Civaka êzidî piştî êrîşên DAIŞ’ê bi hemû pêkhateyên xwe ve li herêmê jiyan ji nû ve ava kir. Êş û neheqiya li hemberî gelê herêmê pêk hatî wek fermanê hat pênasekirin.
Di pêvajoya ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Şengalê de, kêm be jî cîhan bi saya ekranên televîzyonên kurdî bû şahidê êşa xelkê êzidî.
Di wê demê de çi bibû; 2’yê tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê yên Mûsilê dagir kirin, bi armanca dagirkirinê berê xwe dan Şengalê. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji tevahiya gund, komelgeh, bajarok û navenda Şengalê vekişandin. Şengala ku bêparastin ma û bi qirkirineke mezin re rû bi rû mabû.
Li Şengalê dîrokê xwe dubare dikir. Dîsa ferman û komkujî li ser gel pêk dihatin. Komek gerîla ji bo ji vê qedera kambax re bêjin êdî bes e, ji çiyayê Kurdistanê xwe bera deşta Şengalê dan. Xelkê herêmê ji van gerîlayan re gotin; 12 siwarên Derwêşê Evdî û xwe spartin wan.
Gerîlayan wê rojê bi rizgarkirina sedhezaran êzidiyan ve destanek nivîsand. 4’ê Tebaxê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got: “Em ê Şengalê biparêzin û îşev em ê mudaxale bikin.” Şervanên YPG-YPJ’ê jî xwe ji Rojava gihandin hawara Şengalê û korîdora mirovî vekirin. Êzidiyan tenê şervan û gerîlayên Rêber Apo di wê roja teng de li dora xwe dîtin. Wan şervan û gerîlayan Şengala dagirkirî, gundewarên wê ji faşîzma DAIŞ’ê rizgar kirin.
Civaka êzidî bi hemû pêkhateyên xwe ve, ji ber ku ew ji vê qirkirinê ango fermanê rizgar kirine minetdariya xwe pêşkeşî gerîlayê Kurdistanê dikin. 12 gerîlayên ku gihaştin hawara xelkê Şengalê di heman demê de bû sembola berxwedana civaka êzidî. Bi sedhezaran kurdistaniyên ku bi saya gerîla ji destê DAIŞ’a hov hatin rizgarkirin li herêmê bûn hêviya jiyaneke nû.
Bi saya îradeya şervanên azadiyê raber kirî, civaka êzidî di xwe de îradeya rêxistinê dît. Bi hemû pêkhateyên xwe ve li gor normên civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk xwe bi rêxistin kir. Partî hatin avakirin, sazîbûn pêşket û her ferdek bû perçeyekî vê xebatê. Belkî di dîrokê de cara yekem civaka êzidî xwe bi xwe bi rê ve dibe.
Hemû sazî û pêkhateyên Şengalê di bin banê Meclisa Xweseriya Demokratî ya Şengalê de xwe bi rêxistin kirin. Ji bo parastina civakê hêzên parastinê yên mîna Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê hatin avakirin. Li dijî êrîş û tehdîdên li ser herêmê êdî, bi îradeya xwe ya azad dikarîbûn xwe biparêzin û xwedî li hebûna xwe derkevin.
Rêxistinbûyîna xelkê Şengalê êdî gihaşt asta xwe, xwe bi xwe bi rê ve bibe û biparêze. Li ser ser vê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 23’yê Adara 2018’an bang li gerîlayên HPG û YJA-Starê yên li Şengalê kir. Di 1’ê Nisana 2018’an de li ser banga KCK’ê ji herêma Şengalê derket. Ji wê rojê ve tu yekîneyên girêdayî gerîla ango girêdayî HPG’ê li herêmê nîne.
Aliyên ku dixwestin DAIŞ li herêmê bibe hêz û piştevaniya wê dikirin, binketina DAIŞ’ê ya li Şengalê hezim nakin. Ji wê jî zêdetir tehemulî pêşveçûn û rêxistinbûna civaka êzidî nakin. Li gor wan mafê civaka êzidî nîne ku xwe birêxistin bike û ji bo xwe bi rê ve bibe saziyan ava bike. Ev saziyên civaka êzidî ên li gor zagonên Iraqê hatine avakirin jî li gor wan bê hikm in û ne fermî ne.
Îro ew hêzên êzîdî û Şengal bi qirkirinê rû bi rû hiştin, hewl didin fermaneke nû li serê êzidiyan rakin. 9’ê Cotmeha 2020’î Iraqê, dewleta tirk û PDK’ê ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê were tasfiyekirin, peymanek mohr kirin.
Ji wê rojê ve şengalî li qadan e û nerazîbûna xwe ya li dijî vê peymanê radigihînin. Bi taybetî li ber navenda Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê ev çar meh in çalakiya nobetê ya şengaliyan didome.
Tevî şengalî doza mafê xwe yê rewa dikin jî rêvebiriya Bexdayê guh nade daxwaz û nerînên xelkê herêmê. Dewleta tirk ji bo rêvebiriya Iraqê peymana 9’ê Cotmehê pêk bîne zextê dike. Bê guman ev peyman xewnê PDK’ê yê ji nû ve vegera herêmê jî geş dike. Lewma ji bo pêkanîna vê peymanê hemû aliyên peyman îmze kirine, bêyî ku guh bidin maf û daxwazên gelê Şengalê ji bo berjewendiyên xwe îradeya civakê tune dihesibînin.
Herî dawî hukûmeta Iraqê heta 1’ê nîsanê dem dabû Rêveberiya Xweser ku Asayîşa Êzidxanê tasfiye bike. Hêjayî gotinê ye ku 1’ê nîsanê roja paşvekişîna gerîlayê Kurdistanê ji Şengalê bû. Dewleta Iraqê jî di şopa hevkarê xwe de dimeşe û ji bo êriş bike rojên taybet diyar dike.
Bê guman desteya Rêveber a Şengalê van daxwazên rêvebiriya Bexdayê wek tehdît dibîne û red kiribû. Li dijî van tehdîda biryara berxwedanê ragihandibû. Bi taybetî bal kişandibû ser hilbijartina 1’ê nîsanê, ku salvegera xwevekişandina gerîlayên HPG û YJA-Starê ya ji Şengalê ye.
Lewma gelê herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe ve li dijî van hewildanên ku dixwazin Şengalê bi tenê û bêrêxistin bihêlin, di biryara xwe ya berxwedanê de bi israr in. Ji ber vê yekê berxwedan û têkoşîna civaka êzidî hêja ye.