Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Fen û fûtên dewletê naqedin!

Êdî em qebûl bikin. Dewleta tirk bi fen û fûtan be jî şareza ye. Belê, yên dewletê bi rê ve dibin ew qas jîr û zîrek nebin jî aqlekî dewletê heye û ev aqil jî her tim ji bo dewlet li ser piyan bimîne tê bikaranîn. Ango di vî warî de gelek şareza ne.

Em bînin bîra xwe. Di 7’ê hezîrana 2015’an de Erdogan têk çû. Derdê dewletê ne Erdogan bû. Heta, dewletê jî têkçûna wî dixwest. Lê ew hilbijartin tişteke din jî derxist holê. Kurd, bi vê hilbijartinê ve îspat kirin ku ew êdî bi awayekî fermî jî bi rêya HDP’ê şîrîkê dewletê ye. Ne tenê kurd, hemû milet û baweriyên ku nedihatin dîtin, bi hewldana têkoşîna kurdan di parlamentoyê de bi nasnameyê xwe cîh girtin. Ev yek ne tenê têkçûna Erdogan, her wiha têkçûna zîhniyeta nijadperest û takenasnameyî ya dewletê bû.

Ew aqlê ku heta wê rojê ji Erdogan nefret dikir, ji bo daxistina wî hewl dida, heman heyamê ket dewreyê û bi tevî Ergenekon û MHP’ê pêvajoyeke din da destpêkirin. Siyaseta şer, berhema wê heyamê ye. Serkêşiya vê siyasetê jî dan Erdogan.

Sedemên ku Erdogan çima vê serkêşiyê qebûl kir, aşkere ne. Ew ji dizî û gendeliyan berpirsyar bû. Gelek sûc kiribû. Ji bo parastina xwe careke din vegeriya ser kodên dewletê.

Encamên siyaseta şer aşkera ye. Aqlê dewletê dixwest dawî li kurdan bînin. Her cure şerê qirêj li hemberî kurdan hat bikaranîn. Ji zarokên hê nû welidî bigrin, heta kal û pîrên 80-90 salî her kurd di hedefa dewletê de bû. Lê bi ser neketin. Çi kirin û çi nekirin, berxwedana kurdan têk nebirin. Kurd, bi awayekî bêhempa li ber xwe dan û bi berdêleke giran hebûna xwe parastin. Lê rastiyek jî heye, derbên mezin jî xwarin. Têk neçûn, lê lawaz bûn.

Bi sedan însanên bêhempa bi destê dewleta xwînmij hatin qetilkirin. Bi tevî hevserok, parlamenter û hevşaredarên DBP û HDP’ê bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin zîndanîkirin. Bi dehhezaran kurd koçber bûn, ji axa bav û bapîran dûr ketin. Ev kiryarên qirêj ên dewletê mixabin, lawaziyê jî bi xwe re anî.

Niha diyar e, dawî li heyama şer hatiye. Lê aqlê dewletê dixwaze ji encamên vê heyamê îstîfade bike. Dixwazin kiryarên qirêj ên heyama şîrîkatiya AKP-MHP’ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji bo vê yekê pêk bînin jî careke din dest bi fen û fûtan kirine. Destkeftiya wan a herî mezin jî Tifaqa Millet e. Niha, vê tifaqa bi serkêşiya CHP’ê, ji bo desthilatdariya pêşerojê tê amadekirin.

Em dizanin, dewlet xwe jî, yên li ser navê wê xebitîne jî diparêze. Her tim wiha bûye. Qatilên xwe jî, ker û kûçikên xwe jî parastine. Niha jî welê tê dîtin ku dema dixwazin desthilatdarî biguherînin, ser sûcên berê jî bigrin. Her wiha, naxwazin kurd wekî heyama 2015’an carekî din bi xurtî bandor li siyasetê bikin. Hemû lîstikên wan, fen û fûtên wan li ser vê yekê ne.

Galgalên van rojên dawiyê bi fen û fûtên dewletê careke din di ber çav re derbas bikin. Çend roj berê, piştî Meşa Gemlîkê hin qelemxwînên AKP’î li ser rewşa birêz Ocalan axivîn. Wiha nîşan dan ku qaşo, AKP dixwaze hin gavên nû bavêje û ji bo vê yekê jî ew ê rêya Îmraliyê veke. Ji alî AKP’ê kesek bi awayekî fermî li ser vê yekê tiştek negot. Heta operasyonên li ser siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr û nivîskarên kurd zêdetir kirin. Lê piştî ku van galegalan destpêkirin, hin aliyên qaşo mixalîf in, dest bi gengeşiyan kirin. Welê kirin ku tu dibê qey kurd û AKP careke din dest bi pêvajoyeke nû kirine û hevdîtin dest pê kirine. Van aliyên ku piranî nêzî CHP’ê ne li bazariyên qirêj ên şîrîkên xwe, ango flortên Meral û Recep nabînin, ji ser derewên hin AKP’iyan senaryoyan çêdikin.

Diyar e, dixwazin dema veguherînê tenê çoyên li ser pişta kurdan veguherînin. Ango derdê wan ne heq, hiqûq û edalet e. Derdê wan carekî din xurtkirina bingehên takenasnameyî ya dewletê ye. Derdê wan parastina statuya nijadperest a dewletê ye. Ev operasyon jî bi aqlê dewletê tê birêvebirin. Dibe ku Erdogan ji ser hukim bibin. Lê bi vî aqlî ew ê ser sûcên Erdogan jî bigrin.

Belê, aqlê dewletê hesabên nû dike. Ji bo vê yekê jî Kiliçdaroglu û Akşener didin pêş. Lê nizanin bi qasî ku aqlê dewletê heye, her ew qas jî bexwedana kurdan heye. Kurd bi vê berxwedana xwe gihîştin roja me. Bila li pey hisabên qirêj negerin, vê hesabê jî bikin.

Nûçeyên Têkildar