Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Fermana Komkujiya Parîsê Erdogan da, bila were darizandin’

Rêxistinên Jinan têkiliya Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an daxuyanî dan û wiha gotin: “Em bang li hemû şoreşger, femînîst, hemû jinên çepgir, dijberê pergala zilam serwer dikin ku bi rengek xurtî tev li meşa 9'ê Çileya li Parîsê Gare du Nordê bibin.” 

Têkildarî salvegera Komkujiya Parîsê Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F), Marche Mondiale des Femmes, Reseau Feministes Repture, SKB, Collectif National pour les Droits des Femmes (CNDF), Coordination Française pour le Lobby Européen des Femmes (CLEF) ile Las Rojas Feministes Anticapitaliste bi daxuyaniyeke hevpar gotin ‘Komkujiya van sê jinên mezin ên kurd ên şoreşger weke parçeyek ji qirkirin, înkar û polîtîkaya dagirkirinê ya dewleta tirk a mêtinger û rejîma faşîst û dîktator a rejîma Erdogan a dijî kurdan pêk hatiye.’

Rêxistinên jinan diyar kirin ku sê hevrêyên wan ên şoreşger ên kurdistanî li paytexta Fransayê Parîsê 9’ê Çileya 2013’yan de bi alçaxî ji aliyê dewleta tirk a faşîs ve hatine qetilkirin û wiha gotin: “Em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku di êrîşa dermirovî de hatin qetilkirin, di salvegera 8’emîn a qetilkirina wan de bi hurmet, minet bi bîr tînin, vê êrîşa bi alçaxî careke din bi hemû hêrs û kîna xwe şermezar dikin. Qetilkirina van sê jinên mezin ên kurd ên şoreşger, weke parçeyek ji polîtîkaya qirkirin, înkar û dagirkeriyê ya dewleta tirk a mêtinger û rejîma Erdogan a faşîst, dîktator a dijî kurdan pêk hatiye. Gelê kurd û dostê wan berpirsên ve komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê pêk hatî derxistine holê. Lê dada Fransayê ji bo hesab ji berpirsê vê komkujiyê bipirse berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Mekanîzmaya dadê ya dewleta Fransayê hê jî ji li ba kurdan û mirovahiyê ronî nebûye.

Li dijî patrîkaryayê, faşîzmê û hemû rengên tundiya jinan li hemû qadên jiyanê geşkirina têkoşîna hevpar ji her demê girîngtir e.

Heta ku Parîs neyê ronîkirin û ji berpirsan hesab neyê pirsîn komkujî mixanbin wê domdar bin.

Di salvegera 8’emîn a komkujiyê de em dibêjin; me şehîdên Parîsê ji bîr nekirin, em ê hêzên komkujî tu caran efû nekin.

Bi vê çarçoweyê em saziyên jinan bang li hemû jinên şoreşger, feminîst, çepgir, dijî pergala zilam serwer dikin ku bi rengekî xurt tev li meşa me ya 9’ê Çile ya li Parîs Gare du Nordê bibin!” PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar