Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ferhat Demîr: Em ji tendûristiya Ocalan bi fikar in

Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr diyar kir ku ji bo şerê li Kurdistanê bi dawî bibe divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin zêdetirî 32 meh in tu agahî nayên girtin. Di 28’ê cotmehê de li Stenbolê 78 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Girava Îmraliyê û polîtîkayên şer ên li Kurdistanê tên meşandin, bi daxuyaniyekê banga aştiyê kirin. Piştî Stenbolê li Amedê jî nêzî 200 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi sernavê “Ji niha ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” di 29’ê cotmehê de deklarasyonek aşkere kirin û banga aştî û azadiyê kirin.

Yek saziyên ku deklarasyon îmze kirî jî Platorma Şaxan a Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê bû. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Rihayê Ferhat Demîr diyar kir ku şer pirsgirêka tenduristiya gel e.

Armanca deklerasyonê

Demîr, anî ziman ku ji bo bidawîkirina şerê demdirêj ê li Kurdistanê deklarasyon îmze kirine û wiha got: “Şer bi salan e li Kurdistanê didome. Her wiha me diyar kir ku em ê li dijî hemû şerên li cîhanê û bi taybet jî li dijî yên li ser xaka me tê domandin aştiyê biparêzin. Lewma me deklarasyon îmze kir.”

Bi domdarî Demîr diyar kir ku muxatabê pirsgirêkê kurd Abdullah Ocalan e û wiha ev tişt anî ziman: “Bi sala ye tê tecrîdkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê muzakere bên kirin. Ji bo vê jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Sedema krîza aborî û aloziya heyî şer û tecrîd e. Şer, pirsgirêka tenduristiyê ya gel e.”

Bandora neyînî ya tecrîdê

Di berdewamê de Demîr da zanîn ku dê xebatên xwe yên li dijî şer û tecrîdê bidomînin û wiha pê de çû: “Şer û tecrîda heyî bandorê tenê li aboriyê nake. He wiha nahêle civak bi awayeke azad fikrên xwe bîne ziman. Em jî dibêjin ku divê ev şer biqede û civak bi aramî bijî.  Bi tecrîdê re mafê tenduristiyê yê birêz Ocalan jî tê binpêkirin. Derfetnedayîna ku kesek fikrên xwe vebêje jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya wî dike. 3 salan astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re, binpêkirina mafê tenduristiyê û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em nizanin rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan çawa ye.”

Demîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya civakê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd û îzolasyon metirsiyeke mezin li ser tenduristiyê dike. Polîtîkayên şer û tecrîdê li girtîgehan dibe sedema binpêkirina mafên tenduristiyê. Desthilatdariya siyasî ya heyî li girtîgehê jî rêbazên cezakirinê bi kar tîne. Li gorî qanûnan, divê di mijara tenduristiyê pirsgirêk ji girtiyan re neyên derxistin. Lê ev maf tê binpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar