Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Perşembe - 10 Ekim 2024

Felsefeya Rêber Apo çirûska azadiya hemû gelan e

Jinên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û gotin: “Felsefeya Rêbertî wê bibe çirûska azadîkirina tevahî civakên bindest. Em careke dinê, soza xwe nû dikin ku em ê sala 2024'an bikin sala azadkirina Rêberê xwe ya ji girtîgehê."

Bi munasebeta salvegera 26’an a destpêkirina komploya li ser Rêber Apo bi pêşengiya Kongra Star û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Apo bi dirûşma “Felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, çareseriya tevahî aloziyên li Rojhilata Navîn e” li Helebê konferans li dar xist. Bi amadebûna 400 kesî ya ji sazî, dezgeh, rêxistin, partî, tevger û malbetên pakrewanan konferans hat lidarxistin.

Jinên tevli konferansê bûn têkildarî peyam û naveroka konferansê nirxandin kirin.

Endama Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan her wiha Endama Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Kongra Star, Reşe Milhêm da zanîn ev konferansa ku hatiye lidarxistin ji bo pêşketina jinan, ji bo siberojeke baş a civakê gelekî girîng e û wiha pê de çû:” Bi munasebeta derbasbûna 26 salan a ji ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me ev konferansa xwe li dar xist. Em dewamkirina vê komployê şermezar dikin. Di konferansê de, me gelek nîqaş û nirxandin derbarê mijarên tecrîd, têkoşîn, azadiya jinan, rêxistinbûyina li dijî êrişan, kirin. Her wiha em ê ji bo azadiya Rêbertî ya fîzîkî, di nava Helebê de xebatek çawa û di çi astê de bidin meşandin, em li ser vê yekê sekinîn.”

Têkildarî peyamên konferansê Reşe da zanîn jinan xwestine tecrîd bi dawî bibe û civak bigihêje azadiya xwe û got:”Rêxistinbûyin û têkoşîna jinan weke xalek girîng hat destgirtin. Her wiha ji bo zêdetir xwendina parêznameyên Rêbertî yên ku dikarin ji tevahî pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de rû dane bibin çareyek, jinan axaftinên xwe kirin. Ji ber ku felsefeya Rêbertî wê bibe çirûska azadîkirina tevahî civakên bindest loma jî axaftina li ser vê yekê gelekî girîng e. Em careke dinê, soza xwe nû dikin ku em ê sala 2024’an bikin sala azadkirina Rêberê xwe ya ji girtîgehê.”

Di heman demê de Endama Meclisa her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Arîn Henan jî wiha got:”Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em bi hev re li vir kom bûne her wiha ancax felsefeya Rêberî bibe hêza çareserkirina hemû aloziyên ku heta niha di nava Rojhilata navîn de rû dane. Ev konferansa me bi coşa gel hat lidarxistin. Ev komploya ku destê hemû dewletên komploger tê de hebû û heta niha dewam dike wê bi saya têkoşîna gel û bi taybet bi têkoşîna jinan têk biçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar