PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz beriya danişînê nêrînên xwe parve kir û wiha got: “Ev doz tenê ne doza min e, doza hemû gelê kurd e.”

Bi sedan kes ji bo danişîna ewil a doza Denîz Poyraz hatin ber Edliyeya Îzmîrê. Danişîn dê li eywana konferasnê ya edliyê were lidarxistin. Ji ber ewyan ne amade bû danişînê saet di dehan de dest pê nekir.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û bi sedan kes û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî danişînê bûne û li bendê ne danişîn dest pê bike. Fehîme Poyraz ji ber qelebalixiyê hestiyar bû û ji sekna xwe ya serbilind tavîz nade.

Fehîme Poyraz beriya danişînê hestên xwe parve kir û wiha got: “Kesî me bi tenê nehişt. Ez spasiya hemû beşdaran û piştevanan dikim. Ev girse min kelecanî kir. Ev doz tenê ne doza min e, doza hemû gelê Kurdistanê ye û doza dostên gelê kurd e. Mala wan ava me bi tenê nehiştin. Em dizanin ku kujerê Denîzê ne bi tenê vê êrîşê kiriye, yên destekê dane wî hene û ew ji kujer bêtir bi bandor in. Divê tenê ne kujer yên ku rê danîne ber wî jî werin cezakirin.”

Poyraz destnîşan kir ku beşdarî û piştevaniya Dayikên Aştiyê yên ji gelek bajaran hatine hêz dane wê û divê êdî kes nemire û aştî pêk were. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar