Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Felsefeya jiyaneke nû: Jineolojî

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Kantona Kobanê Dîrok Qehreman di derbarê mijara zanista jineolojiyê de axivî û diyar kir ku bi hêza jinê dê civak cardin xwe ji nû ve bide damezrandin

Têgêha jineolojiyê yekem car di sala 2008’an de di parêznameyê de bi navê Civaknasiya Azadiyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşkêşkirin. Piştî ku ev pirtûk hat çapkirin, ji bo berfirehiya tehlîlkirina wê û naskirina vê zanistê tevgera jinên kurd li ser vê têgehê xebatek berfireh dane meşandin. Bêguman di nava dîrokê de ked, têkoşîn û pêşengtiya jinê hebû, lê ev dîrok hatibû veşartin û navê jinê tê de nehatibû derbaskirin. Ji ber zihniyeta baviksalarî tim têgehên jinê û keda wê desteser dikir da ku dîrokek ji bo jinê çênebê û di rûpelên dîrokê de jî were fetisandin. Ji bo careke din ev dîrok vegere rastiya xwe pêwistî hebû ku zanista jineolojiyê bibe pratîka hemû jinan da ku di nav de rastiya xwe bibînin.

Di sala 2011’an de Komîteya Jineolojiyê ya zanista jinê hat avakirin. Li gelek deveran navenda danasîna zanista jineolojî û fêrkirina wê dan çêkirin. Ji bo veguhertinên nû di civakê de li komîn, akademî, dibistan û zaningehan zanista jineolojiyê hat dayîn û karîbû bibe zimanê jinê li hember civaka yekreng.

Têkîldarê mijarê Endama Komîteya Jineolojiyê Dîrok Qehreman wate û girîngiya zanista jineolojiyê axivî.

Zanista jineolojiyê xwedî dîrokek kevn e

Qehreman diyar kir ku jineolojî weke têgeh Ocalan di pirtûka xwe ya Civaknasiya Azadiyê de nirxandiye û wiha got: “Ji wê demê û şûnde jineolojî bû rojeva Tevgera Azadiya Jinê. Jineolojî weke têgêh nû ye. Lê weke zanist bingehek xwe ya dîrokî heye. Di nava vê pirtûkê de pirsgirêkên civakî tê nirxandin. Ji bo nûbûnek di nava civakê de zindî bibe zanista jinê weke pirtûkekê hate pêşniyarkirin. Her wiha bi baldarbûnek mezin ji aliyê tevahî jinan ve hat pêşwazîkirin. Dîrokeke dewlemend a zanista civakî heye, lê cureyên wê yên ku temamiya wê dike hatibû windakirin. Weke rastiya jinê nirxên wê, têkoşîna wê ya salan, pêşengtiya wê ya ji civakan re ev hemû xalên windahî bûn. Ji ber zanyarên ku derketin jî pênasekirineke şaş ji bo civakê pêşkêş kiribûn û di nava kategoriyê de civak tengav hiştîbûn.”

Peyva jineolojiyê ji du peyvan pêk tê

Di axaftina xwe de Qehreman anî ziman ku têgeha jineolojiyê ji du peyvan pêk tê û wiha domand: “Jin bi zimanê kurdî tê wateya jiyan, jîn û xwezayê. Etmolojiya peyvê jî diyar dike ev zanist ne tenê girêdayî zayendekê ye, lê belê girêdayî jiyan û civakê  û bi giştî ye. Em dikarin bêjin zanisteke wiha dikare nêrîna jinê lêkolîn bike û jiyaneke rast biafirîne.”

Mijara sereke serarastkirina dîrokê ye

Qehreman destnîşan kir ku mijara sereke ya jinelojiyê serarastkirina dîroka ku hatiye berovajî kirin û wiha pêde çû: “Di nav de jî rêbazê heqiqeta jinê zanista mîtolojî ya ku heya niha di mêjiyê civakê de zindî maye vejîn dike. Lêkolînên heqîqeta jinê, rol û mîsyona wê di rêvebirina civakan de weke hebûn mayînde dike. Di encamê de nêrînên nû tên pêşxistin. Di ol û mezhebên ku vîna jin û hebûna wê didan çewisandin zanista jineolojiyê karîbû bibe bersiv ji nêzikatiyên şaş û zimanê çewt yê ku pê jin pênase dikirin. Felsefe û zanista rast a ku kesayeta jin şîrove dike, ew e zimanê zanista jineolojiyê bû.”

Divê nêrînek rast were afirandin

Dîrok Qehreman di berdewamê de da zanîn ku divê êdî nêrîneke rast ji jiyanê re were destnîşankirin, bi taybetî nêrînên neyînî ku jiyan bêwate hiştiye werin guhertin û ev tişt anî ziman: “Mînaka wê jî sîstemên kapîtalîzmê yên ku berjewendiya takekesî dide pêş divê ji kokê were rakirin. Li hember van cureyên êrîşên li ser nirxên mirovahiyê têkoşînek pêwist e. Divê watedariya keda hemû mirovan di asta herî jor de were destgirtin. Ger civak van xalan derbas bike, divê hevjiyana azad di nava civakê de were çêkirin û têkîliyên zanistî di navbera her du zayendan de were xurtkirin. Dema em nirxandinên hevjiyana azad dikin bi rengekî felsefîk em digirin dest. Pîvanên danûstandinê were pêşxistin. Ger mirov li ser dîroka mêran jî şirovekirina xwe bike, mirov dibîne ku bindestiyek li mêran jî hatiye kirin. Girêdayî kevneşopiyên civakî û qalibên ku li ser wan hatiye ferzkirin û di jiyana wan de dane pêkanîn, mêr jî bi zextan rû bi rû hatine hiştin. Zanista jineolojiyê dixwaze vê yekê bi mêran jî bide fêmkirin ku bi şêwaza jiyana şaş hatiye xapandin. Em dixwazin fikrê mêr jî veguherînin rastiya hevjiyana azad da ku serdestiya mêr li ser vîna jinan were parçekirin û bi hev re nasnameyeke rast bi nifşên pêş re bidin fêmkirin.”

Peyva namûsê teng hatiye nirxandin

Her wiha Qehreman bal kişand ser peyva namûsê ku tenê bi jinan hatiye sînordar kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Peyva namûsê teng hatiye nirxandin û tenê di kesayeta jinê de tê şîrovekirin. Ger em bixwazin xwe ji van pîvanan xilas bikin divê em namûsê rast şîrove bikin. Wateya namûsê di asta jor de em weke parastina welat, nirxên mirovan, rûmeta gelan û vîna azad bidin şîrovekirin.” KOBANÊ      

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar