Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Ferhat Tepe sekna Çapemeniya Kurd nîşan dide

Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bêdlisê Ferhat Tepe 26 sal berê hat revandin û kuştin. 26 sal borîn, lê heta nhia kujer nehatin darizandin. Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe, diyar kir ku ji ber birayê wê bi wêrekî û bi eşk nûçe çêkirin, bû hedef û wiha got: “Wêrekî û serî netewandina Ferhat û Apê Mûsayan ya bi eşq nûçe çêkirin û rojnamegerî kirin îfadeya sekna Çapemeniya Kurd nîşan dide.”

Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bêdlîsê Ferhat Tepe 26 sal berê hat revandin û hat kuştin. Di 28’ê Tîrmeha 1993’an de dema Ferhat Tepe ji mala xwe ya Bedlîsê derket, ji aliyê 3 kesên çekdar ve hat revandin. Cenazeyê Tepe 10 roj şûnde li ser rêya Xarpêtê nêzî Gola Hazarê hat dîtin. Di rapora otopsiyê de sedema mirina Tepe wekî ku “Bi avjeniyê nizane û di avê de fetisî ye” derbasî qeydan kirin. Maşîneya ku Tepe pê revandin piştre li pêş Qereqola Navçeya Navendî ya Bêdlisê hat dîtin. Tevî hemû serlêdanên malbatê rayedarên dewletê qebûl nekirin ku Tepe di bin çavan de ye.

Wê demê bavê Tepe Îshak Tepe Serokê Rêxistina Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Bedlisê bû. Beriya ku Ferhat Tepe bê revandin, Fermandarê Tugaya 6’emîn a Zirxî ya Tetwanê Tuggeneral Korkmaz Tagma bang li Îshak Tepe kir û jê re got ‘Hûn çima karê dewletê nakin û alîkariyê bi terorîstan re dikin. Çima hûn dewletê wekî tawanbar nîşan didin. Dewlet sûc nake. Dewlet cînayetan nake. Kurê te di rojnameyê de van tiştan dinivîse. Tiştekî wisa tune ye’ û gef xwarin. Piştî vê gefa Tagma Tepe hat revandin û kutin. Li gel vê gefa Tagma tu lêpirsîn nehat kirin û heta niha aqûbeta kujerên Tepe ne diyar e û hêj kujer nehatine darizandin.

Kesên Ferhat Tepe revandin, bi telefonê li malabatê geriyan û şertê ku divê bavê wî Îshak Tepe îstifa bike, milyarek wê demê bide û 4 turîstên ku wê demê rêxistinê ew revandin berdin. Malbata Tepe serî li hemû deriyan dan. Piştî Ferhat tepe hat revandin, malbat dest bi greva birçîbûnê kir. Di vê navê de bi desteke gelên Bedlîsê pereyê ku kesên Tepe revandin xwestin hat komkirin. Dema malbat diçe cihê hatiye diyarkirin, kesî nabînin. Lê di 8’ê Tebaxê de cenazeyê Ferhat Tepe li peravên Sîvrîceyê yê Gola Hezerê ji aliyê masîvanekî ve hat dîtin. Ji ber wê demê baş nehat belavkirin hayê kesî ji cenaze çênebû û ji aliyê Şaredariya Xarpêtê ve li Goristana Asrî ay Xarpêtê hat definkirin. Piştî demekê hayê malbatê û rojnameyê ji cenaze çêbû û cenaze ji vir derxistin û teşhîskirin. Piştre hat dîtin ku Tepe bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin, cixare li ser bedena wî hatine tefandin û qirika wî bi têlê hatiye jidandin û fetisandin. Paşê bi karwaneke mezin a wesayîtan cenaze anîn li Bedlîsê definkirin. Dayik Zubeyde Tepe, ji ber ku tim dixwaze kurê wê bi awayekî rûken bê ber çavên wê naxwaze cenaze bibîne.

Ji bo kujer bên darizandin malbatê serî li gelek cihan da. Lê hemû rê li ber wan hat girtin. Wekî bi hezaran cinayetên kiryar nediyar, kiryarên Ferhat Tepe jî nehatin dîtin.  Piştî ku Ferhat tepe kuştin, malbat ji ber çewisandinên dewletê ji neçarî di sala 1994’an de berê xwe dide Stenbolê. Piştî malbatê koçî Stenbolê kir, dayik Zubeyde Tepe, li Stenbolê jî legerîna xwe berdewam kir. Li Qada Galatasarayê tevî dayikên ku zarok û xizmên wan hatine windakirin lêgerîna xwe berdewam kir. Ji wê rojê ve dayik Tepe her hefte roja Şemiyê berê xwe dide Qada Galatasarayê.

DMME Tirkiye mahkûm kir

Malbata Tepe ku li Tirkiye ji hiqûqa navxweyî encam negirtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME bi sedema ku Tirkiye yêpirsînek çalak nekiriye, Tirkiye bi 28 hezar avroya Tirkiye ceza kir. Disa hewldanên malbatê yên li Tirkiye bê encam man. 14 kesên ku li Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê bûn şahid ku Tepe rastî îşkenceyê hatiye, tu carî îfadeya wan nehat girtin û dadgehê li wan guhdar nekir. Ji bo ku Parêzerê malbatê Şevket Epozdemîr dest ji dozê berde gelek caran rastî gefan hat. Welatî Taner Şarlak ku bû şahidê kuştina tepe piştre ji ber “Wîcdanê wî qebûl nekir” axivî û got: “Tepe li girtîgehê bi boriya avê ve girê dabûn. Kesên di ber wî re derbas dibûn digotin ‘ev rojnameger e’ û li wî didan.” Şarlak diyar kiribû ku ji ber di doza DMME’ê de îfadeya şaş daye 13 salin ezabê wîcdan dijî. Şarlak piştre ji rojnameyê re axivî bû û diyar kiribû ku pir poşman e.

‘Korkmaz Tagma kujerê kurê min e’

Dayika Tepe Zubeyde Tepe  diyar kir ku li gel kujerê Tepe diyar e jî hêj kujer nehatine darizandin û wiha got: “Wê demê me serî li hemû deriyên dareyadan da. Fermandar Korkmaz Tagma kujerê kurê min e. Dewlet wî  mahkeme û ceza neke. Midûrê Polîsan ê Bêdlisê got ‘Ev yek nayê qebûlkirin. Çawa dibe ku hatibe revandin’. Ez çûm Qereqola Garnizonê ya Tetwanê. Min got ‘Kurê win winda ye. Ger ku tiliya Korkmaz Tagma di nav d hebe jêre bêjin bila kurê min berdin. Min got bi revandinê pirsgirêk çareser nabe. Wan jî got ‘Rojê 10 esker tên kuştin’ min jî got ‘Ger ku bi kuştina kurê min wê kuştina eskeran û mirovan raweste ezê bi kuştina kurê xwe razî bim.’ Min aqûbeta kurê xwe ji Suleyman Demirel, Mehmet Agar û Tansu Çîller jî pirsî. Min daxwaznameya winda da hemû rayedaran. Lê hemû daxwaznameyên min bê bersîv man. Piştî kurê min revandin çend roj şûnde kesên xwe wekî “Tugaya Tolhildana Tirk” pênase kirin, bi telefonê li Îshak geriyan û gotin:  “Kurê we di destê me de ye. Agahî nedin tu kesî. Hûnê turîstên ku PKK’ê revandine bînin’ Tu yê avahiya DEP’ê bigire. Tuyê fidye bide me.’ û gef li bavê Ferhat Îshak xwarin.”

Bi eşq rojnamegerî dikir

Dayik Tepe anî ziman ku kurê wê Ferhat Tepe bi eşqek mezin karê rojnamegeriyê dikir û wiha bi dawî kir: “Dema li Bedlisê rojnamegerî dikir her dem diçû nûçeyên gundên hatin şewidantin çêdikir. Her dem nûçeyên siyasetmedarên Kurd ên dihatin revandin û kuştin dikir nûçe. Ji ber ve yekê hat qetilkirin. Qatilê Kurê min Korkmaz Tagma ye. Tevê kujerê kurê min diyar e nayê darizandin. Hemû alem vê yekê zane. Ew qatilê gelek kesên li herêmê hatin kuştin e. Em dixwazin kujer bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne. Ji bo vê yekê wekî dayik em diçin Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam dikin.”

‘Ji ber bi wêrekî nûçe çê dikirin kirin hedef’

Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe jî anî ziman ku birayê wê Ferhat di salên 1990’an de ku serdema herî tarî bû bi wêrekî û eşqek mezin nûçe çê dikir û wiha got: “Ji ber birayê min Tepe bi wêrekî nûçe çê dikir hat kuştin. Tu carî ji çêkirina nûçeyan netirsiya. Jiyana wî ya rojnamegeriyê heta li Xarpêtê cenazeyê wî hat dîtin berdewam kir. Ciwanekî 19 salî bû. Ji bo yên din bitirsînin ew qetil kirin. Faîl diyar in. Fermandarê Tugaya Tetwanê Tuggeneral Korkmaz Tagma ye. Ferhat wekî hevalên xwe yên wê demê hatin kuştin bû nefes û dengê gelê xwe. Bi dehan şahidên ku îfade dan û piştre îfadeya xwe paşve kişandin gotin “Ferhat li JÎTEM’a Amedê hatiye dîtin. Lê hêj faîl nehatine darizandin. Ferhat wê heta dawî di dilê gelê xwe de bijî. Heta ku kujerên Ferhat bên dîtin û darizandin jî tekoşîna me wê bidome.” STENBOL

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar