Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Fermandar Firat: DAIŞ bi hêz bibe wê xetereyeke mezin derxe holê

Endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Çiya Firat DAIŞ li herêmên rêveberiya xweser nikare serbest tevbigere û wiha got: “DAIŞ li herêmê dîsa bi hêz bibe wê rewşeke pir xetere derxe holê. Ji bo vê jî pêwîste hemû welatên Rojhilata Navîn di şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek hestiyar û birêxistin bin. Di vî warî de divê piştgiriya şerê HSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê bikin, nebin asteng.”

Endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Çiya Firat têkildarî hewldanên DAIŞ’ê yên ji bo xwe li herêmê bi rêxistin bike, êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilarê Sûriyeyê bandoreke çawa li DAIŞ’ê kir û têkoşîna HSD’ê pirsên ANF’ê bersivand.

Hûn bi salan e li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Li aliyê din êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilarê Sûriyeyê dewam dikin. Ev êrîş bandoreke çawa li şerê we yê li dijî DAIŞ’ê dike?

Êrîşên dewleta tirk ne tenê dibin sedem ku DAIŞ ji nû ve xwe komî ser hev bike, bandorek neyînî li tevahiya gelê Sûriyeyê jî dike. Sûriye perçe bûye û di warê aboriyê de têkçûye. Lê dewleta tirk nahêle Sûriye xwe komî ser hev bike. Nahêle muxalefeta Sûriyeyê li hev bicive, bi hikûmeta Şamê re rûnên, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin û hikûmeta Şamê neçar bikin ku destûreke bingehîn a demokratîk pêk bînin. Dewleta tirk li aliyekî li Idlibê El Nûsrayê diparêze, li aliyê din jî hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike. Li aliyê din bi koçberkirina kurdan re qirkirina etnîkî pêk tîne. Berê tiştên bi serê ermeniyan de aniye, niha heman tiştî li kurdan jî dike. kurdan ji malên wan derdixe û erebên ku ji cihên cuda anîne li şûna wan bi cih dike. Hewl dide têkiliyên kurdan bi hev re qut bike. Dixwaze kurdan bi vî rengî li hev nekin, xwe birêxistin nekin û wan tine bike. Bingeha êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojava li ser tinekirina civaka kurd e.

Dewleta tirk di van hemû êrîşan de xwe dispêre NATO’yê. Hemû teknîkên ku bi kar tîne yên NATO’yê ne. Helbet êrîşên dewleta tirk bandoreke neyînî li ser giraniya HSD’ê ya li ser şerê li dijî DAIŞ’ê dike. Li aliyê din jî bi êrîşan hewl dide Rêveberiya Xweser tengav bike. Bi hedefgirtina qadên jiyanê yên gel û binesaziya herêmê, hewl dide krîzê kûrtir bike, gel bê moral bike û gel ji Rêveberiya Xweser bêbawer bikin. Bi vî rengî hewl dide li herêmê pêleke koçberiyê çêbike.

Çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin bi awayekî azad tevdigerin. DAIŞ li van herêman xwe bi rêxistin dike û perwerde dibîne. Ji van herêman derbasî Dêrazorê û Iraqê dibin. Her tim piştgiriyê dide DAIŞ’ê da ku vegere û hêzek zêdetir bi dest bixe û zêdetir qadan ji DAIŞ’ê re veke. Dewleta tirk her tim qadên berfireh ên ku bi hêsanî dikarin lê bigerin pêşkêşî DAIŞ’ê dike. Li her derê şaneyan birêxistin dike. Dikare ji van herêman çek û lojîstîk bi dest bixe. HSD û Rêveberiya Xweser bi salan e li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin dimeşînin. Lê belê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê her tim bandoreke neyînî li vê têkoşînê dike. Nahêle HSD û Rêveberiya Xweser hemû bal û hêza xwe bidin şerê li dijî DAIŞ’ê.

HSD’ê gelek caran daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên dewleta tirk rê li ber DAIŞ’ê vekiriye ku xwe ji nû ve birêxistin bike, lê ji qada navneteweyî û koalîsyonê tu bertek çênebû. Çima?

Hemû dewlet pêkanîn û polîtîkayên dewleta tirk ên li Rojhilata Navîn baş dizanin û dibînin. Hem Îran, hem Rûsya û hem jî Koalîsyon vê yekê dibînin. Dewleta tirk endamê NATO’yê ye, naxwazin dev ji dewleta tirk berdin. Li Rojhilata Navîn pêwîstiya wan bi dewleta tirk heye. Dixwazin dewleta tirk li dijî Îranê bi kar bînin, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê. Erdogan çiqasî li dijî van daxuyaniyan bide jî ti rastiyeke wê tineye. Ji ber ku weke endamekî NATO’yê hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê aborî ve girêdayî ye. Ji bo balafirên F-16 bifiroşe dewleta tirk li ber Amerîkayê geriya. Di meseleya Swêd û Fînlandiyayê de jî PYD HSD û YPG’ê kir mijara bazarê.

Dewleta tirk ji bo pêşiya statuya kurdan bigire çi ji dest tê dike û hebûna xwe daniye holê. Stratejiyên ku heta niha pêk anîne jî bê encam mane. Dixwaze kurdan dorpêç bike û bi temamî tasfiye bike. Lingê Sûriyeyê û lingê Îranê lawaz bûye. Dewleta tirk îdia dike ku ew ê bi tena serê xwe pirsgirêka kurd ji holê rake. Dewleta tirk baweriya xwe bi artêşa xwe, Amerîka û NATO’yê tîne. Difikire ku bi vî awayî dikare qirkirina kurdan pêk bîne. Şerê Filistîn-Îsraîl krîza Rojhilata Navîn hîn kûrtir kir. Divê bêdengiya koalîsyonê bi vî rengî were fêmkirin. Bêyî koalîsyonê dewleta tirk nikare li Sûriyeyê bimîne. Tirsa ku niha dewleta tirk dijî ew e ku dizane eger koalîsyon ji Sûriyeyê derkeve û hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser li hev bikin dê bi tenê bimîne.Ji bo vê jî bi israr plana hevdîtina bi Esed re û asayîkirina têkiliyên bi Şamê re dike. Ji Şamê re dibêje, em li dijî kurdan li hev bikin û pirsgirêkên din di nav xwe de çareser bikin. Amerîka û Rûsya li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilarê Sûriyeyê bêdeng man. Ev jî nîşan dide ku bi rastî di navbera wan de lihevkirinek heye. Di rastiyê de dewleta tirk bêyî destûra wan nikare ti êrîşan pêk bîne. Ji ber ku qada hewayî di bin kontrola wan de ye. Dewleta tirk bêyî destûra wan nikare balafirekê rake û bikeve xaka Sûriyeyê. Amerîka û Rûsya îdia dikin ku dewleta tirk guh nade wan, lê hêza dewleta tirk têrê nake ku guh nede wan. Eger helwesteke tund nîşan bidana dewleta tirk tu carî nikarîbû êrîşên bi vî rengî pêk bîne. Di vir de ya sereke ew e ku her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Helwesta Amerîkayê her tim aşkere ye. Têkiliyên wan bi HSD’ê re demkî ne û di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de ye. Ti têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re nîne.

Piştî DAIŞ li Baxozê têkçû xwe li herêmê çawa bi rêxistin dike? Li kîjan herêman liv û tevgera wê zêdetir bûye?

DAIŞ piştî Baxozê hêzeke mezin winda kir. Hêza ku DAIŞ’ê li ser piyan dihêle hat şikandin. Lê Sûriye û Iraq li ser erdnîgariya xwe serdest nînin. Nikarîbûn civaka xwe bi rêxistin bikin. Civaka Sûriyeyê jixwe belav bûye. Hikûmeta Şamê bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li ser piyan dimîne. Ji hêla aborî ve bi tevahî hilweşiya ye. Hikûmeta Şamê nikare artêşa xwe binêre û biparêze. Ji bo vê jî DAIŞ xwe li ser sînorê Iraq-Sûriye bi rêxistin dike. Bi êrîş û desteka dewleta tirk a li ser herêmên bakur û rojhilarê Sûriyeyê, DAIŞ careke din hewl dide bêhnê bistîne. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser dikin, hikûmeta Şamê bêdeng dimîne û çavên xwe ji êrîşên li derdora xwe re jî digire.

Di rastiyê de eger dewletên Rojhilata Navîn, hikûmeta Şamê, Îran, Iraq û Koalîsyon weke HSD’ê bi awayekî cidî bi ser DAIŞ’ê de çûbana, DAIŞ’ê wê nikarîbû xwe komî ser hev bike . Jixwe dewleta tirk hevkarê DAIŞ’ê ye. Hemû deriyên xwe ji DAIŞ’ê re vekir. Li herêmên dagirkirî bi rehetî tevdigerin. DAIŞ herî zêde li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê û li deriyê sînor ê Ebû Kemal xwe bi rêxistin dike. DAIŞ hewl dide xwe li bakur û rojhilarê Sûriyeyê weke şaneyên biçûk li herêmên Dêrezor, Reqa û Minbicê bi rêxistin bike, bandora wê li ser gel nîne. Dem bi dem li van deveran çalakiyên biçûk li dar dixin. Hewl didin van çalakiyan bi piranî bi rêya medyaya dijîtal belav bikin û rêxistinên xwe xurt bikin. Ji bo vê jî ji hin hêzan çek, lojîstîk û îstîxbaratê distînin.

Heta niha herî zêde operasyon li Dêrazorê hatine kirin. Demek berê li vir gelek çeteyên DAIŞ’ê dîl hatibûn girtin. Çima DAIŞ herêma Dêrazorê hildibijêre?

Dêrazorê hem ji aliyê erdnîgarî û hem jî ji aliyê pêkhateya civakî ve herêmeke gelekî mezin e. Piraniya wê çol e. Gelek gund û bajarokên wê hene. Navend û bejahiya bajarê Dêrazorê li her du aliyên çemê Firatê ne. Her wiha ji ber li ser sînorê Iraqê ye bi rehetî derbas dibe. Dîsa beşek ji herêma Dêrazorê di bin kontrola HSD’ê de ye û weke bajar di bin kontrola hikûmeta Şamê de ye. Li herêma di bin kontrola HSD’ê de kontrol tê kirin, lê li aliyê din ê avê kontrol nayê kirin. Ev rewş qada tevgera wan, ketin û derketina wan pir rehet dike. Her wiha beriya niha di nava gelê vir de tevlîbûneke gelekî xurt di nava DAIŞ’ê de hebû. Hê jî bandora wê li wir heye. DAIŞ bi salan e li vê herêmê ye. Hem ji aliyê erdnîgarî û hem jî ji aliyê pêkhateya civakî ve herêmê baş nas dike.

Li girtîgehên bakur û rojhilarê Sûriyeyê gelek girtiyên DAIŞ’ê hene. Gelek caran hem ji aliyê HSD û hem jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo darizandina van girtiyan bangawazî hatine kirin, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn. Derbarê dadgehkirina endamên DAIŞ’ê de geşedanên nû hene yan na?

Piraniya endamên DAIŞ’ê yên girtî sûcên pir giran dikin; sûcên li dijî mirovahiyê kirine, komkujî kirine û ji bo civakê xeteriyeke mezin pêk tînin. Piraniya wan ji dewletên biyanî hatine, dewlet jî naxwazin welatiyên xwe qebûl bikin û naxwazin wan bidarizînin. Ev ne rewşeke asayî ye bi hezaran kesên ku sûcên wisa giran kirine û ji bo mirovahiyê xeteriyeke mezin çêdikin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Hîtler qirkirina cihûyan kir û nêzî pênc mîlyon mirov qetil kir. Piştî şer ji bo kesên ev komkujî kirine dadgeheke taybet hat avakirin û hemû hatin darizandin. Lê darizandina wan sembolîk ma. Kesên ku hatin darizandin bi piranî kesên rayedar bûn. Ji ber ku nikarîbûn bi hezaran mirovan bidarizînin. DAIŞ derqanûnî xebitiye. Dadgeheke wiha ji aliyê aborî ve ji bo van dewletan giran e. Li aliyê din gelek dewlet wek îstixbarat tevlî vê mijarê bûn.Ji bo vê jî bi rastî jî naxwazin gelek tişt zelal bibin û derkevin holê. Bi rastî jî dixwazin vê veşêrin. Bi vî awayî ew ji demê re hiştin. Herwiha Rêveberiya Xweser bi fermî nehatiye naskirin. Rêveberiya Xweser dixwest endamên DAIŞ’ê bidarizîne, lê Koalîsyonê li dijî vê yekê derket. Dixwestin her welat werin û welatiyên xwe bigirin. Di vê rewşê de eger ji Rojava vekişin, naxwazin ev yek li ser wan bimîne. Dewlet bi her awayî naxwazin xwe têxin bin vî barî. Ji ber ku dosyeyên wan tune ne. Ev rewş pirsgirêkek hiqûqî ye. Ji aliyê siyasî ve kes naxwaze xwe têxe bin vî barî. Ji ber vê yekê, niha girêdayî Rêveberiya Xweser e. Koalîsyon alîgir e ku hemû di girtîgehê de bimînin.

Li vir hesabeke cuda yê dewleta tirk heye. Dewleta tirk ji aliyekê ve êrîşî herêmên bakur û rojhilarê Sûriyeyê dike, ji aliyê din ve jî bi hewldana revandina van çeteyan ji girtîgehan dixwaze aloziyê kûrtir bike. Bi vî awayî hesab dike ku HSD nikare van girtîgehan biparêze û bi hêza xwe ya çeteyan dikare baştir wan biparêze. Ev rewş bûye pirsgirêkeke navneteweyî û çareseriya wê jî zehmet e. Di vê çarçoveyê de behsa kampên Roj û Holê jî dikin. Ev kamp gelek xeternak in. Ji ber ku li van kampan DAIŞ’ê zîhniyeta xwe bi rêxistin dike û zindî dihêle. Bi hezaran zarok bi zîhniyeta DAIŞ’ê tên mezinkirin. Çend welatên ewropî hatin û çend welatiyên wan birin. Piraniya wan ji zarok û hin jinan ne xetere ne, pêk dihat. Ji xwe xwedî li yên din dernakevin. Mijarên têkoşînê ev in. Pêwîste di vî warî de civak were rêxistinkirin û perwerdekirin. Dewleta tirk ji bo xurtkirina DAIŞ’ê her tim di nava hewldanê de ye û dewam dike. Di vê wateyê de divê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe amade bikin û civakê jî amade bikin. Em nikarin bibêjin ku wê di nava vê salê de pirsgirêk çareser bibin. Ji ber ku tu kes xwe bi tevahî berpirsyar nabîne. Ev jî nîşan dide ku ev pirsgirêk wê dewam bike.

Koalîsyona Navdewletî bi salan e ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de xwe weke hevparê HSD’ê nîşan dide. Tevî vê yekê çima li ser mijara darizandina endamên DAIŞ’ê bêdeng dimîne?

Ji ber ku eger koalîsyon biryara darizandinê bide, dikare welatên din jî bigire nav xwe. Lê belê Koalîsyon naxwaze xwe bixe bin barekî wiha. Di warê aborî de, lêçûn zêde heye. Ew jî demek pir dirêj hewce dike. Her dosyayek demek dirêj digire. Di encamê de heta niha ti kes xwedî li welatiyên xwe dernakevin. Her kes bêdeng e. Hem dixwazin DAIŞ nebe belayê serê wan û hem jî dixwazin girtiyên heyî di destê HSD’ê de bimînin. Bi vî awayî, ew çi bikin jî, nêzîkatiyek wan heye.

We got ku DAIŞ bi piranî li herêmên hikûmeta Şamê çalak e. Lê ev rewş hem ji aliyê hikûmeta Şamê û hem jî ji aliyê Rûsyayê ve weke pirsgirêkeke cidî nayê dîtin. Hûn nêzîkatiya wan çawa dinirxînin?

Sedema ku DAIŞ li navçeyên ku hikûmeta Şamê serdest e zêdetir çalak dibe ew e ku şerê hikûmeta Şamê li dijî DAIŞ’ê lawaz e. Her carê di êrîşên li dijî hêzên hikûmeta Şamê de 15-20 leşker tên kuştin. Rûsya carna ji hewayê lêdixe, lê ger ji bejayî serdestî nebe, êrîşên hewayî zêde bandorê nake. Divê îstîxbarat, ewlekariya navxweyî û rêxistina gel xurtir bibe. DAIŞ jî ji bo hikûmeta Şamê metirsiyeke mezin çêdike. Ger HSD’ê li dijî DAIŞ’ê şer nekiriba û DAIŞ li Baxozê têk nebiribûya, wê herêmên hikûmeta Şamê bi temamî di destê DAIŞ’ê de bûna. Serketina li Baxozê hikûmeta Şamê rizgar kir. Metirsiya li ser hikûmeta Şamê kêm bûye.

Herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên hikûmeta Şamê ewletir in. Ji ber ku DAIŞ li herêmên rêveberiya xweser nikare serbest tevbigere. Divê Rûsya, Îran û Sûriye zêdetir li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bisekinin. DAIŞ li herêmê dîsa bi hêz bibe wê rewşeke pir xetere derxe holê. Ji bo vê jî pêwîste hemû welatên Rojhilata Navîn di şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek hestiyar û birêxistin bin. Di vî warî de divê piştgiriya şerê HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bikin, nebin asteng.

Ji destpêka sala 2024’an ve li herêmên bakur û rojhilarê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê we gelek operasyonên li dar xistin. Heta niha çend şane hatine hilweşandin?

Ji destpêka salê ve hem hêzên HSD’ê hem jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çalakî û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê her tim di nava tevgerê de ne. Li dijî DAIŞ’ê bi giştî 52 operasyon hatin lidarxistin. Ji van operasyonan 28 yekser li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin, 24 operasyon jî bi gumana endamtiya DAIŞ’ê hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûn û 50 çete jî hatin girtin. 85 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞ’ê hatin binçavkirin. Her wiha gelek alavên leşkerî jî hatin desteserkirin. Lê ev hejmar tenê bîlançoya çalakiyên hêzên HSD’ê ye. Her wiha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve operasyonên taybet hatin lidarxistin û di van operasyonan de gelek endamêm DAIŞ’ê hatin girtin û bêbandorkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar