Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Fermandar Baran Serhat hat bi bîr anîn

Komîteya Rêveber a HBDH'ê, Fermandar û têkoşerê nemir Baran Serhat hat bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a HBDH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Fermandar Baran Serhat dema li ser erka xwe bû, di encama êrîşa sûîqestê de ku ji aliyê Komara tirk a faşîst û çeteyên wê ve hate kirin, di 23’ê adarê de tevlî karwanê nemiran bû.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Têkoşîna şoreşgerî bi bedelên mezin gihiştiye îro û bi bedelên mezin tê meşandin. Meşa şoreşgerî ne çalakiya dîtina rêyeke bi tesadûf e, rêya bi rûmet e ku bi hezaran şervanên şoreşger ên ku ji jiyana xwe ewqas hez dikin û ji bo wê dimirin e. Û di vê meşê de hin hevrêyên ku bi wezîfeya ku digrin ser milê xwe û têkoşîna ku didin rola pêşengiyê dilîzin. Ew şervanên ku bi derbaskirina astengiyan, li dijî bêhêvîbûn, bêçarebûnê û reşbîniyê sekna milîtaniyê birêxistin dikin û li dijî bêderfetiyê serî hildidin û her çeperê vediguherînin kelhaya berxwedanê û vê yekê wek herka xwe ya sereke dibînin. Yek ji van pêşengan jî fermandarê nemir hevrê Baran Serhat bû. Fermandar Baran Serhat dema li ser erka xwe bû, di encama êrîşa sûîqestê ya ji aliyê komara tirk a faşîst û çeteyên wê de, di 23’ê adarê de nemir bû.”

Hevrê Baran Serhat şoreşgerekî pêşeng bû ku li cihek nedisekinî, her tim pêşketin û pêşxistinê esas digirt û weke perspektîfa xwe ya jiyanê esas digirt. Wek fedaîyekî bi hemû hêza xwe di xala dîtin û afirandina rê û rêbazê de xebitî. Ev xeta şoreşgerî ya pêşeng di jiyana xwe ya têkoşînê de jî cih girt. Di vê rêwîtiya ku ji bajarên Tirkiye-bakurê Kurdistanê heta zindanan, ji çiyayên Kurdistanê heta Rojava dirêj bû, di refên herî pêş de bû ku gelek destkeftiyan bi dest xist û bi çek li kêleka gelên bindest bû. Ew ji bo azadiya erdnîgariya qedîm a Kurdistanê û gelên wê ku desthilatdaran bi sînoran parçe kirin û li ser her metre çargoşeyê şer kirin, di ferqa erka xwe ya dîrokî de bû û xebatên siyasî-leşkerî meşand. Her wiha hem ji bo şoreşa welat hem jî parastin û ji nû ve avakirina Rojava ya li dijî dagirker-çeteyan, di navbera gelan û şoreşgeran de bibe pirek wezîfe girt ser milê xwe.

Hevrê Baran Serhat bi koka xwe ve girêdayî bû; Şoreşgerekî ku xeta parastina mîrateya hevrê Denîz, Mahîr, Îbrahîm û Mazlûman di têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya hertimî de heta roja me ya îro domand û ji xwe re esas girt. Ev mîrate û hişmendî di komkirina hêzên şoreşger ên Rojava de roleke pêşeng lîst. Bi ala enternasyonalîst a li Rojava li ba bû re, di avakirin û pêşxistina HBDH’ê de ku hesreta gelên Tirkiye-bakurê Kurdistanê ye, ji bo hîn bêhtir pêş bikeve, roleke girîng lîst. Ji bo ku HBDH’ê bibe xwedî avahiyeke ku pêwîstiyên têkoşîna şoreşgerî pêk bîne, bi hemû hêza xwe beşdar bû.

Dema em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê bi erdhej û piştî wê re li ber çavên girseyên berfireh ên gel tehşîr bûye û karakterê wê yê dij-gel careke din piştrast bûye, lazim e pêwistiya şoreşê ji mîlyonan re ragihîne. Ji ber ku pergala ku bi hemû sazî û dezgehên xwe re bi hev re riziyaye ji bilî felaket, belengazî, şer, komkujî û zilmê tiştekî ku ji bo girseyên gel bide nemaye. Di nav şert û mercên ku karker û kedkar di bin muhtacê nanekî de, çiyayên Kurdistanê di kîmyabaranê de xeniqîne, jin û bindest rastî qirkirina nasnameya zayendî tên, xweza ji bo berjewendiyên sermayeyê tê talankirin û ji bo qezenca zêde û rantê bi sed hezaran di binê xirbeyan de tên hiştin, ji bilî meşandina têkoşîna şoreşgerî heta serkeftinê tu vebijêrk din nîne. Ji bo vê jî divê em bi hemû hêza xwe erkên şoreşgerî hembêz bikin, helwesteke milîtaniya şoreşgerî bi rêxistin bikin û têkoşîna yekbûyî berfireh bikin.

Dilsoziya bi hevrê Baran Serhat û hemû şehîdên me, erkên şoreşgerî bi fedayîbûneke mezin ve girêdayî ye. Bîranîna wan tê wateya pêşxistina têkoşîna şoreşgerî ya li dijî faşîzm û pergala kapîtalîst. Weke HBDH’ê em ê ji bajaran heta çiyayan, ji zindanan heta kuçeyan hesab ji desthilatdariya faşîst bipirsin, em ê hevrê Baran Serhat di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û li ser şopa nemiran em ê meşa xwe ya şoreşgerî ya yekbûyî bi serkeftinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar