Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ferhad Şamî: Êrîşên li dijî sembolên civakî nayên qebûlkirin

Ferhad Şamî diyar kir ku êrîşa li dijî sembolên civakî û neteweyî kiryareke dermirovî û sûcê nefertê ye û gefan li mozaîka civakî ya herêmê dixwe.

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokrtîk (HSD) Ferhad Şamî der barê bûyerên dawîn ên li Hesekê de axivî.

Ferhad Şamî di axaftina xwe de wiha got: “HSD′ê bûyerên di çend rojên borî de li Hesekê, ji ber êrîşa li dijî yek ji sembolên civakî û neteweyî yên herêmê şêxê eşîra El Cibûr Ebdulezîz El Muselet rû dane, şopandin. Her wiha piştî wê hewldanên şantajkirina li dijî welatiyên eşîrê jî şopandin. Sûcê êrîşa li dijî şêx El Muselet şêweyên derexlaqî yên kînê ne. Ev kiryar dûrî exlaq û urfên civakî ne û dibin sedema nefretê, gefan li mozaîka civakî ya herêmê dixwin. Em van red dikin û teqez qebûl nakin.”

Şamî di axaftina xwe da got ku divê rêz ji tevahî sembolên civakî re bê girtin û bang li tevahî şêniyan kir ku ji fitneyan hişyar bin û nekevin xefika hewldanên şantajê.

Çi bû bû?

Li Hesekê di 13′yê tebaxê de ji ber êrişa berpirsê milîsên Dîfa El Wetenî û komeke wê li dijî yek ji rûspiyên êla El Cibûr nakokiyek di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenê yên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê yên li derdora cargoşeya ewlehî ya li bajêr de çêbûn. Di encamê de endamên êlê bi hêrs bûn, serferberî ragihand û berê xwe da cargoşeya ewlehiyê û israr kir ku Dîfa El Wetenî were rakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar