Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Felaketa esasî AKP ye, divê gel xwedî li paşeroja xwe derkeve’

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul li ber polîtîkayên dewleta tirk rabû ku herêmên erdhejê ji mirovan xalî dike û got, "Felaketa esasî AKP bi xwe ye. Divê gelê me xwedî li paşeroja xwe derkeve."

Ji ber erdheja li Bazarcix û Elbistanê rû da, bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Ji herêmên erdhejê mirov neçar dimînin ku koç bikin. Sedema bingehîn a erdhejê jî ew e ku dewleta tirk bi têrkerî piştgiriyê nade mexdûrên erdhejê. Pirsgirêkên stargeh, germkirin û xwarinê dibin sedem ku mexdûrên erdhejê ji neçarî koç bikin.

Parlamenterê Antalyayê yê HDP’î Kemal Bulbul têkildarî koça ji herêmên erdhejê ji ANF’ê re axivî. Bulbul anî ziman ku ji ber xanî xera bûn an jî xisar li xaniyan bû mirov neçar dimînin koç bikin û destnîşan kir ku divê ev yek neyê wê wateyê ku mirov careke din li warê xwe venagerin. Bulbul bal kişand ser zor u zehmetiyên li pêşiya gel û got, “Divê tedbîr bêne wergirtin. Lê belê ev tedbîr divê neyê wateya venegera li warê xwe. Dewlet vê yekê bi vî rengî plan dike, lê belê divê gelê me baldar be. Rast e li vir pirsgirêkên bingehîn hene. Ev jî pirsgirêkên stargeh, xwarin, ragihandin, paqijî, xwedîkirina heywanan û çûn hatin e.

Mînak tûtin û mimişên cotkaran di binê enqazê de mane. Her wiha heywanên wan di binê enqazê de mane. Divê em êdî xwe ji bi bandora psîkolojîk a erdhejê rizgar bikin û ji bo jiyanê tedbîran werbigirin. Ji ber ku êdî rewşeke ji ya belavkirina xwarinê mezintir heye. Ew jî koçberî ye.”

Cenaze di binê enqazan de hene

Bulbul ragihand ku têkildarî mirovên koç kirine pêşniyarên wan hene û got, “Bi şertê ku careke din vegerin, dikarin weke tedbîr biçin. Lê belê divê tespîta avahiyên li vê derê jî bikin. Divê tespîta hilweşîn, enqaz û mirinê bikin. Hikumet enqazê weke sergo nîşan dide, lê belê xezîneyek di binê enqazan de heye: hesin, alavên bi qîmet ên mirovan, bîranîn û cenaze hene. Lewma divê mirov xwedî li van derkevin. Di rewşeke bi vî rengî de weke tedbîr ji bo çareserkirina pirsgirêkên lezgîn dikarin biçin bajarên metropol, lê belê bi şertê vegerê.”

Nikarin li rûyê muxalefetê binerin

Bulbul anî ziman ku hin kes peyda bûne ku li hemberî mexdûrên erdhejê dane pey firsendê û wiha dewam kir, “Hate tespîtkirin ku ji Mersînê 500 hezar kesî koç kirine. Koçî bajarên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê dikin. Gelo li wê derê bersiv ji pêwîstiyên van mirovan re tê dayin? Na. Mînak li Antalyayê kirêya herî erzan 15 hezar TL ye. Mexdûrekî erdhejê yê ku mala wî xera bûye wê çawa karibe 15 hezar TL kirê bide? Hin mirovên me mal û otela xwe pêşkêşî mexdûrên erdhejê kirine, lê belê ev rewş nikare hertimî dewam bike. Ji ber ku wê demsala tûrîzmê destpê bike û ev derfet jî wê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê divê dewlet bi hemû derfetên xwe mobîlîze bibe. Dibêjin ku bi 110 milyar TL’yî pere kom kirine, wê van çawa binirxînin? Binerin meclîsê jî venakin. Ji ber ku rûyê wan nîne ku li rûyê muxalefetê binerin.”

Bulbul destnîşan kir ku erdhej felaket nîne, felaketa esasî AKP bi xwe ye û got, “Di dema hikumeta AKP’ê de lehî rabû, şewat çêbû, erdhej qewimî, krîza aborî rû da û şer qewimî. Tenê meteorek ma ku li cîhanê neket. AKP bi xwe felaketeke. Divê AKP û mejiyê wê biçe. Ji ber vê yekê divê em cih û warê xwe neterikînin. Me terikandibin jî divê em lê vegerin. Li hemberî civaka kurd û elewî polîtîkaya asîmîlasyon û bêmirovhiştina vê herêmê tê meşandin. Em xwedî li paşeroja xwe derkevin û piştevaniyê mezin bikin. Ez ji vê derê spasiya Şaredariya Çinarê û rêxistinên civakî dikim ku alîkariyê didin mexdûrên erdhejê. Spasiya kedkarên çapemeniyê dikim ji ber ku rastiyê vedibêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar