3’yê Tebaxê salvegera fermana qirkirinê ya li Şengalê ye. 3’yê Tebaxa 2014’an bû û DAIŞ’ê li Şengalê fermanek bi serê civaka êzidî de pêk anî. Ji wê rojê heta niha deh sal derbas bûn. Di nava van deh salan de gelek tişt hene divê mirov encaman jê derxîne. Eger em qala wê demê bikin, her kes dizane ku ew ferman çawa hat organîzekirin. Dewlet û kesên di qirkirinê de rola wan hene jî tê zanîn. Lê divê em qala encamê bikin.
Di encamê de Şengala ku dihat xwestin bi temamî were jêbirin bi cih nehat. DAIŞ û hevkarên wê negihiştin armanca xwe. DAIŞ a ku li Şengalê jin revandin, kirin kole û firotin, bi destê jinê jî hat têkbirin. Jinan tola xwe hilanîn û bi destê xwe dawî li DAIŞ’ê anîn. Şengala ku beriya fermanê îradeya wê û hêza wê tinebû, êdî ne wekî berê ye. Îro li Şengalê îradeyek heye. Rêveberî û hêzek eskerî heye. Ev jî nîşan dide ku wê nema karibin wekî berê fermanê bi ser civaka êzidî de bînin. Qala 74 fermanan tê kirin, lê di wan fermanan de êzidî bê rêxistin bûn. Êdî êzidî bûne xwedî îradeyek. Keç û xortên wê civaka xwe diparêzin.
Ji vê jî herî zêde dewleta tirk û PDK nerazî ne. Derdê wan ew bû ku êzidî werin tinekirin û koka wan were qelandin. Lê negihiştin armanca xwe. Ji bo vê yekê jî di 9’ê cotmehê de peymanek çêkirin. Hedefa wê peymanê jî belavkirina îradeya li Şengalê ye. Dîtin ku nekarîn vê yekê bikin, vê carê jî di salvegera fermanê de biryara girtina partiya êzidiyan dan. Ev jî nîşan dide ku Şengal ji bîra wan neçûye. Heta ku karibin wê êriş bikin û armancên xwe pêk bînin. Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bi cih bîne, vê carê jî ew bi xwe li meydanê ne.
Di êrîşên dewleta tirk a dagirker de li Şengalê bi dehan rêveber, fermandar û pêşengên civaka êzidî hatin qetilkirin. Ew kesên ku Şengal ji qirkirinê parastin, bûn hedefa êrişan. Lê ew kesên ku Şengal firotin û reviyan, îro li ser Şengalê bazaran dikin.
Her kes dizane ku yên bûne sedema qirkirina li Şengalê PDK û pêşmergeyên wê ne. Li ber çavê her kesî reviyan û ew civak ji qirkirinê re berdan. Hiştin ku ew barbarên DAIŞ’ê bi hezaran jinên êzidî birevînin û qetil bikin. Di sedsala 21’ê de jin kirin kole û li bazaran firotin. Ev tenê bese ku mirov ti carî PDK’ê û Barzaniyan efû neke. Her kes jî dizane ku yên bi hawara Şengalê û civaka êzidiyan de hatin PKK û şervanên wê bûn. PDK’ê wê demê jî astengî ji hatina gerîlayan re derxistin. PDK reviya û nedixwest kes jî li ber xwe bide. Ciwanên êzidî yên li ber xwe dan jî qetil kirin. Gerîlayên ku çûn bi hawarê ve jin ji wan girtin. Ew dîmen û wêne wê ti carî ji bîra civakê neçe.
Ew dewlet û hêzên ku li dijî fermanê derdikevin, divê beriya her tiştî li dijî peyman û biryarên li ser Şengalê derkevin. Divê îradeya li Şengalê nas bikin û xweseriya wê qebûl bikin. Heta ku Şengal ne xweser be û îradeya wê neyê naskirin, wê êrîş jî bi dawî nebin. Lewma pêdiviya sereke û lezgîn jî naskirina îradeya li Şengalê ye.