PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Feraseta xwe diyar kir!

Navenda Nûçeyan |

Keça ciwan Î.E. ji ber ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî wê kiribû, di 16’ê tîrmehê de li navçeya Qubînê ya Êlihê hewl dabû dawî li jiyana xwe bîne. Î.E. roja sêşemê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Mirina Î.E. di nav raya giştî de bû sedema bertekên mezin. Li ser van bertekên zêde çawişê tecawizkar Mûsa Orhan duh hat girtin.

Li gel nameya ku Î.E. li dû xwe hiştibû, bi rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû tespîtkirin ku destdirêjî li Î.E. hatiye kirin û malbata wê giliya wî kiribû jî Mûsa Orhan hatibû binçavkirin û piştî ku gotinên wî hatibûn girtin, hatibû berdan. Piştî ku di ser bûyerê re meheke derbas bû û Î.E. jiyana xwe ji dest da û li ser medya civakî bi sed hezaran kes bertek nîşan da Mûsa Orhan hat binçavkirin.

Ne ji bûyerê ji anîna rojevê aciz bû

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku heta îro derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedabû, cara yekemîn axivî. Soylû ji Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan re axivî û li şûna ku ji ber tevlibûna çawişekî pispor a vê bûyerê aciz bibe ji ber hatina rojevê ya vê bûyer aciz bû. Soylû derbarê bûyerê de ev tişt got: “Helbet sedema bingehîn a ku bûyer ji aliyê hin derdoran ve tê rojevê, sergirtina kirinên parlamenterê HDP’ê û PKK’iyan e. Em bi qasî serê derziyê jî destûr nedin destdirêjî û tundiyê.”

Li aliyê din Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku çawişê pispor Mûsa Orhan ji peywirê hatiye dûrxistin û pêvajoya hiqûqî ya derbarê wî de didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar