Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Çarşamba - 25 Aralık 2024

Fermandar Roj Engîzek: Em bi rihê Kobanê şer dikin

Yek ji fermandarên eniya Qereqozaqê Roj Engîzek diyar kir ku di eniyên şer de ji hemû pêkhateyan şervan şer dikin û bi rihê Arîn û Gelhatan êrişên dijmin vala derdixînin. Roj bang li gelên herêmê kir ku bi yekîtiya xwe careke din mohra xwe li dîrokê bixin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO bênavber êrîşî Bakur û Rojhilat Sûriyeyê dikin. Bi taybetî jî ji bo êrîşî Kobanê bikin hemû hêza xwe li dota Girê Qereqozaq û Bendava Tişrînê kom kirine. Dewleta Tirk bi balafiran, çeteyên wê DAIŞ-SMO jî bi teknîka NATO’yê 11 roj in bênavber êrîş dikin. Şervanên HSD û YPJ’ê li hemberî dagirkerên Tirk berxwedanek dîrokî dimeşînin û êrîşan têk dibin. Derbarê berxwedana tê meşandin de yek ji fermandarên eniya Qereqozaq Roj Engîzek, ji ANHA’yê re axivî.

Roj Engîzek anî ziman ku li Girê Qereqozaq û bendava Tişrînê şerekî bêhempa tê meşandin û got: “Kêliyên destanî çêbûn. Hevalênme bi lehengî têkoşîn dikin, bi cesareteke mezin nehiştin dijmin bihostek têkeve herêma me. Dagirkeran bi teknîka pêşketî, çekên giran êriş kirin û xwestin me dorpêç bikin. Lê em bi îradeya xwe li hemberî wan sekînin. Tenê yek ji me bimînê jî em vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em nahêlin dijmin bikeve xaka me. Em amade ne di her alî de bersiva dijmin bidin.”

Roj Engîzek diyar kir ku di eniya berxwedanê de ji hemû netewan şervan hene û da zanîn ku ew ji bo jiyanek azad, demokratîk û wekhev têdikoşin.

Roj Engîzek bal kişand Girê Qereqozaq cihekî pir stratejîk e, li vir berxwedanek mezin heye û wiha dom kir: “Ev gir li ser hemû herêma Firatê serwer e. Di vî girî de berxwedanî heye. Em nahêlin ev gir têkeve destê dagirkeran. Plana dijmin ew e ku di ser vî girî re Kobanê dagir bike, lê em nahêlin. Kobanê rûmeta mirovahiyê parastiye, berxwedanek dîrokî nîşan da û temsîliyeta îradeya gel kir. Ji ber vê jî em nahelin Kobanê vegerê 2015`an. Wê demê tenê taxek di destê me de mabû; dagirkeran digotin `Kobanê ket.` Lê bi rihê heval Arîn û heval Gelhat Kobanê hat parastin. Em bi vê rihê nahêlin Qereqozaq têkeve destê wan da ku li ser Kobanê serwer bin.”

Roj Engîzek berxwedana ku li herêmê tê meşandin jî vegot û ev nirxandin kir: “Naskirina vê herêmê û bicîhbûn gelekî girîng e. Bi vê yekê em derbeyên mezin li dijmin didin. Em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin. Ew bi çekên xwe yên giran û teknîkê şer dikin, em jî bi îradeya xwe. Tiştekî li pêşiya me bisekine nîn e. Ji bo gel û welatê xwe biparêzin can jî bê em ê bidin.”

Roj Engîzek di dawiya nirxandinên xwe de bang li gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ew jî bi yekîtiya xwe mohrê li dîrokê bixin û got: “Yekbûna gelê me gelekî girîng e. Bi taybet jin û ciwan divê beşdarî HSD’ê bibin. Ji bo em bi hev re welat û rûmeta xwe biparêzin, destkeftiyên heyî biparêzin divê em mohra xwe dîsa li dîrokê bidin. Divê gelê me bi her awayî piştgiriyê bide HSD`ê. Jinên ciwan divê vê rewşê tehemûl nekin û çavê xwe jê re negirin. Bêdengî mirin e. Qêrîna gelê me tirsê dixe dilê dijmin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar