Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Felîx Padel: Abdullah Ocalan sembola gelan e

Antropolog-civaknas Felîx Padel diyar kir ku Pirsên Rêber Apo ji bo bijardeyên kapîtalîst pir radîkal in, lewma hêzên hegemon komployê kooordîne kirin û wiha got: “Abdullah Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo gelan sembolek e. Lewma berdana Ocalan meseleyeke gelekî girîng e.”


Hêzên hegemon di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dan destpêkirin û 15’ê Sibata 1999’an de rasdestî dewleta tirk a qirker kirin. Rêber Apo 26 sal in li pegala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin û nêzî 4 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Li hemberî vê êşkence û qirkirinê dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo salek li pey xwe hişt û dikeve sala duyemîn.

Civaknas û antropolog Felîx Padel ê di nava heyeta “Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî” de cih girt ku di sala 2020’î de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hat Tirkiyeyê diyar kir ku fikirên Ocalan îlham daye wî. Padel da zanîn ku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan gelek hewl dane û got ku fikir û pirtûkên Ocalan ne tenê li ser wî, bandor li ser gelek zanyarên civakî jî kiriye û wiha got: “Gelek zanistên civakî ji wî gelekî bandor bûne. Ji bo kesên xwedî feraseta siyasî şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk bûye îlhameke mezin.”

Padel anî ziman ku wî berhemên Ocalan ku tê de têgeha “şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk” pêş xistiye xwendiye û got: “Berhemên Ocalan li Ekvadorê û gelek welatên cîhanê tên xwendin û dîtin.”

Padel bal kişand ser xebatên Ocalan ên di warê jîneolojiyê de û got: “Li gorî min yek ji têgihiştinên ku Ocalan bi awayekî zelal derxistiye pêş ev e. Rast e koma herî mezin a bindest a cîhanê jin e. Ocalan bi cureyên cuda re rû bi rû dimîne; lê di heman demê de ji bo hevrûbina bi baviksalariyê re jî nexşerêyeke zelal danî meydanê. Yek ji ramanên ‘Jin jiyan azadî’ ev e: Ocalan li objekirina jinê dinêre, ez jî bi rêya antropolojiyê li objekirina gelên xwecihî dinêrim. Yanî rûxandina hiyerarşiya objekirinê… Gelek tiştên bi vî rengî hene. Ez wiha difikirim ku xebatên Ocalan pir girîng in.”

Padel destnîşan kir ku sedema komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan pergala wî û fikrên wî ne û got: “Li gorî min rêxistinên îstixbaratê her tim bi komployan dixebitin. Di navbera saziyên îstixbaratê yên Yewnanîstan, Kenya, Îsraîl û Tirkiyeyê de û hema bêje di navbera rêxistinên îstixbaratê yê Îngilitere û Amerîkayê de koordînasyonek heye. Ji ber ku tevahiya pergala Ocalan li ser lêpirsîna kapîtalîzmê, netew-dewlet û hegemonyaya vê avahiya çêkirî ya ku di sedsala 19’an de gelemperî bû ye. Pirsên Ocalan ji bo bijardeyên kapîtalîst pir radîkal in û lewma komployê kooordîne kirin.”

Padel anî ziman ku çend sal berê hatiye Tirkiyeyê û der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de agahî girtiye û tecrîda li ser Ocalan wekî “rewşeke dijmirovahî” nirxand û got: “Tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin li dijî hemû hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye. Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo şaristaniya demokratîk muzakere kirin. Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnan çareyê dibîne.”

Padel bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Ocalan wekî tiştekî “şokdar” bi nav kir û got: “Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qanûnên herêmî bi rastî jî tiştekî pir ecêb e. Bi taybetî jî bêdengiya çapemeniyê. Binêrin, ez zehmetiya ku gelê kurd pê re rû bi rû dimîne dibînim. Ji ber ku kurd di navenda Rojhilata Navîn de ne. Yanî dikarim bibêjim ku di navenda dîroka cîhanê de ne. Lewma berdana Ocalan meseleyeke gelekî girîng e.”

Padel ku wiha berdewam kir: “NATO li ser Ukraynayê gelekî bi hêz e, lê ji bo dagirkirina Kurdistanê, bakurê Sûriyeyê û bakurê Iraqê tiştekî nabêje” anî ziman ku hêzên cîhanê bi rê ve dibin mafyayî ne û got ku Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser girtiyên din jî belav bûye.

Padel, rewşa Ocalan û girtina damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku di sala 2006’an de bi weşandina belgeyên nepenî dixwest zelaliyekê bide da ber hev û got: “Me hemûyan digot ku em ê careke din dengê Julian Assange bi awayekî azad nebihîzin, lê ew gihaşt azadiya xwe. Çend roj berê li Konseya Ewropayê axivî. Û ew qas xweş axivî ku ev nîşan dide ku piştî tecrîda bi salan hêvî pêkan e û zextên navneteweyî dikarin tiştinan bikin. Ji lew re wekî ku min di serî de jî got; ne tenê ew an jî Ocalan, bi hezaran mirovên qenc di girtîgehan de ne. Demek berê hin hevalên min li Hindistanê di girtîgehê de bûn û divê ev biguhere. Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo me bi hezaran kesî sembolek e.”

Padel “Meşa Dirêj” a li Almanyayê, nobeda li Strasboûrgê û çalakiyên li çar aliyên cîhanê tên lidarxistin bibîr xistin û got ku ji bo Abdullah Ocalan di rojevê de bimîne û divê ev yek bê belavkirin.

Padel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêyî daxilkirina saziyên demokratîk ên kurdan a nava pêvajoyê, li Rojhilata Navîn aştî ne pêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar