Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Fehîme Hemo: PDK ji bo dewleta tirk deriyên nû vedike

Endama Kordînasyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê Fehîme Hemo, bertek nîşanî vekirina "Navenda Çand û Hunerê" a Weqfa Barzanî da û got: "PDK, li şûna ku li dijî polîtîkayên dewleta tirk derkeve, ji bo Dewleta tirk deriyên nû vedike."  

Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 20’ê kanûna 2018’an de li dijî Efrînê êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Yek ji mezintirîn planên êrîşê jî guherandina demografyaya Efrînê bû. Di çarçoveya planê de xelkê Efrînê hat kuştin, mal û milkê wan hatin desteserkirin û koçberî li wan hat ferzkirin. Gelê ku li vir mayî jî her roj bi bûyerên tacîz, destdirêjî û revandinê re rûbirû dimînin.

Bertek û nerazîbûnên li hemberî destdirêjiya li dijî zarokan a li Efrînê û her wiha vekirina “Navenda Çand û Hunerê” a ji bo zarokan a Weqfa Barzanî didomin. Endama Kordînasyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê Fehîme Hemo axivî.

Hemo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî Efrînê û got: “Mijara kiryarên hov a ku ji aliya dewleta tirk a dagirker ku li Efrînê îro berdewam dibe mijara herî girîng e. Pêwîste em bînin ziman ku ev 5 sal in di encama siyaseta dewleta tirk a li hember bajarê Efrînê de tê meşandin bi sedan jin û zarok bi destdirêjî û revandinê re rûbirû man û hatin kuştin. Ligel vê jî li hemberî xwezaya bajêr jî heman kiryarên hov berdewam kir. Bi hezaran darên zeytûnê hatin birîn. Şûnwarên li herêmê hatin dizîn.”

Kiryarên li hemberî Efrînê

Hemo, da zanîn ku hewl didin ku vîna jina kurd tune bikin û wiha axivî: “Di encama van kiryaran de em matmayî nînîn ji ber ku siyaseta dewleta tirk li ser tunekirin, talankirn û qirkirinê ye, ji demên berê jî wisa bû heta îro jî hat. Dewleta tirk li Efrînê bi rêya siyasetê dixwaze vîna jina kurd tune bike. Siyaseta qirêj bi destdirêjiyê li Efrînê tê meşandin. Bi wan kiryaran dixwazin vîna gelê kurd biçewsîne û koçber bike. Bi vî rengî hêviya şêniyên Efrînê yên ku 5 sal in li Şehbayê li ber xwe didin têk bibin.”

Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan

Endama Kordînasyona Kongra Star Hemo, derbarê qanûnên navneteweyî ya li hemberî kiryarên bi vî rengî de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Kiryarên ku îro li Efrînê tên kirin li tu qanûnên dewletan de nîne û nayê pejirandin. Lê dîsa jî hemû rêxistinên mafê mirov û zarokan bêdeng mane û ji ber ku ew jî li gorî berjewendiyên xwe nêzî siyaseta dewleta tirk dibin. Piştevaniya dewleta tirk dikin.”

Aşkerakirina siyaseta qirêj

Hemo di axaftina xwe de wiha bal kişand ser helwesta saziyên kurdan: “Pêwîste rêxistinên kurdan bi rêya têkiliyên xwe yên bi sazî û rêxistinên mafê mirovan re xurt bikin da ku dawî li van kiryaran bînin. Di heman demê de rastiya dewleta tirk û siyaseta wan a qirêj di nava cîhanê de aşkere bibe. Her wiha daxuyaniyên ku em didin têrê bersivdayîna kiryaran nake. Ya girîng dubare ew e ku rêxistinên mirovî a girêdayî me bertekên xwe bi xurtî nîşan bidin.”

Vekirina navendê ya Weqfa Barzanî

Weqfa Barzanî li Efrînê di bin navê “Navenda Çand û Hunerê” de ji bo zarokan navendek vekir. Navend bi nepoxên sor û spî hatin xemilandin û zarokên ku beşdarî merasîma vekirinê bûn jî bi heman rengî cil li wan hatine kirin, Hemo di axaftina xwe de wiha behsa vekirina navendê kir: “Ji aliyek li Efrînê destdirêjî li zarokên me dikin, PDK jî li Efrînê ji bo zarokan Navenda Çand û Hunerê vedike. PDK’ê xemsariya xwe ya li hemberî sûcên li hemberî zarokan wiha nîşan dide. Ew zarokên ku di navendê de cih digirin dê li gorî zîhniyeta faşîst a Dewleta tirk bê bêperwerdekirin. Li şûna ku PDK li dijî siyaseta Dewleta tirk derkeve deriyên nû ji bo Dewleta tirk vedike.”

Hemo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em tifaqa PDK’ê ya bi Dewleta tirk re dike şermezar dikin. Em bang li her deverên ku kurd lê heyî dikin ku bi hev re li dijî wan siyasetên qirêj bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar