Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Fermandar Semsûr: Em ê 365 rojan Newrozê pîroz bikin

Yek ji fermandarê HPG’ê Bêzar Semsûr derbarê girîngiya Newrozê de axivî û ev tişt anî ziman: “Divê gelê me û ciwan zanibin ku Newroz tenê bi agirê şahiyê nayê pîrozkirin. Newroz ji bo me bangeke felsefî, îdeolojîk û civakî ye.”

Semsûr Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî wateyeke gelekî cuda ye û wiha got: “Ji bo vegotina şehîdan gotin têrê nake. Divê gelê me û ciwan zanibin ku Newroz tenê bi agirê şahiyê nayê pîrozkirin. Newroz ji bo me bangeke felsefî, îdeolojîk û civakî ye. Newroz ji bo me vejîn e. Tevlibûna gelê me ya li Newrozê divê mîna nerazîbûnek li dijî dagirkeran be. Divê gelê me qadên Newrozê dagirin. Divê em Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Muslum Dogan, Evrîm Demîr ji bîr nekin. Zor û zehmetî çi dibe bila bibe tevlibûna li Newrozê divê xurt be.”

‘Divê qadên Newrozê bên dagirtin’

Fermandarê HPG’ê Bêzar Semsûr bang li ciwanên kurd kir ku li dijî zilma dewleta tirk a dagirker berê xwe bidin çiyayên azad û wiha axivî, “Em ê Newrozê li çiyayên azad pîroz bikin. Ya ku me bi pêş dixe çiya û fikrên Rêber Apo ne. Divê em her Newrozê weke jinûve avabûnê binirxînin. Lewma jî di serî de ciwan divê gelê me bi ruhê Newrozê têkoşînê bilindtir bikin. Ne tenê roja Newrozê divê em 365 rojan fikrên Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Lewma jî qadên Newrozê divê bi ruhê tolhildanê bê dagirtin.”

‘Têkoşîna me wê pêl bi pêl belav bibe’

Fermandarê HPG’ê Bêzar Semsûr Newroz li girtiyên li zindanan pîroz kir û ev peyam da: “Dûrbûna fizîkî girîng nîne, Rêbertî kir ku em vê fêhm bikin. Me bi sekna xwe mirinê bêwate kir. Şehîdên me di dilê me de ne. Em xwedî li wan dedikevin. Têkoşîna me bi ruhê wan ê têkoşînê tê meşandin. Em ê bi vî ruhî welatê xwe ji dagirkeran paqij bikin. Em ê Newrozê welê bi xurtî pêşwazî bikin ku dagirker wê neçar bimînin biçin ber lingê Rêbertî. Têkoşîna me wê pêl bi pêl belav bibe. Em ê jî li ser bingeha tolhildanê ruhê têkoşînê mezintir bikin. 365 rojan em ê Newrozê pîroz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar