Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Fermandar Dalaho: Berxwedana gerîla bênavber didome

Yek ji Fermandarê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê Siyabend Dalaho êrişên dagirker ên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê nirxand.

Siyabend Dalaho di destpêka axaftina xwe de gerîlayên Şaristan, Viyan, Agir, Fedaka û Şervan yên ku di serê operasyonê de şehîd bûne bi bîr anî û da zanîn ku soza wan ji bo berdewama vê nêkoşînê didome û wê bidome.

Dahalo di berdewa axaftina xwe de wiha got: “Wekî tê zanîn di 17’ê nîsanê de operasyonek hate destpêkirin. Rêveberiya partiya me warên îdeolojîk, siyasî û felsefî yên vê operasyonê nirxandin. Em di warê leşkerî de binirxînin wê ji bo me baştir be. Di vê rewşê de du xetên şer li hemberî hev şer dikin. Yek jê NATO di serî de xeta artêşeke dewletê ya ku xwe spartiye derve û xwedî teknolojiyeke modern e. Ya din jî xwe dispêre hêza mirov û xwedî xeta parastina gel e. Di salên dawîn de wekî ku em jî bi nav dikin, xeta modernîteya demokratîk. Ev her du xet 40 sal in li hemberî hev şerekî mezin dikin û di dîroka mirovayetiyê de ji bo mezinbûna şer xwedî daneyên girîng e. Lê bi taybetî piştî salên 2015’an şer li gelek qadan belav dibe. Li eyaleta me Zap jî ev şer her dem di rojeva me de bû.”

Dahalo da zanîn ku bi taybetî piştî sala 2017’an şer kûrtir bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2021’an de dema ku dijmin xwest operasyonê bike, beşeke eyaleta me jî di wê çarçoveyê de bû. Me dizanî wê sala 2022’yan gelekî cihêtir be, wê dijmin berê xwe bide temamê eyaleta me. Di vî warî de me rewş nirxand û amadekariyên xwe kir. Me kêm zêde çarçoveya operasyonê texmîn kiribû, bi daneyên cihê me dizanî wê êrîşeke wisa were destpêkirin. Di vî warî de em ketin nav amadekariyan. Raya giştî vê operasyonê wekî di 17’ê nîsanê de dizane lê operasyon di 14’ê nîsanê de dest pê kir. Bi 50 balefiran sê roj û sê şevan, Avaşîn jî tê de, hemû Zap bi balefirên şer, balefirên keşfê û obusan bomberdûmankirin.

Mirov dîroka destpêkirina operasyonê wisa diyar bike wê baştir be. Dijmin ev tişt wisa îlan nekir û xwest operasyonê veşartî bidomîne. Em di pozîsyona şer de bûn. Piştî êrîşa dijmin ji bejahiyê û hewayî leşker anîn, vî tiştî jî çarçoveya operasyonê diyar dikir. Ji bo wan sê rojan bîlanço heye lê mirov dikare bibêje rewşa rastîn ji wê zêdetir e û hejmara balefiran jî zêdetir bû. Hemû herêmên me bi balefirên şer hatin bomberdûmankirin.”

Êrîşên dijmin hatin şikandin

Fermadar Dahalo da zanî ku ji 17’ê nîsanê  ve bi balefirên şer û helîkopterên êrîşê  dixwazin leşkerên xwe deynin û ev tişt anî ziman: “Beriya êrîşê hemû hêzên me, li gorî wê xwe bi cih kirin. Ji ber ku me dizanî amadekariyên berê hatiye asteke girîng, ji bo me ne zehmet bû em pêşwaziya operasyonê bikin. Li hemû girên di destê me de, şer dest pê kir. Helîkopterên Skorsky nekarîn xwe deynin girê di destê me de. Bi alîkariya kobrayan hewl dan ji Skorksyan leşkeran deynin lê her carê hevalên me li wan dan. Ji bo hevalên em nikaribin teknîkên di destê xwe de bi kar bînin balefirên şer digeriyan, lê ew jî bi ser neketin. Bi taybetî ji ser Şêladizê li ser xeta Kurojahro ji bejahiyê ve ketin qadê. Ji herêmên ku di destê PDK’ê de ye, leşkerên tirk bi peyatî hatin qada Kurêjahro. Tîmên me yên li qadê li leşkerên dijmin dan û dijmin hê li cihê xwe ye. Dixwaze xwe nêzî tunelên şer bike. Dixwaze vegere qadên ku hevalên me li wan dane. Ji bo vî tiştî teknolojiyeke xurt bi kar tînin. Li cihên hevalan dixin da ku karibin ji xwe re derfeta tevgerînê ava bikin. Li hinek deran tevgera wan hebe jî li hemû qadan hevalên me li hemberî dijmin li ber xwe didin û li gelek deran hevalên me êrîşî dijmin dikin. Dijmin di çapemeniya xwe de got ‘Qonaxa yekemîn temam bû’ lê rastî nw wiha ye.”

Tunelên me neketin destê dijmin

Fermadar Siyabend Dalaho  da zanîn ku operasyon li gor dixwestin hatiye bersivandin û wiha got: “ Niha li ser xeta Etrûş û xeta Kurêjahro hema bêje her tim pevçûn diqewimin û piraniya wan jî bi pêşengiya hevalên me ne. Dijmin xwe nêzî hin gir û tunelên şer kiriye. Dijmin tu tunelên me yên şer negirtine, berovajî vê hewl didin ku cenazeyên xwe nêzî tunelên me bikin. Di vê wateyê de taktîka du alî ya partiya me, Navenda Parastina Gel; şerê tunel û bejahî hem rastbûna xwe îspat kiriye û hem jî di pratîka heyî de bi ser ketiye. Ev şer ne şerekî hêsan e. Dîsa divê raya giştî, gelê me, dostên me vê bizanibe. Têkoşîneke dijwar didome. Dijmin di dagirkirinê de israr dike. Di vê wateyê de, diyar e ku dê dijwar be. Tê fêmkirin ku bi hemû hêza xwe seferber kiriye. Li hemberî vê jî ruhê fedaî yê Apoyî ketina şer a li ser navê azadiyê tê wateya şerekî mezin. Rewşa li qadê ev e.”

Em bi têkoşîna xwe serbilind in

Daholo şerê di nav 11 rojan de nirxand û wiha got: “Ev yek bi ruhê fedakarî yê herî bilind, sekna leşkerî û hezkirina azadiyê ya ku gerîlayên PKK’ê derxistiye holê dikare were îfadekirin. Li hin cihan hevalên me li dijî teknîka dijmin û nefesa wan ya qirêj li ser xaka me biçikînin, şer kirine. Di hin deman de hevalên me heta dawiyê li ber xwe dan û tunelên xwe parastin. Mînak çend roj berê hevalên me li herêma Çiyareşê çûn ser 7 cenazeyan dijmin. Li aliyê din rêhevalên me yên jin ên li Kurêjahroyê li dijî leşkerên dijmin ên ku dixwestin bikevin herêmê derb kirine. Helbet şerekî giran e, berdêlên wê hene. Çawa ku min di destpêkê de navê wan anî ziman, gelek hevalên me şehîd ketin, lê di dawiyê de em serkeftinê dibînin. Rastiya stratejiya me ya heyî û taktîkên me yên bi biryar ji îro ve derketiye holê. Di heman demê de ji bo pêşerojê îşaretên serkeftinê jî dide. Şer bi encamên xwe diyar dibin. Ji hêla stratejiyên gelemperî ve çiqas xizmetê dike dikare were fêmkirin. Derket holê ku pratîka şer a heyî serkeftina stratejîk a tevgera me ya azadiyê gav bi gav diyar dike. Di vê wateyê de em diyar dikin ku em ê bi tu awayî paşde gav neavêjin û weke eyalet li hemberî hemû meylên dijmin çi pêwîst be em ê bikin. Em hêza vê ji Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û rêhevalên xwe yên ciwan digirin, ku niha di serî de, li tunelan û li bejahiyê bi coş û baweriyeke mezin li dijî dijmin li ber xwe didin, bi coş û baweriyeke mezin êrîş dikin. Em bi vê serbilind in.”

Bang li hemê ciwan û gel

Siyabend Dalaho  bal kişand ser hevkariya PDK’ê û ev tişt axivî: “PDK jî parçeyek ji vî şerî ye. Helbet, bi gotineke konkret, me dît ku leşkerên tirk ji girê ku gelê me yê Başûr lê bi cih bûne, bi wesayît an jî bi peyatî derbasî herêmên me bûne. Nîşana wê yekê ye ku PDK beşek ji şerê heyî ye. Helwesta me di vê mijarê de zelal e. Dîsa partiya me xwedî hewldanên yekitiya neteweyî ye, polîtîkayên xwe yên rojane li gorî encamê derdixe holê. Em weke kadro her cure fedakariyê dikin, lê divê were zanîn ku weke gerîlayên kurd û fedaîyên Apoyî em di dawiya tehmûla xwe de ne. Ez niha difikirim çawa li Kurêjahro, Şeladize hwd. em zindî de şer dikin, temaşe dikin.

Di şerê heyî de em hêza xwe ya herî mezin ji gelê xwe digirin. Em dişopînin; Gelê me her tim ji bo azadiyê fedakariyê dike. Ji bo van kesan her tiştî hêja ye. Em hêvî dikin ku gelê me hîn bêhtir tev li vê têkoşînê bibe, bi xurtî îfade bike ku li her derê li kêleka keç û kurên xwe yên ciwan disekinin û bi çalakiyên xwe bersivên xurt bidin.

Divê ciwanên kurd çekên xwe rakin û di van refan de cihê xwe bigirin. Her ciwanê kurd mecbûr e beşdarî vê têkoşîna azadiyê bibe. Rewşa heyî vê li ser hemû ciwanan ferz dike. Di her rewşê de yê ku vî şerî dimeşîne ciwanên kurd in. Li ber hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî serê xwe ditewînim, em ê heta dawiyê li ser soza ku me daye wan bimînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar