Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Felsefeya Rêber Apo êdî bû gerdûnî

Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û gelsefeya xwe êdî bû malê cîhanê. Êdî ciwanên cîhanê li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedî derdikevin. Mînaka vê yekê konferansa ciwanên cîhanê ku li Parîsê pêk hat e. Di navbera 3-5’ê mijdarê de li Parîsa Fransayê ji 50 welatî 400 ciwan kom bûn û tev li konferansa Yekîtiya Ciwanên Cîhanê bûn. 400 ciwan ne bi awayekî tekakesî û şexsî beşdarî konferansê bûn. Her ciwanek li ser navê tevger û partiyekê hatin beşdar bûn. Li ser navê welatekî û miletekî hatin beşdar bûn. Li ser navê bawerî û bîrdoziyekê hatin tev li konferansê bûn.

Dîsa beriya wê di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê, dost û hogirên Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya fizikî pêngava azadkirinê dan destpêkirin. Ev jî nîşan dide ku êdî cîhan li fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwedî derdikeve. Êdî gelên cîhanê yên demokrat û sosyalist azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibînin. Tecrîdkirina Rêber Ocalan wekî tecrîdkirina xwe dibînin.

Ev wêneyê ku li konferansa ciwanên cîhanê ya bi dirûşmeya “Ciwan dîrokê dinivîsin” pêk hat, nîşanî me dide ku êdî ciwanên cîhanê li fikr û felsefeya Rêber Ocalan xwedî derdikevin. Êdî fikr û felsefeya Rêber Ocalan ji bo xwe wekî rê û rêgeh, wekî doz û bîrdozî dibînin. Wekî ronahî û fikra azadkirinê dibînin.

Ciwanan di encamnameyê de diyar kirin ku felaketa ekolojiyê roj bi roj girantir dibe, şer li her deverî gûr dibin, netewperestî û tevgerên faşîst li seranserî cîhanê belavdibin. Ciwanan destnîşan kirin ku ji bo têrkirina birçîbûna xwe qezenca zêde, pergala kapîtalîst a kûrewî jîngehê hildiweşîne û mirovatiyê ji bingeha xwe ya jiyanê bêpar dihêle û gotin: “Encamên wê yekê li her derê hem nava jiyanê, hem jî li derûdora me tê dîtin û hîskirin: tecrîda civakî, kuştina jinan, feqîrtî, azar, şîddet û felaketên xwezayê. Em di cîhanekê xwedî felaket û karesatên dijwar de mezin dibin, lê rastiya heyî ku pêşkêşî me tê kirin em qebul nakin. Îro li cîhanê ciwan xwe birêxistin dikin û ji bo pêşerojekê baştir têkoşînê dikin. Ciwanbûn ji bo me tê wateya lêgerîna heqîqetê, lêgerîna dunyayekê din û pêşerojekê azad. Em bi bawer û bi biryar in em ê xwe bigihînin vê armancê. Heger em mudexeleyê qeyranê nekin, kî bike? Heger em ji niha ve destpênekin, em ê kengî bikin? Li ser vê bingehê em di çarçoveya insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ hatin cem hev, da ku têkoşîna hevpar li ser zemînekê hevbeş pêşbixînin.”

Di vê analîza ciwanan de jî xuya dibe ku êdî ciwanan fikr û felsefeya Rêber Ocalan baş xwendine û dizanin ku çareserî di paradigmaya  Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk de ye. Dizanin ku êdî Modernîteya Kapîtalîst pêşeroja ciwanan jî tune dike. Pêşeroja hemû mirovahiyê tune dike. Di daxuyanî û niqaşên ciwanan de jî hat dîtin ku êdî ciwan ketine ferqê çareserî fikr û felsefeya Rêber Ocalan. Loma ciwanên cîhanê ji ew qas welat hatin li Parîsê kom bûn û biryara avakirina “Yekîtiya Ciwanên Cîhanê” dan. Îro ciwanên cîhanê li dora fikr û felsefeya Rêber Ocalan kom dibin û hebûn û xelasiya xwe di felsefeya Rêber Ocalan de dibînin. Pêşeroja xwe û azadiya xwe di felsefeya Rêber Ocalan de dibînin. Ji bo karibin bêtir sûdê ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bigirin, ji bo xwe azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wekî armanca sereke dibînin û bi biryar in ku azadiya Rêber Ocalan mîsoger bikin.

Gelek bi wate û girîng e ku îro ciwan ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan li paytextê Parîsê ya Fransayê kom bibin. Civîna ciwanan a li Parîsê ku navenda  kapîtalîzm û lîberalîzmê gelek bi wate ye. Li navenda paradigmaya hegomon û mêtîngeran helwesta xwe ya ji bo xeta sêyemîn nîşan didin. Helwesta xwe ya ji bo Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk nişan didin. Li navenda Ewropayê helwesta xwe ya li dijî talankirina ekolojiyê, li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê nîşan didin.

Li vê navenda helwesta xwe ya ji bo parastina ekolojî, demokrasî, azadiya jinê û azadiya civakê anîn ziman. Ev nîşanî me dide ku êdî pergala hêzên global û hegoman ji bo pêşeroja ciwanan tu hêviyê nade. Pergala hêzên hegoman ji bo pêşeroja ciwanan nabe bersîv. Ciwan pêşeroja xwe û azadiya xwe di vê pergala modernîteya kapîtalîst de nabînin. Hebûn û azadiya xwe di fikr û gelsefeya Rêber Ocalan a Modernîteya Demokratîk de dibînin. Bi vê bîr û baweriyê bi biryarin ku têkoşîna vê xeta sêyemîn û paradigmaya modernîteya demokratîk li hemû cîhanê belav bikin. Di biryarên encamnameyê de jî hat dîtin ku êdî ciwan dê şopdarê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin û fikrên wî j bo xwe esas bigirin. Ji bo pêşxistin û belavkirina fikrên Rêber Ocalan tê têbikoşin.

Nûçeyên Têkildar