domand: “Em ê li dora mafên xwe yên gerdûnî ku li ser bingeha azadî û aştiyê diparêzin, li hev bicivin û têkoşîna xwe ya ji bo kurdan û elewiyan bidomînin.”

Akça bang li rayedaran kir ku bersivê bidin daxwazên çalakgeran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em piştgiriyê didin çalakiyê û di vê demê de em ê bi hev re tevbigerin. Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Em çalakiya wê silav dikin û bi navê Federasyona Yekitiyên Elewiyan ên li Fransayê dibêjin, em ê li hemberî pêvajoyeke wiha bêdeng nemînin.”

Li ser navê çalakgeran jî hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç diyar kir ku têkoşîna wan ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo hemû bawerî û gelan e û got ku tecrîd li her kesên demokrasiyê dixwazin tê ferzkirin.

Her wiha Koç bang li her kesê kir ku li dijî tecrîdê çalakiyan li dar bixin, faşîzma Erdogan hilweşînin û demokrasiyê biparêzin. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar