Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Çarşamba - 4 Aralık 2024

Fermandar Mazlûm Ebdî: Berxwedana li dijî çeteyan didome

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku berxwedana hêzên wan li taxên kurdan ên Helebê didome û diyar kir ku parastina gel karê wan yê yekemîne.

Di dema ku şer û pevçûnên li bakur-rojavayê Sûriyê bi lez zêde dibin de, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê derbarê krîzê de daxuyaniyek da. Mazlûm Ebdî diyar kir ku hêzên wan ji gelek aliyan ve rastî êrîşên tund tên û piştî têkçûna artêşa Sûriyê û hevalbendên wê, hewl didin korîdoreke mirovî ji bo parastina xelkê vekin.

Fermandar Mazlûm Ebdî wiha got: “Hêzên me bi qehremanî gelê me yê li Heleb, Tel Rifat û Şehba parastin. Lê belê êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên piştgirîkirin, korîdora mirovî ya ku me dixwest di navbera herêmên me yên rojhilat û van herêman de çêbikin qut kir.”

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji bo ewlekariya gel pêk bînin û ji Til Rifat û Şehba derbasî herêmên ewle yên bakur û rojhilatê welat bibin, hewl didin bi hemû aliyên çalak ên Sûriyeyê re têkiliyê deynin.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku berxwedana hêzên wan li taxên kurdan ên Helebê didomin û got: “Parastina gelê me karê me yê yekemîne. Em ê di vê pêvajoya dijwar de gelê xwe bi tenê nehêlin.”

Di dema ku şer û pevçûnên li bakur-rojavayê Sûriyê gihiştine asta krîzeke mirovî, daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mazlûm Ebdî eşkere dike ku aloziya li herêmê çiqasî krîtîk bûye. Mazlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî kir ku zêdetir piştgiriyê bidin û diyar kir ku divê ji bo ewlehiya gel gavên lezgîn bên avêtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar