Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fermandar El Xemîs: Me hewldana dorpêçkirina Girê Spî têk bir

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xemîs da zanîn ku îdiayên ku dibêjin dagirker ketine Girê Spî rast nîne. El Xemîs got ku hêzên wan hewldana dorpêçkirina navçeyê vala derxist û derbên giran li hêzên dagirker dane

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Bi taybet jî hêzên dagirker ji bo ku têkiliya Rojava ya bi Başûr re û têkiliya herêma Cizîrê ya bi herêma Firatê re qut bikin, Girê Spî û Serêkaniyê ji xwe re weke hedefên bingehîn destnîşan kirine. Di vê çarçoveyê de jî li dijî her du navendan jî êrîşeke bêperwa tê kirin.

Têkildarî şer û pevçûnan, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xemîs axivî. El Xemîs anî ziman ku îdiayên ku çapemeniya hawîz dibejê ‘leşkerên tirk û çeteyên wê ketine Girê Spî’ rast nîne. El Xemîs diyar kir ku ew niha berxwedanekî dîrokî dimeşînin û wiha domand: “Leşkerên tirk û çeteyên wê yên OSO’yê xwestin Girê Spî dorpêç bikin. Gelek caran ketin nava hewldanan. Ev nûçeyên ku bajar dorpêç kirine ne rast in. Yekîneyên me li her dera bajar in. Hemû aliyên bajar di kontrola me de ne.”

Banga li ereban kir

El Xemîs destnîşan kir ku dewleta tirk şerê taybet dimeşîne û wiha bi dawî kir: “Li hemberî yekîneyên me darbên giran dixwin. Divê gelê me vê yekê baş bizane. Em destûr nadin ku derbasî axa me bibin. Em hemû gelên xwe diparêzin. Divê her kes ji me bawer bike ku em axa gelan diparêzin. Dixwazin bi van êrîşan re komên selefî û tundrew ên biyanî li ser axa me bi cih bikin. Em ve red dikin û dê destûrê nedin. Ez bang li temamiya ereban dikim ku li dijî van êrîşan rabin ser pêyan.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar