KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Fermandar Sadiq Sindî yekem mîlîsê fermandar Egîd yê li Başûr e

Fermandar Sadiq Omer Sindî, serokê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û yekem mîlîsê fermandarê evsanewî Egît (Mahsûm Korkmaz) ye. Şehîd Sadiq Sindî ji aliyê PDK û raste rast bi fermana Mesûd Barzanî ve bi hevkariya MÎT a tirk ve hate şehîd kirin.

15’ê Tebaxa 1984’an dibin fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) de PKK’ê yekem çalakiya leşkerî li dijî artêşa tirk a dagirker pêkanî. Ev çalakî bû çirûska şoreşek mezin ji bo gelê kurd ê li her çar parçên Kurdistanê. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê û şûnde gel û gerîla lihev komdibin. Ji ber vê yekê jî pêngava 15’ê Tebaxê wek Cejna Vejînê ya gelê kurd tê pênasekirin.

Li başûrê Kurdistanê jî yekem welatparêzê ku bi rêya Fermandar Egîd peywendî bi PKK’ê re dike, Sadiq Omer Sindî ye. Sadiq Omer xelkê Zaxoye û piştre di sala 1993’an de li devera Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve tê şehîdxistin.

Yekem gruba gerîla ku derbasî başûrê Kurdistanê dibe, ji aliyê Şehîd Sadiq Sindî ve tê pêşwazîkirin. Di sala 1984’an de Fermandar Egîd bi hevkariya Şehîd Sadiq Sindî amadekariyên destpêkirina şerê çekdarî dike.

Di pêngava 15’ê Tebaxê de Sadiq Sindî ji bo peydakirina çek û pêdawîstiyan alîkarî dike, gerîlayan li ser bikaranîna çekan perwerde dike, her wiha xelkê deverê jî birêxistin dike.

Fermandar Sadiq Sindî kiye?

Şehîd Sadiq Emer Salih Sindî ji binemala Mala Ecemê ye, bihara 1953’ê li bajarokê Derkar Ecem di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Şehîd Sadiq ji ber şert û mercên demê xwedina xwe tenê seretayî heta refa 6’an xwendiye. Piştî şehîdbûna mamê wî Şehbaz Salih ku fermandareke yê pêşmerge bû, di şerê li gel rejîma Baasê li geliyê Zaxo şehîd bûbû, sala 1970’ê li bajarê Zaxo di temenê xwe yê ciwan de dibe pêşmerge û cihê xwe di nava Şoreşa Îlonê de digire. Di demeke kin de pêş dikeve û dibe fermandarê pêşmergeyan. Di gelek şerên li dijî rejîma Baasê de cihê xwe digire û ji ber serkeftina şerê xwe, nav û dengê wî bilind dibe. Bi pêşengtiya wî salên 1980’ê gelek qereqolên leşkerên rejîma Baasê li Zaxo tên îmhakirin û rakirin.

Têkiliya Sadiq Omer bi Fermandar Egîd re û hewldana şehîdkirina wî ji aliyê PDK’ê ve

Şehîd Sadiq Omer piştî têkilî bi Tevgera Azadiyê didane, bi hev re jî gelek çalakiyan dikin. Hinek ji wan çalakiyan wiha ne; 1983’ê çalakiya gundê Mala Ereb, çalakiya li ser lîwaya Batûfa 1983, çalakiya Girê Biyê, dîsa çalakiya li ser hêzên leşkerî ya li Amêdiyê hatin kirin. Dîsa têkiliyeke ya baş a Şehîd Sadiq Omer li gel pêşengê Şerê Çekdarî yê PKK’ê Mehsûm Korkmaz (Egîd) hebû û ev jî bû yek ji sedeman ku hestê netewî ya kurdbûnê xurtir bibe û şoreşa netewî pêş bixe.

Sala 1986’an ji ber nêzîkatî û têkiliya Şehîd Sadiq Omer a li gel Tevgera Azadiya Kurd, PDK biryara kuştina wî dide. Piştî hewldana kuştina Omer aşekere dibe ev yek jî dibe sedem ku Sadiq Omer bi temamî ji PDK’ê veqete, weke welatparêzekê kar û xebatên xwe yên şoreşgerî bê rawestan dimeşîne.

Dema 5’ê Adara 1991’ê raperîna xelkê Başûr li Ranya û Qeledizê li dijî rejîma Baasê destpê kir. Piştî demekê ango 12’ê Adara 1991’ê li gel çend kesan welatparêz ên li Derkarê dicive û bi veşartî xebatên amadekariya raperîna li herêma Behdînan dike. Şehîd Sadiq Omer sibeha 13’ê Adara 1991’ê çirûska yekem a serhildana herêma Behdînan pêxist û bi pêşengtiya wî gundên derdor û dîsa Derkarê, Ecem û Zaxo ji destê rejîma Baasê rizgar kir. Şehîd Sadiq mil bi milê gerîla û pêşmergeyên welatparêz ên di bin pêşengtiya wî de navend û baregehên leşkerên rejîma Baasê têk dibin.

Di saetên piştî nîvro ya 13’ê Adarê du komên gerîla bi pêşengtiya Şehîd Faqe Sêrt û Şehîd Nêçîrvan Zaxoyî bi hevkariya Şehîd Sadiq Omer li ser Pira Delal li hev kom bûbûn û banga raperînê li gel dikirin, avêtin ser hemû baregeh û navedên leşkerî yên rejîmê. Heman rojê bi hevkariya Sadiq Omer û gerîlayan li Şeranişê baregehek a rejîma Baasê tê îmhakirin û 28 leşker tên kuştin û 34 jî tên girtin. Di vî şerî de gerîlayê bi navê Salih Aydemîr jî şehîd dibe. Sibeha 14’ê Adarê bi pêşengiya Şehîd Sadiq û komek gerîla tevahiya sînorên bajarokê Zaxo û derdorî wê dikevin bin kotrolê û êvara heman rojê jî heta Dihokê jî diçin. 15’ê Adarê gerîlayê bi navê Cume Ehmed Ormanî ku xelkê devera Derkarê ye li Dihokê şehîd dibe.

Di şerê piştî vê qonaxa serhildanê ya gelê herêmê de gerîla li gel Şehîd Sadiq Omer û pêşmergeyên pêre berxwedanek mezin kirin. Di êrîşek li ser baregeha Baas ya li Batûfayê de bi dehan efserên payebilind ên Baas dîl girtin. Di wî şerî de gerîlayek bi navê Akîf bi nasnav Heval Mijîn şehîd dibe û çend gerîlayek jî birîndar dibin.

Ji Bihara 1991’an ta Bihara 1992’an Şehîd Sadiq Omer sê caran diçe Bekayê û li gel Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hevdîtin dike. Di hevdîtinan de li ser başûrê Kurdistanê giftûgo dikin. Ji ber jêhatin û welatparêziya wî Rêber Ocalan demanceya xwe diyarî didiyê.

Di hevdîtina xwe ya dawî ya li gel Rêber Ocalan de ji ber jêhatin û dilsoziya wî ya bi têkoşîna azadiyê ve, Rêber Ocalan pêşniyar dike ku ew bibe serokê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK).

Piştî raperînê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî diçe Zaxo çar caran daxwaz dike Sadiq Omer bibîne, lê ew vê daxwaza Barzanî red dike. Salek piştî wê, Mesûd Barzanî li ser ekranên televizyona Dihokê gefa tunekirina Sadiq Omer û malbata wî dixwe.

Herî dawî bi komployek hevbeş a PDK’ê û MÎT’ê di 29’ê Hezîrana 1993’an de ji aliyê hêzên ser bi PDK’ê û Barzaniyan ve li Gundê Derhozanê dikeve kemîna çekdarên PDK’ê û bi nemerdî tê şehîdkirin.

Girîngiya Şehîd Sadiq Sindî ya ji bo gelê kurd û PKK’ê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk di dokumenterek li ser jiyan û têkoşîn Şehîd Sadiq Sindî de dibêje; “Şehadeta Sadiq Omer, şehadetek asayî nîne. Ew şehadet di qonaxeke welê de çêbû ku bikarin bandora PKK’ê bişkînin, her kesê bitirsînin û teslîm bigirin. PKK’ê sînordar bikin. Eger vê şehadetê mirov ji bîr bike, gavên ku li dijî PKK’ê û gelê kurd hatine avêtin ji bîr dike.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Mûrat Karayilan jî li ser nasîn û têkoşîna Şehîd Sadiq Omer wiha dibêje; “Ew kesayetek bû ku tu demê dest ji welatparêzî, fedekarî û hêviyan bernedida. Hertim ji bo gelê xwe têkoşîn kir. Dema mirov li wî temaşe dikir mirov dizanî ku ew hilgirê dîrokek kûr a tije êş û hêviyên mezine. Jiyan û têkoşîna wî ji bo kurdan mînake.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar