Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Fermandar Şerda: Gerîla hêza misogeriya jiyana Rêbertiyê ye

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku gerîla xwe di mijara pîvanên gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kir û wiha got: "Ruhê Apoyî di dil û mejiyê van ciwanan de bi cih bûye. Em hêza temînata jiyana Rêbertî ne. Em hêza sereke ne ku ji astengkirina qirkirina gelê Kurd berpirsyar in."

 

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar tevlî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû û derbarê hevkariya PDK’ê ya ji dagirkeriyê re û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxandinên girîng kir.

Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku li her devera welêt şerekî giran diqewime, Rojhilata Navîn, li nava Rojhilata Navîn jî Kurdistan bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku şerê beriya 3’yê tîrmehê tenê li hin deveran bû, bi rengekî lokal dihate meşandin, operasyon an jî êrîşên dagirkeriyê hebûn û got, “Beriya 3’yê tîrmehê di 22’yê nîsanê de Erdogan hat Iraqê. Li wir peymanek mohr kir. 26 peyman mohr kirin. Naveroka peymanê jî şerê me yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji wê rojê ve hem xiyanet û hevkariya PDK’ê bêhtir şênber bû, hem jî hemû rêyên ber bi qadên şer ji aliyê hêzên xiyanetkar ve ji leşkerên tirk re hatin vekirin. Berê şer bi giranî li xeta Zapê, her wiha li Girê Amediyê, Girê Cûdî, Şehîd Yûnis, Şehîd Çekdar diqewimî. Her wiha şer li Eyaleta Rojavayê Zapê giran bûbû.”

Şerda Mazlûm Gabar kiryarên dewleta tirk a dagirker ên li başûrê Kurdistanê şiband kiryarên salên 1990’î yên li bakurê Kurdistanê û wiha domand: “Mîna gundên li bakurê Kurdistanê vala kir, di sala 2024’an de jî, piştî 30 salan li başûrê Kurdistanê hewl dide gundan vala bike. Çawa ku li bakurê Kurdistanê gund şewitand, niha jî gundên li başûrê Kurdistanê dişewitîne. Gundên asûriyan dişewitîne. Gundên misilmanan dişewitîne. Li Kurdistanê ne tenê mêtingerî heye; divê ev yek bê dîtin. Şerê berê dihate kirin li dijî mêtingeriyê bû. Lê belê em niha rewşê weke mêtingerî, dagirkerî û îlhaqê pênase dikin. Şerekî qirkirinê tê meşandin.

Çekên kîmyewî gelekî bi kar tînin. Ji bilî vê, di taktîka dijmin de guhertineke bi vî rengî jî bû. Mînak berê yekser hêzên xwe dişand ser tunelan. Niha ji ber ku fêhm kiriye nikare tunelan têk bibe, çi dike? Ji deverên dûrî tunelan, li deverên ku hevalên me nîne, tunelên me yên şer lê nîne hêzên xwe datîne û li herêmê bi cih dibe.

Mînak li xeta Zergelê bi cih bû. Dixwaze çi bike? Dixwaze têkiliya navbera herêman bibire. Têkildarî operasyona li ser Xinêrê ji xwe agahî hene. Nîqaşên wê yekê hene ku dibêjin, piştî demekê PDK û Iraq jî wê tevlî vê hewldana dagirkeriyê bibin, wê xeta Goşînê kontrol bikin, temamiya Lolanê dagir bikin. Wê xeta Qendîl û Xinêre qut bike, xeta Garê ya bi Qendîlê re qut bike, her wiha xeta Garê, Metîna û Zapê qut bike. Qutkirina têkiliyan, astengkirina hêzên teqwiye û gelek armancên din ên dijmin hene. Nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku zêde bi hevalan re nakevin şer, xwe nêzî şerê rû bi rû yan jî rasthatina li hevalan nake.

Zexteke gelekî giran li gel tê kirin. Berê li qadên gerîla gel û gerîla di nava hev de bûn. Gel geelkî kêfxweş bû ku gerîla li van çiyayan bûn. Xwe hîn bêhtir ewle didît. Lê belê piştî ku hêzên artêşa Tirk dest bi êrîşê kirin, gel ji neçarî tê koçberkirin.

Nerazîbûnên li hemberî vê yekê divê hîn xurt be. Bi taybetî xelkê me yê Başûr… Xelkê Amediyê, Bamernê, Şeladizê divê nerazîbûnê nîşan bidin. Mînak li nava xelkê Şeladizê çandeke gelekî xur a berxwedanê heye. Li hemberî vê dagirkeriyê her kes gelekî nerazî ye. Lê belê vê yekê venagurehîne çalakiyê, venaguherîne nerazîbûneke hîn xurt.

Bêguman di vir de rola PDK’ê jî heye. PDK hewl dide vê yekê li nava mirovan belav bike. Vaye ‘Gerîla li vê derê ye, ji ber wê êrîşî we dikin, li vê derê gerîla hene; ji ber vê şer diqewime’. Gerîla bi salan e li wê derê ye. 40-50 sal in gerîla li wê derê ye. Êrîş li ser gel nebû, di nava sala dawî de ev nêzîkatî hîn giran bû. Divê ev yek bê fêhmkirin.

Li hemberî vî şerî, sekna gerîla çawa ye? Gerîla ji xwe di mijara pîvanên gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kir. Ji ber vê jî hem li binê erdê hem jî li ser erdê bi tîmên li qadê, hem li hewayê çalakiyên gerîla têne kirin. Bi taybetî çalakiyên me yên hewayî gelekî bandorê dikin. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş jî hate avakirin. Di heman demê de çalakiyên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar hene. Hem ji hewa hem jî ji bejahî ve li her derê li dijmin tê xistin. Bi vî rengî polîtîkayên dijmin ên pratîkî li qadê têne têkbirin.

Ya rast dewleta tirk di şer de xitimî ye. Bi taybetî li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê xitimî. Ji ber vê rewşa xitimandî neçar ma ku bi hin hêzên cuda re têkilî û tifaqê ava bike. Lewma li derdora Iraqê ewqasî digere, li ber digere. Li Iraqê ya ku berê silav nedida wê, niha ketiye rewşeke welê ku destê wan maçî bike. Hewl da Iraqê tevlî van êrîşên dagirkeriyê bike.

PDK ji xwe bi dilxwazî koletiyê dike. PDK ji xwe di nava van êrîşên dagirkeriyê de bû. Dixwaze hîn bêhtir tevlî êrîşên dagirkeriyê bike. Li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Rewşeke welê ye ku mîna pehlîwanê têkçûyî ji pêşbirkê têr nabe. Ew jî têr nabin. Niha çi dikin? Ji Rojava, ji Sûriyeyê çete anîn Kurdistanê. Rêbazek nema ku neceribandin. Êdî nizanim bê sibe, dusib çi bikin.”

Şerda Mazlûm Gabar desnîşan kir ku dewleta tirk dewleteke qirker e û got, “Dewleta faşîst, qirker, dagirker çi dike? Li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê dike, qirkirina hişê mirovan dike, qirkirina civakê dike, qirkirina jinê dike. Her kesî qir dike. Li hemberî van armancên wan yekane hêza ku serî natewîne, di berxwedanê de israr dike yan jî têkoşînê bi rê û rêbazên cuda dimeşînin gerîlayên Apoyî ne.”

Fermandara YJA Starê destnîşan kir ku ew bi tena serê xwe jî bimînin, hemû jî şehîd bikevin wê Kurdistanê ji dijmin re nekin yar û got, “Bila me û PDK’ê tevlîhev nekin. Ji xwe rastiya me û ya PDK’ê tu carî nikare bê tevlîhevkirin. Bila neşibînin rêxistinên din. Ruhê Apoyî di dil û mejiyê van ciwanan de bi cih bûye.

Em hêza temînata jiyana Rêbertî ne. Em hêza sereke ne ku ji astengkirina qirkirina gelê kurd berpirsyar in. Ji ber vê yekê îro li Zap, Xinêre, Avaşîn, Heftanînê ya ku gerîla ewqasî xurt dike çi ye? Bawerî û xurtbûna dilsoziya xwe ye, di armanca xwe de zelal e. Berê xwe li armanca xwe ye. Çavkaniyên bingehîn hene ku em hêzê jê werdigirin. Lewma ne bi tank û topan, ne bi keşfê, ne bi her rê û rêbazê, ne jî bi tifaqa xayinan nikarin bi gerîla gavê paşve bidin avêtin.

Îro li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Berxwedaneke mezin e. Ya rast, divê em rexnedayina vê jî bidin. Em nikarin bi têrkerî vê berxwedanê, vî şerî ji mirovan re vebêjin. Berxwedaneke welê ye ku her rojeke wê hêjayî romanekê ye. Wezîrekî wan heye bi navê Yaşar Guler. Çend roj berê li televîzyonê axivî. Ji xwe nizane biaxive jî. Ev şer şiband şerê serxwebûnê. Got li Herêmên Parastinê yên Medyayê -ew weke Herêma Pençe Kîlît pênase dikin- niha şerekî serxwebûnê tê meşandin. Ew weke şerê rizgariyê dibînin. Divê em jî bi rengekî hevgirtî nêzî vî şerî bibin. Gerîla ji xwe li ber xwe dide, wê li ber xwe bide.

Em dibihîzin ku planên wan heye ku gerîla bêçek bikin, yan jî penaber bikin. Ev planên dijmin e. Yên ku dijminatiyê dikin van planan dikin. Lê belê ciwanên me dilxwazên çekên xwe ne. Û zanin bê vê çekê ji bo çi bi kar tînin. Hêza me ya gerîla ne tenê hêzeke ku bi çekê li dijî dijmin şer dike, ew hêz e ku fikir û çek kiriye ye. Ew hêz e ku zane bê wê çekê ji bo çi bi kar tîne. Gerîla ne ew hêz e ku ji bo armancên taktîk û teng hatiye avakirin. Rêbertî gerîla weke temînata jiyana azad nirxand. Rêbertî dema ku gerîla ava kir bi giranî li ser kesayetiyê sekinî. Û kesayetiya gerîla weke jiyana azad û jiyana gerîla jî weke prototîp a jiyana azad ava kir.

Ji bo PDK’ê jî divê ev yek bê gotin; kum ket, keçel xuya kir. Ji ber ku hîn jî hin hêz hene ku rastiya PDK’ê baş fêhm nekirine. Ji aliyê me ve rastiya PDK ji xwe ji berê ve tê zanîn. Ji ber ku li Kurdistanê du xet hene. Ya yekemîn xeta nokerî û xiyanetê ye, ya duyemîn jî xeta welatparêzî û şoreşgeriyê ye, xeta Apoyî ye. PDK’ê berê jî xeta xiyanet û nokeriyê temsîl kiribû. Niha jî roj bi roj kûr dike û li qadê mînakên şênber ên vê yekê hene. Ji xwe navê wan jî şaş e. Ji xwe re gotine Partiya Demokrasiyê ya Kurdsitanê. Lê belê ne eleqeya wan bi Kurdistanê heye, ne bi demokrasiyê heye ne jî bi partiyê re heye. Kurdistanî ne tenê axaftina bi Kurdî ye, ne tenê lixwekirina kincên Kurdî ye. Ji xwe dema ku diçin Enqereyê û hevdîtinê dikin bi Kurdî jî neaxivin, bi Îngilîzî diaxivin. Di rewşeke welê de ye ku ketine. Ji xwe nikare ji bo wan bê gotin ku Kurdistanî ne. Hêzeke Kurdistanî Kurdistanê nafiroşe. Ev Kurdistanê difiroşin. Kurdistanê dikin mijara bazariyê.”

Dibêjin ku tenê li hemberî PKK’ê nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan didin. Dibêjin ku êrîşên dagirkeriyê ne li ser Kurdistanê ne, tenê li dijî PKK’ê ne. Divê ji wan bê pirsîn; Di dîroka PDK’ê de çi ye? Gelo Alî Askerî PKK’yî bû? Saît Elçî PKK’yî bû? Doktor Şivan PKK’yî bû? Bi navê Kurdîtiya azad çi hebe, ew dijmin wan e. Niha PDK bi israr hewl dide hêzên Iraqê tevlî vê komployê bike. Ji ber ku dixwazin hêzên komploya navneteweyî, hêzên herêmî bikişînin nava êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd. Çima PDK ewqasî dixwaze Iraq jî tevlî vê lihevkirinê bibe û bibe şirîkê van êrîşan? Ji ber ku eger Iraq tevlî van êrîşan bibe wê xiyaneta PDK’ê rewa bibe. Yan jî xiyaneta PDK’ê wê li pêşberî tevlîbûna Iraqê ya li van peymanan neyê dîtin. Lewma hewl dide Iraqê bikişîne nav êrîşan. Iraq cihekî welê ye ku dergûşa mirovahiyê ye. Lê belê bi polîtîkayên niha tê meşandin hewl didin Iraqê bikin goristana mirovahiyê.”

Şerda Mazlûm Gabar bal kişand ser lihevkirina Bexda û Hewlêrê û got, “Aliyên metirsîdar ên vê lihevkirinê hene. Divê her kes haya xwe ji cidiyeta vê metirsiyê hebe.Bi taybetî hêzên civakî yên li nava Iraqê hay ji vê hebe û nerazîbûneke bilind nîşan bidin. Divê vê lihevkirinê qebûl nekin û li ber xwe bidin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar