Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Felsefeya Jin Jiyan Azadî li dijî mêrperestî bi ser ket

Hevşaredar Gulistan Sonuk diyar kir ku wan li dijî feraseta ki jinan qebûl nake têkoşiyan û wiha axivî: “Me li dijî feraseteke ku nexwestin jinê qebû bikin û di nav çar dîwaran de biçewisînin têkoşîn da. Em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi ser ketin.”

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî pêk hatin. Kurdistaniyan li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dengê xwe dan DEM Partiyê. Faşîzma AKP-MHP’ê beriya hilbijatinan hewl da li Êlihê paradîgmaya hevserokatiyê bide nîqaşkirin. Gelê Êlihê bi hilbijartina namzeta DEM Partiyê Gulistan Sonuk bersiv da dewleta tirk a dagirker. Hevşaredar Gulistan Sonuk ku hat hilbijartin der barê pêvajoya hilbijartinê û pêşerojê de axivî.

Hevşaredar Gulistan Sonuk da zanîn ku li Êlihê pêvajoyeke hilbijartinê ya normal nehatiye meşandin û yekem car pêvajoyeke ku di dîroka azadiya jinê de evqas êrîş pêk hatiye, hatiye jiyîn. Gulistan Sonuk wiha anî ziman: “Di pêvajoyeke ku tifaqa mêr xwe rêxistin kir û êrîşî me kir de em çûn hilbijartinê. Belkî jî têkoşîneke jinê ya evqas rêxistinkirî tunebûna em ê bi ser neketa. Ji ber vê di pêvajoyê de pergal hevserokatiyê ji nîqşê re hat vekirin. Gotin ‘jin nikarin bikin, jin wê dengan bixînin.’ Hêza jinê nîqaş kirin. Her wiha hêza li hember me ne tenê namzetek bû. Hêzên li pêş me mêrên ku hemû derfetên pergalê bi kar dianîn bûn. Ji ber nasnameya jinê di pêvajoya hilbijartinê de navê me jî neanîn ser zimanê xwe.”

Gulsan Sonuk destnîşan kir ku li dijî zîhniyeteke ku jinan qebûl nake, dike plana daweî û li gorî xwe biteşe dikin têkoşîn dane û wiha daxuyand: “Me heman feraset di 2011’ê de li Rojava çal kir. Feraseta di şer de ku ji aliyê şervanên jin ve hat kuştin, îro dîsa li Êlihê di bin navê partiyek siyasî de derket holê. Yên li hemberî me dizanibûn wê têk biçin lê ferasetek wekê ‘Têk biçe jî qe nebe bila li hember mêran têk biçe’ hebû. Di pêvajoya hilbijartinê de nêzîkatiyên zayendperest, gotinên zayendperest nîşan dan. Di gelek roportajên xwe de gotin ‘Em qezenc bikin em tevli çarşefa kesî ’ nabin. Ji ber vê jî me pêvajoyek normal derbas nekir. Me li dijî vê ferasetê têkoşîn da. Me li dijî feraseteke ku nexwestin jinê qebû bikin û di nav çar dîwaran de biçewisînin têkoşîn da. Em bi ser ketin.”

Di berdewamiyê de Gulistan Sonuk ev tişt anî ziman: “Me bi ferqek mezin şaredarî girt. Em ê rêveberiyên azadîxwaz ên jinan ava bikin. Her roj li jinan tundî tê kirin. Li ser vî esasî em ê ji bo guhertina vê pergal û siyasetê ji herêmê destpê bikin. Em ê rêveberiyên azadixwaz yên jinan ava bikin. Em ê di şaredariyê de di hemû yekîneyan de îstîhdama jinê pêk bînin. Em ê destkeftiyên hatine xespkirin ji nû ve ava bikin. Dema em vê bikin jî em ê bi hişmendiya jinê bikin.  Em ê jinan bidin xuyakirin û projeyên xwe bikin jiyanê.”

Gulistan Sonuk bal kişand ser felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û ev tişt bi lêv kir: “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji hemû cîhanê re bû hêvî. Em ê felsefeya jin jiyan azadî li her derê belav bikin. Em li dijî tifaqa mêr ya rêxistinkirî têkoşîna azadiya jinê bigihînin siberojan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar